04 Temmuz 2018 Çarşamba Saat 10:17 // Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
Çeteyên OSO Welatiyek Di bin Îşkencê De Kuştin

Efrîn – Çeteyên OSO welatiyê bi navê Mihemed Îbiş (65) a ji gundê Hec Xelîl a girêdayî navçeya Reco revandin. Hat diyarkirin ku çeteyan ji malbatê fidye xwest lê ji ber malbat nikaribû bide bi îşkenceyê hate kuştin.

Efrîn – Çeteyên OSO welatiyê bi navê Mihemed Îbiş (65) a ji gundê Hec Xelîl a girêdayî navçeya Reco revandin. Hat diyarkirin ku çeteyan ji malbatê fidye xwest lê ji ber malbat nikaribû bide bi îşkenceyê hate kuştin.

 

Kiryarên çeteyên OSO ên weke dizî, talanî, kuştin, revandin, îşkence, tecewiz, şewitandin û xirakirin bê navber berdewam dikin. Çeteyên OSO welatiyê ji gundê Hec Xelîl a girêdayî navçeya Efrînê Mihemed Îbiş a 65 salî revandin. Ji bo ku Îbîş berdin 3 milyon pereyê Suriyê fidyê  ji malbatê xwestin. Hat destnîşankirin ku ji ber malbatê nekarî vê pereyî bide çeteyên OSO Îbiş di bin îşkenceyeke hovane de qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

 

Malbata Îbiş diyar kir ku ew ji nava gund di saetên sibehê de dema diçû nava zeviyê xwe hate revandin û nêzî bîst rojan li gel wan ma. Piştî 20 rojan cenazeyê wî radestî me kirin û ji me re gotin ku qrîza dil jiyana xwe ji dest daye. Her wiha malbatê destnîşan kir ku  şopên lêdanê û şewitandinê îhtîmala ceyran dane laşê wî, de hebûn.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html