• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام مقالات

Li Hemberî Hemû Tankên Erdogan Vîna Ku Li Ber Xwe Dide

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: مقالات
245 13
A A
Li Hemberî Hemû Tankên Erdogan Vîna Ku Li Ber Xwe Dide
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

17 Şubat 2018 Cumartesi Saat 09:21

Gotinek heye ku dibêjin “qiraltiya ku bi darê zorê tê meşandin temenê wê zêde dirêj nîne

Vaya mînaka vê gotinê jî li ber çavê me
desthilatdariya Erdogan û hevkarên wî diyar dibe. Ev gotin tam ji bo ku îro
feraseta Erdogan bide diyarkirin hatiye gotin . Em hemû jî dibînin, her roj li
ber çavên me ew qas mirovan qetil dike, girtîgeh tijî kurd kirine, her roj ew
qas mirovan winda dike. Ev hemû jî rêbazên Erdogan ku ji bo temenê xwe dirêj
bike di Rojhilata Navîn de terorê dimeşîne. Jixwe ya dike terore. Belê,
desthilatdariya ku dixweze bibe qiralê tevahî Rojhilata Navîn û ala xwe li her
derê bihejîne, bi xwîna zarok û jinanan dixweze temenê xwe dirêj bike. Ji bo ku
temenê xwe dirêj bike û xwe li Rojhilata Navîn serwer bike serî li hemû rêbazên
tinekirinê dide.

Bi DAÎŞA ku nekarî di Kobanê de Gelê Kurd tine bike bû
rûreşiya tevahî cîhanê, îro jî dixwaze destkeftiyên ku Gelê Kurd di Rojava de
bi dest xistine tine bike.  Ji bo van
destkeftiyan bidest bixe,  wan tang û
topên xwe  bi ser wî gelî de dibarîne.
Qetliyam li ser qetliyamê pêktîne. Hebûna Gelê Kurd ku her roja diçe li cîhanê
belav dibe û dibe xwedî nasnameyek navnetewî, wî ji hêzê dixine. Ji ber vê jî
hemû rêgez û sînorên şer derbas kirine. Her carê bi çeteyên xwe yên ku bi
zihniyeta faşîst avakirine û nekarîn di Kobana berxwedêr de serkeftinê bi dest
bixin, êrîşî hebûna Gelê Kurd dikin. Vaya em di nav êrîşên dijî mirovahiyê de
ku li ser Efrînê  dibînin ku ka kî
terorîst e. Yê ku her roj ji bo temenê xwe dirêj bike û bibe qiralê Rojhilata
Navîn, li Efrînê qetliyaman pêktîne. Gelo çima kes vê terora ku tê meşandin
nabîne?  Ji bo wan jin, zarok, pîr û
kalên ku dide ber topan dibêje “terorîst . 
Ka binêrîn di vê meydanê de kî terorê dimeşîne li ser civakan. Ew bi xwe
di vê meydanê de terortî û hovîtiyê dimeşînin. 
Em bawerin, ji binkeftinê êdî gotinên xwe jî şaş dibêjin. Yanî ji bo wan
zarokan dibêjin “terorîst in .

                Tişta herî bi sosret jî navê
operesyona xwe kiriye Çiqa Zeytûnê. Çîrok û çarenûsa çiqa zeytûnê li rûxarê
Efrînê dubare dibe. Bêguman baweriya min bi dubarekirina dîrokê nayê.
Dubarekirin di kesên ku nizanîn dîrokê bixwînin de pêk tê. Çiqa zeytûnê weke tê
zanîn hew ne sembola aşitiyê ye, di haman demê de sembola berevajikirin û ya
şer e jî.  Aşitî vediguherînin sembola
şer. Weke tê zanîn li Romayê ku di heman demê de xwedayên şer û xezebê bûn,
taca çiqa dara zeytûnê ya zêrîn dixistin serê xwe. Ev tac ji serê jinê rakirin
û danîn ser serê xwe. Ev çîrok di kesayeta Erdogan de dubare dibe. Dixwaze tacê
ji serê Ş. Avêsta rake û têxe serê xwe.

                Tê gotin ku dara zeytûnê dikare
200 hezar salî li ber xwe bide. Kê ev darên zeytûnê li Efrînê çandine em
nîzanin. Dibe ku ev sedhezar sal be li wir bin. Mîna hebûna Gelê Kurd ya li ser
vê xakê. Îro dibêjin ku Efrîn ne ya Kurda ye. Êy Erdoxanê şêt, temenê dara
zeytûnê di heman demê de temenê Kurda ye jî. Ji darekê daristanên zeytûnan
çêbûn. Ji eşîrekê netewek Kurd çêbû û hîn jî şahîdê bêhna zibla espên bapîrên
we ne. Li gel temenê wan hîn zibla hespên bapîrên we şil e. Gelo ew cihê qesra
te lê ye ya kê ye? Gelo hinek bêjin ev cihê qesra te lê ye berê welatê me bû tê
çi bersivê bidî? Tu niha rabûyî şiretên kîjan ax ya kê ye li xelkê dikî. Gelo
ev nederûniya vaşartina dagirkeriyê ye. Ev derûnî di êrîşa Efrînê de dubare
dibe.

 Ji bo ku xwe pîr û
pak bidin nîşan, dibêjin “em ne dagirkerin, 
zerarê nadin gel û ti eleqeya me bi gel re nîne . Lê belê ji ber ku şerê
Erdogan tinekirina Gelê Kurd û azadîxwaza ne yên ku herî zêde dibin hedef jî
gelên herêmê ne. Ti mafê Erdogan nîne ku bi tang  û topên xwe êrîşî Efrînê û gelê wê bike.  Jixwe şerê wî jî ma hemû ne ji bo tinekirina
vî gelî ye?  Li hemberî wî çi zarok û çi
jî jin bin ferq nakin. Dema mijar dibe kurd çavên wî di serê wî de sor dibin û
hema xwîn difûre. Helbet ji bo ku vê kirêtiya xwe pîr û pak bide nîşan, li ser
çapemeniya xwe, xwe mîna milyeketan didin nîşan. Çapemeniya wî ji bo wî perdeya
herî qayîme ku rûyê wî yê rast diveşêre.

          Ji roja ku
Erdoganê faşîst desthilatdarî xistiye destê xwe heta roja îro, hemû hewldan û
armancên wî ew in ku Gelê Kurd tine bike û xwe di Rojhilata Navîn de bike
xweda. Lê belê em hemû jî dizanin  cîhan
yek rengî nameşe û yek rengî ava  jî
nebûye. Lewma yek hevsengiya Rojhilata Navîn jî 
Gelê Kurd e.  Gelê Kurd jî rengek
ji vê cîhanê ye.  Helbet mafê wî jî yê
jiyankirinê heye. Ew jî bi reng, nasname û çanda xwe dixwaze bijî.  Lê belê di encama van êrîşên ku li ser Efrînê
tên meşandin de em dibînin ku hêrsa Erdogan a li hemberî Gelê Kurd çi qas
mezine û hema ji çavên wî agir dibare. Mîna gurê har daketiye meydanê û her roj
bi wî devê xwe yê bi xwîn êrîşî bajarekî dike. 
Dîrokê ji holê radike. Çanda mirovahiyê ji holê radike. Çanda herzar
salî bin ax dike û hemû nirxên mirovahiyê bin pê dike.

                Helbet yên ku xwedî vê çand û
nirxên mirovahiyê jî derdikevin û diparêzin jî nahêlin ew Erdoganê terorist û
dagirker di Rojhilata Navîn de cî bibe û temenê 
xwe dirêj bike.  Em hemû jî
dizanin çavkaniya hêza wî balafir û topên wî ne. Hêza wî çet û balafirên wî ne.
Bi hemû teknîka ku bin çengên xwe pê dinepîxîne, dixwaze vîna Gelê Kurd bişkêne.
Em bawerin ji Kobanê ders negirt. Vîna Gelê Kurd hêj nas nekiriye.  Baş e, 
ger vîna berxwedêran  hêj nas
nekiribin, wê di BERXWEDANA SERDEMÊ de nas bikin. Gelê ku ev 20 rojin li
hemberî hemû êrîşên hewahî û bejahî bi çaka ferdî ya di destê xwe de bi vîna
xwe li ber xwe dide, wê xeyal û qirarltiya Erdogan yên li ser axa Kurdistanê û
Rojhilata Navîn vala derbixîne. Gelê Kurd heta niha ti carî bi teknîk û
feraseta wî ya faşîzane bin neketiye. 
Berevajiyê wê bi vîna xwe heta dawiyê li ber xwe daye. Heval Avesta
Xabûr peyama destpêkê dayê.

Kajîn Botan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaberDideerdoganHemberiHemukukurdiKurdishkurdistanLekolinLITankenTurkishTürkiyeVinaXwe
Önceki yazı

Têkbirina Komploya 15’ê Sibatê Têkbırına Hemû Faşîzmê Ye

Sonraki Haber

Gülen’in Yeşil Türkçü-İslamcılığı Kürdistan’a Zehir Saçıyor

Benzer Haberler

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek
مقالات

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

8 يناير 2023
Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi
مقالات

Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi

4 يناير 2023
Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları
مقالات

Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları

21 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
Gülen’in Yeşil Türkçü-İslamcılığı Kürdistan’a Zehir Saçıyor

Gülen’in Yeşil Türkçü-İslamcılığı Kürdistan’a Zehir Saçıyor

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist