• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تحديثات

Gel Birîna Xwe Derman Dike

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تحديثات
242 16
A A
Gel Birîna Xwe Derman Dike
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

25 Ekim 2011 Salı Saat 08:46

Gel birîna xwe derman dike Li Kurdistanê li hemû bajar, navçe û bajarokan gel bo birînên li Wanê bipêçe seferber bûye.

Gel birîna xwe derman dike Li Kurdistanê li hemû bajar, navçe û bajarokan gel bo birînên li Wanê bipêçe seferber bûye. Şaredariyên BDP’ê û rêxistinên saziyên sivîl ketine nava liv û tevgerê, bi kamyonan malzeme û ekîbên tenduristiyê û bi dehan wesayît şandin

Li Erdîş û Wanê zêdeyî 100 avahiyî hilweşiya. Li gundê derdorê jî gelek kesî jiyana xwe ji dest da û xesarên mezin derketin holê. Ligel evqas êş û wendahiyan xebat ji aliyê dewletê gelek kêm hate meşandin û welatiyan bi hewldanên xwe xebatên xilaskirinê meşandin. Di dema meşandina xebatan de dîmenên mirovan hestiyar dikin derketin pêş û gel birînên xwe bi xwe derman kirin.

Li Wan û navçeya wê Erdîşê ku di erdhejê de zêdeyî 100 avahî hilweşiyan û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, xebatê lêgerîn û xelaskirinê hatin meşandin. Ji ber ku 2 roj in xebat hêj didomin ji aliyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmarên bi nakok hatin bi dest xistin. Lê hat zanin ku bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane.

SEFERBERIYA ALÎKARIYÊ

KCD’î û BDP’iyan li gundên ku ji ber erdhejê gelek zirar dîtin jî lêkolîn kirin. Piştî li Wanê erdhej pêk hat li Amed, Colermêrg, Dersim, Riha, Bazîd û ji gelek bajarên din ji Wanê re alîkarî şandin, seferberiya alikariyê hêj didome. Her wiha li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî 3 rojan şîn hat îlan kirin û dikanên xwe venekirin

POLÎSAN ÊRÎŞÎ MEXDÛRAN KIR

Li Wanê daxwazên welatiyan ên li şûna ku li baxçeyê Saziya Goşt û Masiyan kon bê vedan xwestin çadiran bidin wan tê redkirin. Li bajar tenê 250 çadir hatin vedan û daxwazên welatiyan jî hate redkirin. Polîsan mudaxaleyî welatiyên ku li ber konbajar daxwazên xwe anîn ziman kir. Ji ber mudaxaleyê welatî belav bûn. Li gel daxuyaniyên Atalay ên pirsgirêka çadirê nîn e jî bi sedan kes li ber konabajar disekinin.

DEWLETÊ FELAKET ANÎ

Piştî erdheja li Wanê nûçeyên balkeş derdikevin. Li gorî nûçeyên malperên nûçeyan: “Dewlet pêşiyê perava Gola Wanê wek herêma felaketê îlan kir û welatî ji wir dûr xist, pişt re saziyên xwe li wê ava kir.

Wezareta Avadaniyê bi sedema tespitkirina ku ‘Li gola Wanê av bilind dibe’ di 1994’an de lêkolînek kir. Di wê demê 6 tax herêma felaketê hat ilan kirin. Piştî wê demê destûr nehat dayîn ku welatî li wê herêmê bimîne û hat valakirin. Lê tiştê awarte piştre dest pê dike. Li herêma ku hat xwestin welatî bên parastin saziyên dewletê hatin avakirin. Li cihê ku herêma felaketê hat ilan kirin de nexweşxane, lojman, malên mamosteyan hatin avakirin.
Her wiha hat diyar kirin ku avahiyên ku hatin avakirin jî bê destûr hatibûn avakirin.

DEWLET LI KU YE?

Ji hemşireyên nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê Eda Ekizoglu telefonî televizyona CNN Turkê kir û wiha got: “ Ji sedî zêdetir mirî hene me hemûyan bir nexweşxaneyê koridorên nexweşxaneyê tije ne em ditirsin ku gav biavêjin, ji bo em pê li wan nekin me wan xist nava nexweşxaneyê. Em hewl didin ku alikariya birîndaran bikin. Alîkarî nayê. Em di nava tengasiyê de ne. Hemû kes li derve ne. Hewa pir sar e. Kon tune ne. Xwarin tune. Em nizanin ku hejmara birîndaran bû çend. Ji 3 avahiyan yek jê hilweşiya. Elektrik tune. Ambulans û malzeme heye lê cih tune.

JI BO WANÊ SEFERBERIYA GEL

Piştî li Wanê erdheja pêla 7.2 pêk hat gelek bajarên herêmê ji Wanê re alîkarî şandin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî 3 rojan şîn hat îlan kirin û dikanên xwe venekirin.

GEVER: Li navçeya Geverê ya Colemêgê ji ber erdheja Wanê 3 rojan şîn îlan kir. Esnafên navçeyê ji ber hêj bi sedan welatî di bin enkazan de ne dikanên xwe venekirin. Welatî malan digerin beteniye, kon û erzaqê xwarinê kom dikin. 600 beteniye û 4 hezar nan ên teslîmî maseya qirêzê ya şaredariya Geverê hatin kirin şandin Wanê.

DÊRSIM: Li Dêrsimê jî ber bi Wanê ve ekîbên alîkariyê hatin şandin. Li ser banga şaredariyê jî welatiyan 2 kamyonên erzaq kom kirin rêkirin.40 endezyarên Odeya Endezyarên Înaşatê yên Dêrsimê jî dê biçin Wanê.

AMED: Piştî erdheja ku li Wanê qewimî û di encamê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da ji herêmê piştevaniyên mezin didomin. Li Amedê 20 hezar betanî, hezar heb sobe ya katalîtîk, 20 kemyon kincên zivistanê, xwarin û ji bo zarokan bi hezaran pot hate komkirin. Li Amedê bi banga Şaredariya Mezin ji şev heta sibê xebat û alikariyên gel nesekinîn û encam ji aliyê Vekîlê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Haci Haspolat ve li ber şaredariyê hate xwendin. Haspolat, da zanîn ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ji bo piştgirî bide çûye Wanê. Haspolat, bilêv kir ku ekîbeke ku ji bo tendûrûstiyê ku ji 71 kesan pêk tê çuye herêma erdhêjê û dîsa xwendewanên Zaningeha Dîcleyê ku di beşa Tip û Muhendîsiyê de dixwînin jî kasî 60 kesî çûne herêmê. Haspolat wiha got, “Xwendevanên ku li Wanê dixwînin û yurdên wan xera bûne dikarin werin Amedê û em 6 otobusan dişînin Wanê. 2 mitfex, 50 tiwaleta seyyar, 6 jenerator, melzemeyên elektrîkê û projeksiyon me şand.” Haspolat diyar kir ku bi xebat û alikariyên gelê Amedê jî gelek tişt kom bûne. Haspolat, tiştên ku kom bûne jî wiha vekir, “20 hezar betanî, hezar heb sobeya katalîtîk, 20 kemyon cilên zivistanê, xwarin û ji bo zarokan pot hate kom kirin û ji bo gelê me yê Wanê hate şandin”

BAZÎD: Şaredariya Bazîdê û BDP’a Bazîdê jî kampanya da destpêkirin. Welatiyan gelek bataniye û cil teslîmî Şaredariya Bazîdê kirin. Tiştên hatin komkirin bi kamyona şaredariyê ji Wanê re hatin şandin. Şaredariya Bazîdê ekîba ji 30 kesan pêktê ya xilaskirinê şand Wanê.

QILEBAN: Şaredariya Qilebanê jî alîkariyên ji navenda navçeyê û gundan kom kirin bi tirekê şandin Wanê. Ji bo mexdurên erdhejê ji bilî tiştên din alîkariya pere jî tê kirin.

RIHA: Li navenda Rihayê hemû rêveberên BDP’ê duh êvarê li malan geriyan û banga alîkariyê kirin û serê sibehê jî welatî herikîn avahiya BDP’ê. Betanî, cilên zivistanê, zad, çadir û hwd. ên ku hatin komkirin anîn avahiya BDP’ê. Malzemeyên ku hatin berhevkirin dê îro saet di 13.00’an de bişînin Wanê.

SERÊKANIYÊ: Şaredariya Serêkaniyê serê sibehê anons kir û banga alîkariyê kir. Li aliyê din bi wesayîtên seyar li gund û navenda navçeyê alîkarî têne komkirin. Welatî bi telefonan li navendên krîzê digerin û dixwazin alîkariyê bidin. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya alîkariyê didin. Tiştên ku hatin komkirin dê piştî nîvro bişînin Wanê.

WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî ji bo alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê welatî herikîn avahiya şaredariyê. Bi sedan welatî bi betanî, cil, paketên zadê hatin şaredariyê xwestin, bigîhijînin Wanê. Cigîrê Şaredar Mehmet Burun diyar kir ku ew êşa waniyan di dilê xwe de hîs dikin û ji bo gel sersaxî xwest. Burun anî ziman ku malzemeyên ku kom kirine bi ekîbeke bişînin Wanê û li wir aşxaneye ava bikin. Îro saet 13.00’an de ekîba Şaredariya Wêranşarê dê malzemeyên hatin komkirin û aşxaneyê bibin Wanê.
PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê welatiyan serê sibehê bi paketên alîkariyê hatin şaredariyê. Welatiyan xwestin malzemeyên ku anîne bişînin Wanê ji bo alîkariyê seferber bûn. Li vir jî alîkariyên ku hatin komkirin dê saet 13.00’an de bişînin Wanê.

COLEMÊRG: Şaredariya Colemêrgê li bajar anons kir û di demeke kin de li 15 taxan welatiyan bersiv dan banga alîkariyê. Welatiyan bi malzemeyên alîkariyê berê xwe dan maseya krîzê. Di demeke kin de 4 hezar betanî, 6 hezar nan hatin komkirin û 3 kamyonan şandin Wanê. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku alîkariya wan dê bi vê yekê nemîne û ew ê alîkariyên xwe bidomînin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Birlik Yolu Sêmalka’dan Geçer

Sonraki Haber

21 – 30 Eylül Kronolojisi

Benzer Haberler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor
تحديثات

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

5 مايو 2020
NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor
تحديثات

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 مايو 2020
Başkanlık Rejimi ve Ekonomi
تحديثات

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 مايو 2020
Sonraki Haber
21 – 30  Eylül Kronolojisi

21 – 30 Eylül Kronolojisi

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist