15 Mart 2012 Perşembe Saat 17:22 // Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd Destpê Kir

2. Konferansa Ciwanên Neteweyî Kurdistan îro bi beþdarbûna bi sedan delegeyên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Hola Pêþewa ya Hewlêrê dest pê kir.

2. Konferansa Ciwanên Neteweyî Kurdistan îro bi beþdarbûna bi sedan delege li Hola Pêþewa Hewlêrê dest pê kir. Li ser navê komîteya Amadekar Omît Xoþnav axaftinek kir û da zanîn ku civîna ciwanê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê peyameke ji bo partiyê siyasî yên Kurd e. Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî di konferansê de kir û diyar kir ku gelê Kurt yek netew e û mafê çarenûsa jî mafekî rewa ye.

2. Konferansa Ciwanên Neteweyî Kurdistan îro bi beþdarbûna bi sedan delegeyên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Hola Pêþewa ya Hewlêrê dest pê kir. Konferans bi sirûda Ey Raqîp û bi yek xulek rêzgirtin ji bo kesên di têkoþîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

JI BO PARTIYÊN SIYASÎ PEYAM

Li ser navê komîteya Amadekar Omît Xoþnav axaftinek kir û da zanîn ku civîna ciwanê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê peyameke ji bo partiyê siyasî yên Kurd e. Xoþnav got; “ Ez hêvîdar m em bi konferasa Ciwanên Kurd peyamek bidin hemû partiyê Kurdan, ji bo Kongra Neteweyî zû kom bikin û stratejiyek ji bo Kurdan diyar bikin.”

KURD SÎNORAN NAS NAKIN

Di konferansê de li ser navê ciwanên Bakûrê Kurdistan Hesen Topolat axaftinek kir û da zanîn ku Ciwan îro li vir bûne pirek di navbera beþên Kurdistan de . Topolat got; “ Her çendî di navbera Kurdan de sînor hatibin danîn jî Kurd êdî bi hebûna xwe wan sînoran nas nakin û wateya wan sînoran jî nemaye. Ciwanên Kurd îro di 2. Konferansa Ciwanên Kurd hatin cemhev. Ez hêvîdarim ev bibe bingeha Kongra Netewiya Kurd.”

BARZANÎ: TENÊ STRATEJIYEK HEYE, EW JÎ NETEWEYIT E

Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî di konferansê de axivî û diyar kir ku gelê Kurt yek netew e û mafê çarenûsa jî mafekî rewa ye. Barzanî di dewama axaftina xwe de destnþan kir ku êdî di mala Kurdan de yek strateji heye ev jî netewiyet e. Barzanî got; “Perçebûna Kurdan ne xwezayî ye, bi destên dewletan pêk hatiye.”

MAFÊ KURDAN Ê XWEPARASTINÊ HEYE

Barzanî diyar kir ku ew dixwazin Kurd bi gelê heremê re bi birayetî bijîn û wiha dawî li gotinê xwe anî “Mafê Kurdan yên xweparastinê heye. Xweparastin mafekî rewa ye. Kurd heta niha bi gelê Tirk, Fars, Ereb re þer nekiriye, eger þer kiribe bi dewletên deshilatdar re þer kiriye. Ez hêvîdar im em ê Konferansa Neteweyî ya Kurd jî îsal li dar bixin û peyama aþîtiyê bidin hemû cîhanê.”

Barzanî diyar kir ku, ev Konferansa Ciwanên Kurd ya Neteweyî wê peyamê pêþkêþî hemû aliyan bike ku gelê Kurd alîgirê aþtiyê ye û wiha domand; “ Her wiha destê biratî û destayetiyê dirêjî hemû aliyan dikin” û diyar kir ku divê Kurd ji bo wergirtina mafên xwe rêbazên aþityane bi kar bînin.

Barzanî axaftina xwe wiha berdewam kir; “Çek ji bo wê ye ku em pê parastina xwe bikîn, ew jî dema tehdayî li mirov hate kirin. Ji wê zêdetir nabe mirov çekê bi kar bîne.”

ÊDÎ XWÎNA KURDAN BI DESTÊ KURDAN NAYÊ RIJANDIN

Barzanî bal kiþand ser yeketiya gelê Kurd û got; “Ji bo her serkeftinek din û destkeftiyek din mercê serekî yekgirtina me ye. Ji ber vê bi þanazî ve dibêjim, me di vî warî de pêngavên baþ avêtine û me serkeftinên baþ jî bi dest xistine. Dibe ku hêjan pirsgirêkên me hebin, lê heta astek baþ kurd rêxistin kirîne û di aliyê stratejî de yek bîr û bawerî ne. Tiþta herî baþ û xwe jî ew e ku ew dem nema ku êdî xwîna gelê Kurd bi destê gelê Kurd bê rijandin.”

Hêjayê gotinê ye ku peyama KCK'ê û Komeleyên Ciwan ên ji bo konferansê nehatin xwendin.

Di konferansê de nûnerên BDP, PYD, partiyên Rojhilat û Baþûrê Kurdistan, rewþenbîr û siyasetmedar jî beþdar bûn.

Di dawî beþa yekê konferansê koma Jîwar a Rojhilatê Kurdistan derket ser dikê û stranêm xwe pêþkeþî beþdaran kirin.-ANF/Hewler

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info