• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تكنولوجيا

Teknolojî û kurdî

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تكنولوجيا
259 5
A A
Teknolojî û kurdî
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

17 Mart 2010 Çarşamba Saat 15:41

Ji bo meşandina karekî wisa bibandor lê ewqas jî hêsan, bi qasî jidilbûn û dilxwaziya kesên ku dê vî karî bikin

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Ji bo meşandina karekî wisa bibandor lê ewqas jî hêsan, bi
qasî jidilbûn û dilxwaziya kesên ku dê vî karî bikin, divê ev kar ji hêla kesên
xwedî payeya biryardariyê ve hêja û birûmet bên dîtin

Serdema ku em niha tê de dijîn, serdema teknolojiyê ye. Bi
saya pêşketina teknolojiyê gelek karên ku gelek hêz û lêçûn dixwestin bi hêsanî
pêk tên. Ev hêla erênî ya teknolojiyê ye.
Eger em dibêjin ‘hêla erênî ya teknolojiyê’ nexwe ‘hêla neyînî ya
teknoloji
yê’ jî heye. Teknolojî jî wekî ‘zanîn’ê eger li dijî
berjewendiyên mirovahiyê bê bikaranîn, ne baş e.

Di cîhana îro de, teknolojî herî zêde di bin desthilatdariya
artêşan de ye. Gelek hilberînên ku niha ji bo bikaranîna mirovan ketine bazarê
-ji miqilkên teflon bigire heta projeksiyon û înternetê- pêşî ji bo xizmeta
leşkeriyê hatine dahênan û piştre ketine bazara mirovan.
 Eger em ji bo me kurdan mijarê bigirin
dest, em dikarin ji xwe re qala El Cezîrî bikin ku ji hêla hemû cîhanê ve wekî
yekemîn kesê li se
r robotan xebitiye tê qebûlkirin û xwe pê bipesinînin
her wekî em rewşa wêje û weşangeriya kurdî ya îroyîn nabînin û timî qala Xanî,
Cizîrî, Baba Tahir û hwd. dikin. Lê ji bo ku em rastiyê bibînin divê em li
rewşa xwe ya îro binêrin.
Ji bo bandorên teknolojiyê yên li ser kurdan û kurdî, em ji
televîzyonê ku yek ji amûrên teknolojiyê yên herî berbelav e dest pê bikin û
piştre kompîtur û înternet û pê re pê re em dikarin heta amûrên din ên
ragihandinê herin.
Televîzyon bi
nûçe, bernameyên nîqaşan, fîlm, belge
fîlm û gelek bernameyên cuda yên ji
bo mezin û biçûkan amûreke gelekî hêja ye ji bo mirovan. Lê dema em ji bo me
kurdan nêzî mijarê bibin, rewş ji erêniyê vediguhere neyîniyê. Televîzyon li
bajarên bakurê Kurdistanê piştî salên 80’yî belav bû û niha hema bêje di her
malekê de televîzyon heye. Televîzyona ku diviya civakê ‘bi pêş ve’ bibe, bûye
amûra herî bi hêz a asîmîlekirina kurdan. Asîmîlasyona ji avabûna komarê heta
salên 80’yî pêk hatî, bi qasî nîvê asîmîlasyona çend salên li dû hatina
televîzyonê, pêk nehatiye.

Jê wêdetir televîzyon bûye amûreke ku dijberiya kurdî û
kurdayetiyê dixe dil û mejiyê kurdan.
Ev mînaka ji bo televîzyonê, ji bo dahênana herî pêşketî ango ji bo
kompîtur -û înternetê jî lê ye. Dema em îro bala xwe didine ser înternetê, em
dibîn
in ku cîhaneke nû ya nîgaşî li ser înternetê hatiye pê. Û her milet
bi zimanê xwe di vê cîhanê de cih digire. Ango kompîtur û bername û tiştên din
ên li ser înternetê bi zimanê xwe bi kar tînin. Ji bo wergerandin û çêkirina
pergal û bernameyên kompîtur û înternetê, ji hêla dewlet, zanîngeh, sazî û
komên gelek gelan ve budçe tê terxankirin. Lê mixabin em nikarin ji bo kurdî
qala pêkanîna xebateke bi rêk û pêk bikin.

 

– Tenê xabata Koma PCKurd heye lê ji ber ku bêxwedî maye,
xebatên dikin nayên dîtin.

 

– Ji ber vê jî, em mecbûr dimînin ku di vê cîhana nîgaşî de
bi zimanên din cî bigirin.
Di cîhana komputergeriyê de herî zêde ji bo pergal û bernameyên
Çavkaniya Azad ên bi lîsansa GPL (General Public License – Lîsansa Giştî ya
Cemaweriyê) pere tê terxankirin. Lî
nux ku pergaleke gelekî pêşketî û
bikêrhatî ye û xwedî lîsansa GPL’ê ye ji hêla gelek dewlet, şîrket û saziyan ve
tê bikaranîn û destekirin. Hin ji wan ev in: Dewleta Federal a Brezîlyayê
piştgiriyê dide Linuxê. Li dibistanên herêma Kerala a Hindistanê perwerdehî bi
Linuxê tê dayîn.

Artêşa Rûsyayê ji bo xwe, li ser bingeha Linuxê pergalek
diafirîne û dê wê bi kar bîne. Her wiha Dewleta Çînê li hemû sazî û dezgehên
dewletê bikaranîna Linuxê ferz dike. Wekî din, dewletên wekî Awisturya, Fransa,
Almanya û gelek dewletên din ji bo ku bi temamî derbasî Linuxê bibin dest bi
xebatan kirine. Jixwe gelek dewlet, wekî ku li Tirkiyeyê Artêş ji bo xwe Linux
daye çêkirin û wê bi kar tîne, Linuxa xwe çêdikin û wê bi kar tînin.
Hema bêje tevahiya zanîngehên li ser rûyê
cîh
anê û şîrketên wekî Google, NASA,IBM, Yahoo, HP, Boeing, HSBC,
CitiBank, Sony Ericsson, Nokia, Siemens, Samsung, Motorola, General Motors,
Hyun, Oracle, EToys, Tübitak, Troll Tech Linuxê bi kar tînin û bi awayekî
piştgiriyê didin pêşdeçûna Linuxê. Ji bilî van dewlet, sazî û şîrketan, Windows
bixwe jî li gelek saziyên xwe Linuxê bi kar tîne.
Gelek pergal û bernameyên GPL’ê ji hêla
PCKurd.Netê ve hatine wergerandin. Bi qasî bernameyên ji bo Lînuxê, bernameyên
ji bo Windowsê jî li kurdî hatine wergerandin. Dig
el ku lêçûna vî karî
-karê kurdîkirina teknolojiyê- pir e û ji bo pêkanîna wî enerjiyeke mezin
pêwîst e, çend ciwanên kurd bê piştgirî û destek, tenê bi dilxwazî vî karî
didin meşandin. Lê dema em li encamê dinêrin, encam gelekî trajîk e. Wekî
mînak: pergala Ubuntuyê ku bi xalên felsefeya xwe yên wekî ‘Divê nivîsbarî
bêpere bin.
Amûrên
nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin. Mirov divê ji
bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de bikaribin azad bin’ di nav
pergalên Lînuxê de
pergala herî bikêrhatî û pêşketî ye.

Lê ev pergala digel gelek bernameyên ji bo înternet, ofîs,
muzîk û vîdeoyê li kurdî hatiye wergerandin, tenê ji hêla hin kesan ve tê
bikaranîn. Mînakeke din jî Mozilla Firefox e ku li seranserê cîhanê textê
Înternet Explorera Microsoftê hejandiye. Ev bernameya ku geroka herî lezgîn û
ewle ye digel gelek zimanan, ji mêj ve bi kurdî jî xizmetê dide.

Lê li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî bi qasî
hejmara bikarhênerên Firefoxa almanî û rûsî tune. (Ma ji dil jî li Tirkiyeyê
hejmara alman û rûsan ji ya kurdan pirtir e?)
Sala borî, di hêla teknolojiya kurdî de sê tiştên hêja pêk hatin
telefona bi kurdî, kombiya bi kurdî û klavyeya bi kurdî. Digel ku buhayê
klavyeya kurdî ne giran e, mixabin ez hê jî li tu derê laqî
kompîtureke
ku klavyeya wê bi kurdî ye nehatime. Ji klavyeya kurdî zêdetir, telefon û
kombiya kurdî ji bo ku kurdî careke din bikeve nava civakê, xebatên hêja ne.
Asta bikaranîna kombiya kurdî nizanim lê ji bo telefona kurdî, dikarim bêjim ku
têkçûneke mezin bû ji bo kurdî.

Xebateke ku ji bo kurdî gelekî hêja bû, bi îflaskirina
şîrketa ku telefonên kurdî difiroşe, têk çû.
Ji ber ku ev çend hebek karên ji bo kurdîkirina teknolojiyê bêxwedî
man û têk çûn, êdî di vî warî de tu pêşketin xuya nake. Lê eger wekî

seydayê Ehmedê Xanî gotî, bazar ne kesad bûya û xwediyên kurdî hebûna, ji
menuyên televîzyonan û DVD playeran heta Ipodan û ekranên mîhengan ên makîneyên
cilşo û firaqşoyan û pêlîstokên zarokan ên ku dipeyivin dibûn kurdî.


Ji bo meşandina karekî wisa bibandor lê ewqas jî hêsan, bi
qasî jidilbûn û dilxwaziya kesên ku dê vî karî bikin, divê ev kar ji hêla kesên
xwedî payeya biryardariyê ve hêja û birûmet bên dîtin. Nexwe, komek ciwanên
dilxwaz dikarin rabin û di nava demekê de bêyî ku ji tu kesî û tu derê piştgiriyekê
bistînin van karan hemû pêk bînin. Lê ji ber ku ew kes û ew kar dê bêxwedî û
xudan bimînin, dê tu wateya vê kedê tune be. – 
YeniÖzgür Politika

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

 

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Hejmara Malperan Gihîşt 300 Mîlyonî

Sonraki Haber

“Ben Halkımı Tanırım!

Benzer Haberler

KÜRT HACKER GRUPLARI 15 AĞUSTOS’U ERKEN GETİRDİ!
تكنولوجيا

KÜRT HACKER GRUPLARI 15 AĞUSTOS’U ERKEN GETİRDİ!

15 مارس 2020
YAŞAMA ELVERİŞLİ 2 GEZEGEN KEŞFEDİLDİ
تكنولوجيا

YAŞAMA ELVERİŞLİ 2 GEZEGEN KEŞFEDİLDİ

15 مارس 2020
İNSANSIZ HAVA ARAÇLARINA DAİR BİLİNMEYENLER YAKINDA SİTEMİZDE!
تكنولوجيا

İNSANSIZ HAVA ARAÇLARINA DAİR BİLİNMEYENLER YAKINDA SİTEMİZDE!

15 مارس 2020
Sonraki Haber
“Ben Halkımı Tanırım!

“Ben Halkımı Tanırım!

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist