• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام مقالات

Perdeya Li Pişt Covîd-19

Vîrusa Covîd-19 di hemû cîhanê de dengek ve da. Lê sedema deng vedana wê ne kuştina mirovan bû. Sedema deng vedanê teoriyên "pergala cîhanê nû dibe" bû.

Yayınlayan Lekolin
5 مايو 2020
Kategori: مقالات
300 20
A A
Perdeya Li Pişt Covîd-19
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Vîrusa Covîd-19 di hemû cîhanê de dengek ve da. Lê sedema deng vedana wê ne kuştina mirovan bû. Sedema deng vedanê teoriyên “pergala cîhanê nû dibe” bû. Bê guman ev ne bê bingehin û ne mijarên wisa badil hewa ketine rojevên welatan e. Sedema guherînên welatan piraniya xwe ji ber aborî yê ye. Çerxa kapîtalîzmê êdî nazivire û pêwîstî bi guherîneke bingehîn heye. Herî kêm ên welatên Ewrupa bi vî rengiye. Çerxa wan a aborî êdî nazivire û gelek welat di tengasiyê de ne. Sedema derketina Îngilîstanê ji Yekitiya Ewrupa yek jê eve. Amadekariya cîhana nû dikir û di encamê vê yekê de jî biryara derketina ji Ewrupa da. Bandora vê yekê a li ser Hîlala Zêrîn (bi navê nû Rojhilata Navîn) çiye gelo? Sedema bi hêz bûn û serweriya xwe di cîhanêde belavkirina van hêzan, aboriya welatan xistina bin destê xwe bu. Bi awayekî hîn zelaltir, welatên Ewrupa bi riyên kompanyayên xwe welatên Efrîka dagir kir, çerxa aboriyê xist bin destê xwe û wisa bi giştî dîl girtin. Niha jî welatên ku di Hîlala Zêrîn de çavkaniyên xwe zêde ne, rêyên tîcaretê ên li deryayên din vedikin ango dikarin bibin pira herî nêz ên di navbera welatên din jî bûne yek ji armanca ev pergela kapîtalîst. Di vê rêyê de çi tişt nîne ku nedin. Ji bo ku dagir bikin aborî bi dest bixin û bi giştî wê welatê û welatiyên wê dîl bigre, tû tiştekî ku nikaribe bike nîne. Pergala pereyan, mixabin rumetê nas nake. Ên vê yekê tînin serê vê cîhanê jî bi giştî 20 malbat hene an jî nînin. Lê mijara me ne ev malbatin.

 

Pergal Wê Çawa Nû Bibe?

Di ev çarçoveya me behs kirîde, bingehek ji bo guhertina sînorên Hîlala Zêrîn de jî ev demeke xûya dike. Qeyrana di navbera Îran û DYA (ABD) hîn jî didome. Her wekî din Qeyrana di Iraq, Surî û herê dawî jî Tirkî de jî hatiye ber derî. Di vê qeyranê de

Aliyê ku herî zêde dikare bikeve bin bandora ev hêzan û ji bo armanca wan pêk were bikevin nava şer, gelê Kurde. Xala hevbeş a ev her 4 welatan 2 ne.

1-Çerxa aboriyê ew ji xwe re kirine qurbanî.

2-Welatê Kurda di nav van 4 welatan de parçe buye.

Ev her du sedem jî di her 4 welatan de mijarên êdî jê re bûye girêka kor û nikare ji navê derkeve ne. Ev yek dikare bibe sedema bi giştî parçebûn û ji hev ketina wan welatan. Pêşî li qetlîamekî pir mezin vebûye. Ji ber ku ne Îran ne jî dewleta Tirk wisa hêsanî nahêlin parçe bibin. Her dû welat jî xwedî artêşin û çekên kîmyevî, giran û hwd. ne. Ev her dû welat jî ji bo ku parçe nebin dikarin bi hemu awayî êrîşan pêk bînin. Li gel evqas rewşan, xeyal û armanca dewleta tirk a ku di Rojhilata Navîn de bi bandor be û mezin be heye

Dewleta Îran jî di heman rewşê de ye. Îran jî, Tirkî jî ji bo dor neyê wê hewil dide şer li derveyî welatê xwe bigire. Niha rewşa berbiçav a ku xûya dike de ev buyera di Zînê Wertê de rû daye heye. Zînê Wertê çima ewqas mezin bû, çima PDK ewqas bi israre, PDK bi kê re çû wir roja ku peşmergeyên PDK çûn Zînê Wertê, di herêmê de tevgerên balafirên keşfê û ên şer zêde bu. Peşmergeyên PDK di bin çavdêriya balafirên keşfê û ên şer de çû herêmê. Ev ne îdîaye. Ji ber ku hin çavkaniyên herêmî di roja ku êrîş li ser gerîlayên PKK hat lidarxistin de gotin hin kesên bi cil û bergên ne leşkerî ên Peşmerge li wir bûn û li ser telsizê bi zimanê tirkî diaxivîn. Têkiliyên di navbera PDK û dewleta tirk de tê zanîn. Di vê çarçoveyê de pêwîstî bi nirxandina nêzikatiyên PDK ji bo tevahî Kurdan û Kurdistanê heye. Wek tê zanîn Eşîra Barzaniyan avakerên PDK ne. Eşîra Barzanî niha malbata herî dewlemend a di Kurdistanê de ye. Wisa ku hemû çavkaniyên aboriyê di bin venêrîna vê eşîrê de dîl e. Me berê gotibu ku welatên kapîtalîst berî ku welatek dagir bikin, bi rêya kompanya (şîrket) ên xwe çavkaniyên ku gelê herêmê xwe li ser dide jiyan kirin bi dest dixin. Mixabin Efrîka bi vî rengî hate dagir kirin. Efrîka di Cîhanê de, di aliyê dewlemendiya bin erdî de yek ji qitaya herî dewlemende lê gelê wê ji birçî bûn, ji tî bûnê her roj dimire. Ên vê yekê dikin, welatên dagirker ên ku xwedî kompanyayane. Lê ev welat di Efrîka da bi destê xwe van kiryaran pêk naynin. Hin welatiyên Efrîka hilbijartin, birin welatên xwe di wirde perwerde kirin, dewlemend kirin û wan rêkirin Efrîka. Ev kes Efrîkî bûn û hemû kompanyayên di Efrîka de dan destê van kesan. Niha di ber çav de Efrîka ji aliyê Efrîkiyan ve tê talankirin û gelê wê jî bi destê wan tê qetil kirin. Lê ê rastî, ew kesin ku Efrîkiyan talan dikin, dikujin, qetil dikin, tî û birçî dihêlin welatên kapîtalîstin. Kesên ku li berçav jî kesên ku koletiya wan qebul kirine ne.

 

Çi Eleqa wê bi Başurê Kurdistan re heye?

Serokê nijadperest ê dewleta Tirk ku bi eslê xwe ne Tirke Tayîp Erdoxan berî çend salan, di weşaneke zindî de anî bû ziman ku ew hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, parçekirina welatên Hîlala Zêrîn e. Bi parçebûna van welatan re Hîlala Zêrîn xistina bin venêrînê, hîn hêsantir dibe.

 

Çima?

Dewletên biçuk çêdibin. Di dema şerê ku rê bide de bi rêya kompanyayên xwe û hêzên girêdayî armanca wan re (Wek PDK û hwd.) hewil bidin hemu çavkaniyên bin erdî bixin destê xwe. Çavkaniyên bin erdî jî aboriya welatane. Bi dest xistina çavkaniyan jî bi dest xistina aboriyê ye. Wekî ku di Efrîka de pêk hat, Aborî bikeve bin venêrîna van kompanyayan, wekî ku slogana wê tê avêtin “Azadî” nayê. Hîn zêdetir bindestî tê û tişta di dest de dimîne jî destê me ye. Êrîş birina ser Qendîl û herêmên gerîla, bi destûr dana hêzên emperyal pêk tê. PDK tenê maşayê vê yekê ye. Lê maşayekî ku zû bi zû nakeve nav agir. Ji ber ku hêza li hember PDK jî Kurdin. Ger ku ev hêzên Kurd êrîşê PDK bikin ev di çapemeniyê de û di civakê de bibe sedema aloziyekî pir mezin. Mixabin PDK jî, vê yekê dizane û bi dil rêhetî û bi hêsanî bi ser herêmên Gerîla de li gel di berçav de Dewleta Tirk, lê di rastî de bi hêzên emperyal re hevkariyê li dijî PKK dike. Pêwîste bê zanîn, Dewleta Tirk di hûndir de serwere, di derve de “maşa” ye. Hêzên emperyalîst bi kar anîna ebdên xwe (Tirk, PDK û şîrikên wan) êrîşê PKK dikin.

Êrîşên li ser PKK pêk tên bi armanca tasfiyekirina birdoziya wê ango bi giştî tasfiyekirina wê ye. Di rewşa niha de Dewleta Tirk PKK ji bo xwe wek xeteriyekî dibîne. Sedema xeter dîtina wê jî, desthilat û fikra ku xwe li ser didin jiyan kirin bi derketina PKK pûç bu. PKK desthilat û fikrê tirkîtiyê ji holê radike. Yek ji xeter dîtina wê jî, armanca parçekirina Tirkiyê ji aliyê hêzên xwedî Projeya Rojhilata Navîn A Mezin e. Di rewşa niha de tenê ji ser yek hêzê ve Tirkî dikare bê parçekirin, ew jî PKK ye. Lê piştî PKK armanc û hedefa xwe nûjen kir, êdî ji bo hemu desthilatên ku niha di Hîlala Zêrîn de serwerin û welatên dixwazin Hîlala Zêrîn parçe bikin de wek xeterî tê dîtin. Armanca PKK tû desthilatekî ku xizmeta civakê nake û xwezaya wê nake, qebul nake. Fikrên ku niha di Hîlala Zêrîn de bune sedema qeyranekî pir mezin a mirovî jî, tû car xizmeta civakê û xwezaya wê kirinê napejirîne. Di giştî welatên Hîlala Zêrîn de, di navbera çînên dewlemend û hejar de ferqekî pir mezin çê buye. Wisa ku çînên hejar ji birçîbûnê xwe dikujin ango heta dawiya emrê xwe ji ebdîtiyê re razî dimînin.

Di ev çarçoveya tê jiyankirin de destgirtina êrîşên li ser PKK ji aliyê Dewleta Tirk û PDK ve, rûyê veşartî derdixe ronahiyê. Di Tirkî de ferqa gelê hejar û kesên dewlemend di van salên dawî de gihiştiye lutkeya herî jor. Di ev çend salên dawî de jî nijadperestî xwe bi giştî daye der û her tişta dixwaze bi destê hevkarên xwe ên çîna dewlemend bi cîh tîne. Di Başurê Kurdistan de jî heman rewş heye. Tesfiye kirina PKK ji her alî ve di berjewendiyê Dewleta Tirk de ye. Ji ber ku PKK hem li dijî nijadperestiyê ye hem jî li dijî dewlemendî û hejar hîştina gele. Armanca PDK bi giştî tasfiyekirina PKK nîne. Armanca PDK xistina bin venêrîna xwe ye. Wisa ku armanca hêzên emperyal jî eve. PDK hewil dide Kurdistan ji bo derve bi nijadperestiyê xwe biparêze di hûndir de jî bi lîberalîzmê ferqa çînên h/eyî biparêze.

 

 

Zînê Wertê

Di sala 96’an de PDK bang li Seddam’ê kujer kir ku bikeve Hewlêrê û Seddam di 31’ê Tebaxa 1996 de tevî tang, top û çekên giran ketibu Hewlêr’ê. Salên destpêkê ên rizgariya Başur bu û pêwîst bu ku hêzên Kurdistanî bi yek bin û li hember dijminên xwe li berwxe bidin. Ji ber ku Dewletên wek Îran, Tirkî û Surî hewil dida Başurê Kurdistan ji dest kurdan derxe. Lê li gel ku yekitî pêk nehat, hêzên Kurd ketin pey berjewendiyên xwe ên eşîrî û şerekî ku dijmin li ser kurda hîn bi hêztir dike kirin. Ji wê salê 24 sal derbas bû û niha jî PDK di heman çarçoveyê de tevdigere. PDK bi hevkariya qetlîama Helepçe Hewlêr girt, niha jî bi hevkariya dijminê tevahî kurdan Dewleta Tirk xist axa Başurê Kurdistan da ku wê bi hêz bike. PDK 24 sal berê Seddam anî Kurdistanê û niha jî Dewleta Tirk anî. Çawa ku hatina Seddam a Kurdistanê qetlîamekî din li ser Kurdan anî, gelek tişt bi Kurdan da wendakirin û tû berjewendiyekî gelê Kurd jê derneket. Bi hatina Dewleta Tirk jî wê tû berjewendiyekî nede gelê Kurd. Berovajiyê wê, Başurê Kurdistan tev dikeve bin xeteriyê.

Xeyalên PDK ku piştî PKK ji herêmê derket, wê Dewleta Tirk jî derkeve pûç in, pêk nayên. Dijminê gelê Kurd, bi tû awayî di berjewendiya gelê Kurd de leşkerên xwe neaniye Kurdistan! Zînê Wertê xwesteka dûbarekirina ew pratîka 31 ê Tebaxê 1996 ane. Lê wê encam ne wekî wê salê be. Piştî şerekî ku di navbera Kurdan de rû da ên ji vê yekê bi serkeftî derkeve ne Kurdin. Xweserî û azadiya Kurdan bi destê DYA, Dewleta Tirk, Îngilîstan û hwd. pêk nayê. Ger ku Kurdistan bi destê van bê avakirin, ji Efrîkaya nû zêdetir tû ristekî wê namîne. Covîd-19 encamê qeyranekî ye, raste û perdeya li pişt Covîd-19 jî hewildana tûnekirina hêviyên azadiyê ên gelên Hîlala Zêrîne!

 

Firat Alî

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Önceki yazı

1 Mayıs Kutlu Olsun!

Sonraki Haber

Kapitalizm Kendi Bunalım ve Kanında Boğulacaktır

Benzer Haberler

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek
مقالات

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

8 يناير 2023
Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi
مقالات

Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi

4 يناير 2023
Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları
مقالات

Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları

21 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
Kapitalizm Kendi Bunalım ve Kanında Boğulacaktır

Kapitalizm Kendi Bunalım ve Kanında Boğulacaktır

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist