• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المرأة

Erdoğan ji bona xilafeta xwe hewl dide jin bikar bîne

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المرأة
247 11
A A
Erdoğan ji bona xilafeta xwe hewl dide jin bikar bîne
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

26 Ağustos 2017 Cumartesi Saat 05:38

Ev demeke ku dewleta Tirk li Cerablûsê hewl dide modelekî rêveberiyê ava bike

Bajarê Cerablusê ji aliyê meclîsekî herêmî tê birêvebirin.
Ji ber wê yekê, çeteyên çekdarî yên di nava navçeya Cerablus de, xwe derveyê
bajarê bi cih dikin. Dema çeteyên çekdarî di nava bajar de xwe paş de kişandin,
ji bo ewlekariya bajêr asayişek hat avakirin, da ku bajar ji hêzên cuda were
parastin. Niha ewlekariya bajêr ji aliyê vê hêza asayişê tê girtin.

Di wan demên dawî de, dewleta Tirk projeyeke nû, girêdayî vê
pêş xist. Dewleta Tirk hewl dide hêzeke asayişê jinan jî ava bike. Ji ber wê
yekê, rê ji bo tevlîbûna jinan hatiye vekirin. Ew proje di milê dewleta Tirk ve
weke hêzêke ‘’xweser’’ ya jinan tê bi nav kirin. Dewleta Erdoğan bi hişmendiya
xwe ya ku ti cûdahiyê xwe ji birayên xwe yê DAİŞ’ê nîn e, hewl dide ku bi
rêbazên nû xwe li herêmê cih bike, li bajarê Cerablusê prototîpa şêwazê
rêvebirinê ya Rojava ava dikin. Ya rast bi modela li Cerablusê diceribînin,
hewl didin ku vê modela xwe li hemû sînorên herêma Firatê belav bikin. Erdoğan
wê planên xwe  jî yê weke planên xwe yên
binketî yên berê çiqas serbixîne ev yek jî cihê gûman e. 

Di 20’ê Tîrmehê de, navenda asayişa Cerablusê ragihand ku wê
beşê asayişa jinê nav xwe ava kin. Jin dikarin ser esasê hin şert û mercên ku
ew diyar dikin, nave xwe pêşkêşî navendên asayişê ji bo tevlî karê asayîşê
bibin, bikin. Herçend ku Erdoğan hewl bide ku bi diziya pergal û şêwazên ji
gelan li Sûrî hebûna xwe biparêze jî, lê belê ji ber pêkhateya zihniyet û
girêdana Erdoğan û çeteyên wî bi birayên DAİŞ, Elnûsra û Exwan re, ev yek ne
mûmkin e ku ser bikeve.

Cara yek e, ku di nava Artêşa Azad a Sûriyê de bangawaziyek
ji bona beşdariya jin tê kirin. Bêgûman di demeke wisa de ev bangawazî û
siyaseta li pişt wê heye bi xwe cihê pirsê ye. Gor xûya dike çewa ku Erdoğan li
Tirkiyê li hemberê zilaman bê bawer bûye û niha jî dixwaze ji bawerî û girêdana
jin sûd werbigre, çeteyên wî li Sûrî jî heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Heya
niha bi awayeke herî hovane jin bi destê van hêzên radîkalên zayendîparêz
hatine qetilkirin, lê belê vir û şûn de jî bi bikaranîna jinan yê hewl bidin ku
sere xwe yê qirêj bidin meşandin.

Dewleta Tirk ji bo asayîşa jin hin şert û mercên ku dixwazin
kesayeta wan de hebe da ku were pejirandin ji bo xebatê asayişê, dayê pêşiya
wan:

1- Pêwîst e, temena jinê di navbera 18-35 salî be.

3- Divê xweşik ango estetîk be ji bo xizmetê.

4- Divê bawerî bide rêxistina wan.

5- Pêwîst e, di perwerdeyên meslekî û bîrdoziya wan de
derbas bibe.

Dewleta faşîst a Tirk bi desthilatdariya AKP, ku  di dema desthilatdariya wan de siyaset û
rêbazê herî zayendîparêz û destavêtina jin pêşketiye, bi vê projeyê gelo çi
armanc dike, çi çarenûs û ketin û şikandineke din milê AKP’ê ser jin bê
meşandin? 

Dema mirov vê daxuyanî dixwîne, dibê qey AKP siyaseta xwe û
faşîzma xwe ya zayendîparêz li hemberê jin diguherîne, ango li van kiryarên xwe
mûkir hatiye! Lê belê, divê rastiyê vê lîstokê were dîtin û deşîfre kirin. Bi
tevlîkirina jin di asayîşên xwe de, Erdoğan rêbazek nû dîtiye da ku dikare jin
hîn zêdetir bixe  di bin desthilatdariya
xwe û bikaribe vê yekê ji bo binpêkirina jin bikar bîne, ango  vê carê jî jin li hemberî jin bide şer kirin.
Ji xwe bi rêya çeteyên xwe yê DAİŞ’ê û Elnûsra hovîtiyên herî mezin yê serdema
dîroka mirovahiyê hemberê jin kirin. Niha jî bi zimaneke nerm hewl didin jina
ku çavê wê tirsandine û hemû cure mirin û çarenûs jê re diyar kirine, bikin
qadroyê pergala xwe. Bi vê yekê jî, jinên ku hê berxwe didin jî bi rêya jin bê
bandor bikin. Jinan bi hişmendiya desthilatdar ya zilam yê perwerde bikin, da
ku qirkirina ser jin di vê serdemê de bi temamî ser bixin. Gor xûya dike yê di
hemû milan de jin biceribînin, beden, rih, hest û baweriya wê. Ger wisa neba,
çima yek ji şertên tevlîbûna asayîşê estetîkbûyîn e ? Jin dîsa li vê derê wekî
amûrekî zayendî tê dîtin û destavêtin û bikaranînek din li benda jinê ye.

Tevî vê, ji ber ku êdî dewleta AKP êdî nema dikare li benda
piştgiriya zilaman bimîne, bendewariyên xwe ji jinê xurtir dike. Zilamê ku berê
hewariyên Erdoğan bûn, îro li beramberî wî bertekên dijwar nîşan diden. Lê
mixabin, ji ber ku di jin de rastiya vê lîstoka zayendîparêz nayê zanîn, ji ber
ku di xwezaya jin de girêdanbûna nirx, bawerî û welat heye, ev milê jin di hêla
kesayetên weke Erdoğan ve tê bikaranîn. Ya rast, ji ber ku artêşa Erdoğan ango
DAİŞ li herêmê binket û hêvî û xeyalên Erdoğan û hevkarên wan ji bona cihaneke
nû pêk nehat, niha jî Erdoğan bi rêya Elnûsra û Artêşa Azad hewl dide ku van
xeyalên xwe pêk bîne. Ji ber vê jî bi avakirina nifş, jin û zilamên nû hewl
dide ku ocaxên xwe yê Osmanî bin serweriya xilafeta xwe de ava bike. Her pêngav
û siyaseta ku Erdoğan li herêmê dişopîne pêwîst e ku baş bê zanîn ku derveyê
siyaseta gihiştina vê xeyala xwe ya xilafetê tişteke cûdatir nîn e.

Lê belê gor xûya dike, yê ev xeyal û xwena Erdoğan jî weke
xewnên wî yên din, bi şiyarî û hestyariya jinan di vê serdemê hem li Tirkiyê
hem jî li Rojhilata Navîn têk biçin.

Erdoğan û çeteyên wî ku nefesên xwe yê dawî dikişînin,
bêgûman yê bi xapandin û destavêtina jina ku qûrbanê sereke yê siyaseta wan bû
negehin armanca xwe. Bawerî bi Erdoğan û siyasta wî anîn, di vê demê de
windakirina jin, mirovahî, demokrasî û asayîbûna Rojhelata Navîn e. Erdoğan
hewl dide ku jin weke hespê Troya ji bona têkbirina têkoşîna azadiya jin û
xistina Rojhilata Navîn li pençên rêxistinên weke DAİŞ’ê bikar bîne. Di bin van
hemû nermbûn û nirxê ku qaşo van demê dawî Erdoğan dide jin, tenê ev rastî
heye.       

Zohal Berfîn

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmabikarbinebonaDideerdoganhewlJijinkurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiyexilafetaXwe
Önceki yazı

AYNADA DÜŞMANLIK GÖRÜNÜYOR

Sonraki Haber

Orta Doğu’da Yıllarca Sürecek Bir Sonbahar’ın Başlangıcıdır 9 Ekim 2019 Saldırısı

Benzer Haberler

Kendini Bilmezlerin Hezeyanları
المرأة

Toplumsal Sorunların Aşılmasında Çıkış Özgürlük Hareketidir

23 نوفمبر 2021
Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü
المرأة

İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü

1 أغسطس 2021
Sonraki Haber

Orta Doğu’da Yıllarca Sürecek Bir Sonbahar’ın Başlangıcıdır 9 Ekim 2019 Saldırısı

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist