• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام مقالات

Aloziya di navbera Îran û Amerîka de Iraqê berbi qrizê ve dehf dide

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: مقالات
245 13
A A
Aloziya di navbera Îran û Amerîka de Iraqê berbi qrizê ve dehf dide
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

03 Haziran 2019 Pazartesi Saat 05:10

Demên dawî de pevçunên devkî û amadekariyên şer di navbera Amerîka û Îranê de, rojeva siyaseta cîhanê dagir kiriye.

Demên dawî de pevçunên devkî û
amadekariyên şer di navbera Amerîka û Îranê de, rojeva siyaseta cîhanê dagir
kiriye. Serokê DYA
Donald Trump hêj ne hatibû
hilbijartin di amadekariyên hilbijartinê de sinyala, ger ku were hilbijartin
despêkê wê zextan li ser Îranê zêde bike, dabu. Trump, pêngava yekem xwe ji
hevpeymana çekên nukleer vekişand û ambargo danî ser Îranê. Amerîka, dît Îran
projeya xwe li her derê Rojhilata Navîn bi taybet İraqê belav dike, zextên xwe
zêde kir û xwe ji bo şer amade kir. Di vê pêvajoya amadekariyê de Iraq weke
baregehek navendî ji herdu aliyan ve tê bi karanîn.

 

Şer Di Hindirê Îranê de Bi
Ambargoyê Destpê Kiriye

Îran di aliyê
Nükleerê de bi qasî ku qala wê dike ew qasî li pêş nîne. Lê ji bo armanca xwe
ya li ser bingehê mezhebî pêk bîne, di welatên cîran de, di herêma Asya û
welatên Ereban de ji bo hegemonya xwe ava bike û xeyalên împeratoriyek berfireh
pêk bîne, di xwaze bibe welatekî xwediyê çêkirina taybetmendiyên Nükleerê.

Îran di çar
welatên Ereban (İrak, Suriye, Lubnan û Yemen) de, beriya ku bibe xwediyê çeka
nükleer gihişt armanca xwe. Ji ber ku bi hezaran milisên bi çek li van welatan bi
cih kiriye û bandora xwe belav kiriye. Ev jî bu sedem ku di dema Barack Obama de, Amerika tevlî hevpeymana
çeka nukleer bibe. Lê hevpeymana çeka nukleer ji bo rêveberiya Donald Trump
weke gefek mezin tê dîtin. Rêveberiya Trump, ne tenê mijara çeka nükleer,
stratejiya siyaseta Îranê ji bo xwe gef dibîne.

Demeke dirêje
ambargoya ku Amerika daniye ser Îranê, bi taybet di aliyê aborî de gelek tiştan
bi Îranê dide wenda kirin. Wisa diyare ku ji qezenca beriya niha salekê, nivê
wê wenda dike. Ji ber ku li Îranê rêjeya bê kariyê gihiştiye ji sedi 13 e. Ev
tê wateya ku li Îranê bi sed hezaran kes bêkarin. Bi hezaran kes xwarina rojane
nikarin peyda bikin. Îran, her sal ji bo milisên xwe yên li Suriyê, Lubnan,
Yemen, İrak û gelek welatên din bi milyon dolaran pere xerc dike. Lê ji ber ambargoya
Amerîka, êdi ji bo dayîna vî pereyî zehmetiyan di kişîne. Eger ku ev wendakirin
berdewam bike, bêy şerekî çekdarî wê Îran bi xwe ber bi hilweşandinê ve biçe.
Ango mirov dikare bêje ku Îran di hindirê xwe de di nava şer deye.


Êrişên Îranê Amerîka Xist Tevgerê

Piştî
daxuyaniyên bi gef di navbera herdu aliyan de, di 12 Gulanê de, du ji wan yên
Erebîstanê, 4 gemiyên ticarî ku li berava Fuceyre (nêzî Îmarata Erebî-Birleşik Arap Emirlikleri) rastî sabutajê
hatibun. Disan di 14’ê Gulanê de, li Erebistana Siudî du kargehên pompe kirina
petrolê bi ‘’drone’’ hatin bombekirin. İmarata Erebî û Şêwirmendê Parastina
Navnetewî yê Amerîkayê îdea kiribu ku li paş van êrişan Îran heye. Îranê her çi
qasî ev îdea red kirin jî, Amerîka ket tevgerê.

Amerîka, li hemberî gefên Îranê bi armanca
xwe parastinê beriya niha 2 heftî, gruba keştiyên balafirên şer
“USS Abraham Lincoln” û 4 balafirên bombardomanê yên B-52
û gelek corên din yên çekan sewqî Benderê (Liman) kirin. Pentagon, piştî vê
sewqiyatê, gemiyek din tipa “USS Arlington” û batarya parastina
hewayê tîpa Patriot şand herêmê û bi balafirên F-15 û F-35 li ser herêmê tor
avêtin. Serokê giştî yê Amerîkayê biryara şandina hezar û 500 leşkerên din ji
bo Rojhilata Navîn Îmze kir. Piştî vê sewqiyata leşkerî tansîyona herdu welatan
gihişt asta herî jor.

Li aliyê din,
dolar di Îranê de gihişt asta herî bilind. Di heftiya dawiyê de, Tumenê Îranê
di dîroka xwe de cara yekem li hember dolarê Amerîka ew qasî bêqimet bu. Li Îranê
1 milyon 200 hezar Tümen 100 dolar bu, di nava heftiyekê de gihişt 1 milyon 540
hezar Tumen.


Li Paş
Amerîka Gelek Welatên Ereban Hene

Beriya niha du sal, li paytexta Suudî
Erebistanê Riyad’ê sê civînên bilind bi tevlîbuna welatên Ereban û welatên
Kendavê, ji bo niqaşkirina krîzên siyasî, aborî û civakî hatin li darxistin.
Serokê Amerîka Donald Trump yekem seredana xwe ya ji bo dervey welat li Suudi
Erebistanê pêk anî û tevlî van civînan bu. Niha jî dîsan şerên ticarî û ekonomî
berdewam dikin, têkiliyên siyasî di navbera aliyan de di rewşekî pevçunê dene.
Tê payîn disan di demekî herî nêzda ji bo niqaşkirina rewşa heyî di navbera
heman welatan de li Mekke yê, sê civînên bilind bi navê ‘’Kendav, Ereb Û cîhana
Ereban were li darxistin. Îhtimalek mezin pevçunên di navbera Îran û Amerîkayê
de jî di civînê de were niqaşkirin. Êrişên li ser keştiyên Suudi Erebistan û
Îmaratê, li ser Îranê maye. Eger ku Îran li hember Amerîka gav paşde ne avêje,
derketina şerekî di navbera herdu aliyan de, dibe ku ev welat piştgiriya Amerîka
bikin.

 

Navenda Şer İraq e

Di şerê navbera Îran
û Amerîka de rewşa siyasî ya İraqê hema bêje belavî du gruban buye. Aliyên nêzî
Îranê aliyên nêzî Amerîka. Beşbuna aliyan bêy ferqa nasname û mezheban hemu alî
têde cih digirin.

İrak welatek e
ku, di bin destê Amerîka de hatiye avakirin. Piştî dagirkirina Amerîka, di
Iraqê de blokên Sunnî-Şieyan çêbun û ji wir şunde tekoşîna hêzê û şerê mezhebî
destpêkir. Despêka avakirina hikûmetê de sistemekî ku ji berê de weke kevneşopî
hatî amade kirin heye. Her meqamekî hikumetê li gorî rêjeya kursiyan hatiye
parvekirin. Li rexmê hilbihartinên qaşo demokratîk jî guhertin nîne,
desthilatdarî heman hêz û heman hişmendiye. Ji ber cîrantiya İraqê bi Îranê re
û zêdebuna desthilatdariya Şie’yan yek ji welatên ku herî zêde Îranê bandora
xwe têde daye avakirin İraq e. Amerîka jî bi heman şêweyî hema bêje li tevahiya
welatên Rojhilata Navîn bandora xwe belav kiriye. Belavbuna bandora Îranê, di
rêza yekem de Amerîkayê aciz dike.

Amerîka beriya
niha çend mehan biryar da ku hêzên xwe ji Suriyê paşde bi kişîne. Çend
yekîneyên xwe ji Suriyê vekişandin İraqê û ev biryar da rawestandin, paşê
yekîneyên xwe yên li İraqê bi şêwazekî bi plan li baregehên xwe belav kir.
Diyar bu ku, armanca vekişîna Amerîka tenê dorpêçkirina herêmên ku Îran lê di
mîneye. Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, ji ber tevgerên li Bendavê, bang li karmend
û giştî welatiyên xwe kirin ku İraqê bi cih bihêlin. Leşkerên Almanya yên li
İraq û Başurê Kurdistanê perwerdeya leşkerî didin, bi daxuyaniyekê karên xwe
dan sekinandin. Piştî daxuyaniya Almanya, Holanda jî karên xwe yên leşkerî li
İraq û Başurê Kurdistanê dan sekinandin. Piştî vê hişyariya Amerîka, Emîrên
Yekbuyî yên Ereban (Îmarat), Suudi Erebistan, Behreyn û Kuweyt daxwaz ji
hemwelatiyên xwe kirin ku ji İraqê derkevin.

Li hemberî van
pêngavên Amerîka, Îran di cihê xwe de temaşe nekir. Wezîrê karê derve Cevad
Zarîf çu Bexda û bi Serokkomarê İraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî,
Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusi û gelek aliyên din yê siyasî re hevdîtin
pêk anî. Di van hevditinan de têkiliyên siyasî û aborî yên herdu aliyan hatin
niqaşkirin. Piştî hevditina Zarif, Adil Ebdulmehdî daxuyanî da û diyarkir ku ew
di şerê Îran û Amerîka de alîgir ninînin. Ji bo şer rûnede ewê navbeyînkariyê
bikin.

 

Şerê Çekdarî Îhtimalek Lewaze

Şerekî di
navbera Îran û Amerîka de, ji nêzde İraqê bi giranî bandor dike. Şerê di
navbera herdu aliyan de ne tenê di aliyê siyasî, parastin û leşkerî de wê di
aliyê aborî û civakî de jî İraqê nerênî bandor bike. Di herdu aliyan de ger ku
İraq piştgir be disa wê rûbirûyê krîzek din ya mezin bibe.

Daxuyaniyên bi
gef yên Serokê Amerîka Donald Trump û Şêwirmendê Parastina Navnetewî yê Amerîka
John Bolton, îhtimala şerekî çekdarî dide pêş. Lê dibe ku ev tenê ji bo
tirsandin û şiyarkirina Îranê be jî.

Li aliyê din
daxuyaniyên Wezirê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarif, ‘’Em çekên nükleer
nahilberînin, li gel me hilberina çekên nükleer hatiye qedexekirin’’ ihtîmala
şerê çekdarî li ser Îranê lewaz dike.

Li gorî amadekarî û pêngavên hatine avêtin, Amerîka dixwaze belavbûn û bandora Îranê
bi taybet li İraqê bide sekinandin û lewaz bike. Ji bo wê jî eger di navbera
wan de şer rûbide, bawer nakim ku di hindirê Îranê de şerekî çekdarî hilkeve.
Dibe ku ji bo bêbandor kirina milisên Îranê li İraqê, şerekî çekdarî demkurt
hilkeve.

Çîçek BOTAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Şer Di Hindirê Îranê de Bi
Ambargoyê Destpê KiriyeÊrişên Îranê Amerîka Xist TevgerêLi Paş
Amerîka Gelek Welatên Ereban HeneNavenda Şer İraq e Şerê Çekdarî Îhtimalek Lewaze

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Doğu Kürdistan Gençliğinden Öcalan’ın Özgürlüğü İçin Kampanya

Sonraki Haber

Rastiya Êrîşa Xakurkê Çiye?

Benzer Haberler

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek
مقالات

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

8 يناير 2023
Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi
مقالات

Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi

4 يناير 2023
Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları
مقالات

Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları

21 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
Rastiya Êrîşa Xakurkê Çiye?

Rastiya Êrîşa Xakurkê Çiye?

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist