• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تحديثات

Ji Bo Darvekirina Şêrko Mearifî Çend Demjimêr Man!

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تحديثات
255 3
A A
Ji Bo Darvekirina Şêrko Mearifî Çend Demjimêr Man!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

30 Nisan 2011 Cumartesi Saat 13:58

Girtiyê Kurd ê siyasî ku biryar e 1’ê Gulanê were darvekirin Şêrko Mearifî duh di hucreya takekesî de hat bicîkirin.

Girtiyê Kurd ê siyasî ku biryar e 1’ê Gulanê were darvekirin Şêrko Mearifî duh di hucreya takekesî de hat bicîkirin. Hat diyarkirin ku Mearifî ji ber biryara darvekirinê roja 28’ê Nîsanê dest bi greva birçîbûnê kiriye Herwiha ji pêkanîna biryara darvekirinê tenê çend demjimêr mane.

Li gor agahiyên dawî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, Şêrko Mearifî li dijî biryara darvekirinê ji 28’ê Nîsanê ve, li girtîgeha Seqiz dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û niha jî di hucreyê de hatiye bicîkirin. Bavê Şêrko Mearifî, ji bo betalkirina cezayê darvekirinê banga hestiyariyê li rayagiştî û rêxistinên parastina mafê mirov kir.

Hat ragihandin jî ku rayedarên Dezgeha Dadê ya Îranê, 28’ê Nîsanê di derbarê pêkanîna cezayê îdamê yê Şêrko Mearifî de, civînek 2 demjimêran li dar xistine. Hat ragihandin ku Şêrko Mearifî li dijî rewşa xwe ya ne zelal ya li girtîgehê, ji 28’ê Nîsanê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

RAYEDARAN BIRYARÊ GOTÛBÊJ KIRIN

Li aliyekî din derket holê ku, roja 28’ê Nîsanê, li Serdozgeriya Seqiz, di navbera saet 8 û 10ê sibê de, bi beşdariya serdozger “Cebarî”, dozger “Kuşkî” û dadgerê dosyayê “Şerîfpûr” civînek pêkhatiye ku tê de biryara darvekirinê hatiye nîqaşkirin. Di derbarê biryarên di civînê de hatine girtin de tu agahî bi dest neketin.

BAVÊ MEARIFÎ BANGA HESTYARÎ KIR

Dewleta Îranê xwe amade dike mohra xwe li bin hovîtiyek din bide û 1ê Gulanê girtiyê kurd yê siyasî Şêrko Mearifî li pêşa çavê hemû cîhanê darve bike. Dîwana Bilind ya Îranê, dosyaya Mearifî 27ê Nîsanê ji bo pêkanîna ceza paşde şand girtîgeha Seqiz û lo vê yekê, ew êdî dikare her kêlî were darvekirin

Bavê Şêrko Mearifî, ji bo betalkirina cezayê îdamê banga hestiyariyê li raya giştî û rêxistinên parastina mafê mirov kir. Malbata Mearifî ku roja darvekirina kurê wan 1ê Gulanê her ku diçe nêzîktir dibe, di nav tirsek mezin de, ji bo betalkirina cezayê îdamê, banga alîkariyê li raya giştî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir.Bavê Şêrko Mearifî, Seîd Mearifî ku duh daxuyaniyek da, diyar kir ku kurê wî bê sûc e û bang li rayedarên dewleta Îranê jî kir ku vê biryara xwe ya neheq paşde bistînin.

Roja 28’ê Nîsanê jî parêzerê Şêrko Mearifî Mihemed Seîd Şêxî ragihandibû ku Dîwana Bilind ya Dewletê, îtîraza wan ya li biryara darvekirinê redkiriye û dosya ji bo pêkanîna ceza şandiye girtîgeha navendî ya bajarê Seqiz.Şêxî her weha gotibû ku, êdî li gor prosedûra hiqûqî, Şêrko Mearifî dikare her kêlî were darvekirin.

Dadgeha rejîma Komara Îslamî ya Îranê dabû diyarkirin ku ew ê siyasetmedarê Kurd Şêrko Mearifî bi hinceta li dijî Xwedê rabûy û Têkiliya wî bi partiyek Kurd re heye di roja 1’ê Gulanê de bi dar ve bikin.

NAMEYA ŞÊRKO MEARIFÎ

“VÊ RIYÊ BI MIN DESTPÊNEKIR Û WÊ BI MIN JÎ BIDAWÎ NEBE”

Şêrko Mearifî 15ê Nîsanê, xîtabî raya giştî ya Kurdistanê û saziyên parastina mafê mirov, ji girtîgeha Seqiz nameyek şandibû..

Mearifî ku di nameya xwe de banga alîkariyê li saziyên parastina mafê mirov yên navdewletî kir her weha got:

“Vê rêyê bi min destpê nekir û wê bi min bidawî jî nebe”

Tav germahiyê pêşkêşî tiştekî dike ku serê xwe ji bin axê derxistibe. Li welatê baran, çiya, birûsk, senger, gule û qehremantî, êşkence û îdam, li welatê berxwedan û raperînê, ji erdnîgariya berfireh ya mirovahiyê heta bi jiyana li gel birîn û hawarên doh û îro, li gundên xerakirî, ciwanekî roja kû bê nefes hatiye hiştin, şahidê zilm û hêsirên kedê me…

Beriya her tiştî, ji bo hemû hewldanên wan yên ji bo xwe, ez spasiyên xwe pêşkêşî rêxistinên mafê mirov, çalakên medenî, siyasî û çandî yên navneteweyî û Kurdistanê dikim…

Ez Şêrko Mearifî, ku ev demek dirêje li girtîgehê têm ragirtin û wekî hemû girtiyên din yên siyasî, ji ber doza şoreş û berxwedanê, wekî yek ji mîratgirên karwanê vî gelê ku tenê bi stranên xwe yên Ahûrayî zindî ye, gelek êşkence li min bûn…

Van hewldanên min, ji pêsîra dayika min heta bi çiyan, her ji destpêkê ve, bi perwerdeyek şoreşgerane dewam kirin… Hewldanên naskirina nasnameya min ya hatî dizîn, di bin zextên piralî de, di nav goşt, çerm û hestiyên min de her diçûn û dihatin…

Bi hêza xwe û bêyî ku li benda berjewendiyekê bim, ji hemû xweşiyên cîhana modern dûr, min li hember dûbare jiyana vala ya mirovahiyê min şoreş hilbijart.

Ev rêya ku bê min destpêkir, wê bêyî min jî berdewam bike. Ev berxwedana ku bi salane li bendên girtîgehan serî rakiriye û sînor derbaskirine, li çar goşeyên vê cografyaya mirovahiyê bi rêve diçe û ranaweste.

Em girtiyên siyasî, yên ji hemû çîn û tebeqeyan, em ê bi her hukmî, di berdewamkirina vê yekê de bi israr bin…

Wekî hun agahdarin, 22ê Adarê, wekî mizgîniya Newrozê, bêyî ku parêzerê min agahdar bikin, karbidestên girtîgehê ji min re gotin ku ewê 1ê Gulanê min darvebikin.

Pêkanîna ceza êdî her kêliyê dikare pêk were…

Ez bi vê nameyê dixwazim, carek din, spasiya hemû dem û dezgehên parastina mafê mirov û sazî û çalakên civaka sivîl ku ji bo betalkirina cezayê min yê darvekirinê hewl dan dikim…-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Newsweek: Kimyasal Silah Delilleri Güçlü

Sonraki Haber

21-30 Nisan 2010 Kronolojisi

Benzer Haberler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor
تحديثات

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

5 مايو 2020
NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor
تحديثات

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 مايو 2020
Başkanlık Rejimi ve Ekonomi
تحديثات

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 مايو 2020
Sonraki Haber
21-30 Nisan 2010 Kronolojisi

21-30 Nisan 2010 Kronolojisi

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist