Behrem Ehmed Salih Kî Ye ?
Kim Kimdir? / 03 Aralık 2009 Perşembe Saat 16:24
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Behrem Ehmed Salih di sala 1960’î de li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê hatiye dunyayê. Piştî xwendina xwe ya seretayî ya li bajarê Silêmaniyê,

Behrem Ehmed Salih di sala 1960’î de li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê hatiye dunyayê. Piştî xwendina xwe ya seretayî ya li bajarê Silêmaniyê, dest bi xwendina xwe ya amadeyî dike û li ser asta Başûrê Kurdistanê yekemîn, li ser asta Iraqê jî sêyemîn derdikeve.

Di sala 1976’ê de beşdarî refên YNK’ê dibe û di sala 1979’an de ji aliyê rejîma Baasê ve bi tawanbariya ku endamê YNK’ê ye 43 rojan li Bajarê Kerkûkê tê girtinê. Salih piştî vê girtinê jî Iraqê diterikîne û diçe Brîtanya.

Di destpêka salên 1980’êyan de, di nava rêxistina YNK’ê ya Ewrupayê  de, berpirsiyariya pêwendiyên derve yên YNK’ê li London-Brîtanya dike. Salih li gel karê xwe yê siyasî, xwendina xwe ya zaningehê jî bi encam dike. Di sala 1983’yê de li zanîngeha Cardîf, beşê endezyariya medenî û avahî xilas dike. Di sala 1987an de jî dîplomaya pêkhate kompîturê digre û weke şêwirmendekî li şirketeke Ewrupî kar dike.

Di kongireya YNK’ê ya piştî vekişîna hêzên leşkerî yên Saddam ji Başûrê Kurdistanê weke rêveberekî YNK’ê hate hilbijartin û di sala 1992’an de weke berpirsiyarê pêwendiyên derve yê YNK’ê li  Emerîka (DYE) hate wezîfedarkirin. Di heman demê de nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê bû. Salih di vê demê de bi navê YNK’ê beşdarî gelek xebatan bûye. Di gelek kongire û konferansên ku ji aliyê DYE ve li dijî rejîma Saddam dihatin li darxistin de jî beşdar bûye û cara yekê weke kesayeteke rikeber (muxalif) hate naskirin.

Di sala 2001’ê de, weke serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê li Silemanî, ji aliyê rêveberiya YNK’ê ve tê erkdar kirin û heya sala 2004’an serokatiya hikumetê bi rê ve dibe. Piştî mudexeleya DYE û hilweşîna rêjîma Baasê Salih weke alikarê serokwezîrê hikumeta Iraqê ya demî hate hilbijartin û di sala 2004’an de weke wezîrê pilandana Iraqê di hikumeta intîkalî ya Îbrahîm Caferî de cî girt. Salek şûn de jî careke din weke alîkarê serokwezîrê Iraqê yê hikumeta Nûrî El Malîkî hate wezîfedar kirin. Li gel vê erka xwe di nava hikumetê de, serokatiya lijneya aboriyê jî girte ser xwe.

Behrem Salih di van pêvajoyan de weke xwedî pêwendiyên berfireh, di qadên herêmî û navnetewî de, li ser navê Iraqê beşdarî gelek konferansên navnetewî yên siyasî, aborî û ewlekariyê bû. Ji hêla din ve Salih damezrênerê Zanîngeha Emerîka ya ku li bajarê Silemaniyê hatiya avakirin.

Di hilbijartinên dawî yên Başûr de ku di 25 Tîrmeha 2009’an hatin li dar xistin de weke serokê lîsteya Kurdistan hate erkdar kirin. Salih weke kesayetekî Iraqî, xwedî ezmûneke siyasî li ser asta netewî û herêmî, ji aliyê Iraqiyan ve tê naskirin. Di qada siyasî de bi taybetmendiya xwe ‘nerme’ û bi xeta lîberal tê naskirin. Wekî din xwedî ‘pirojeya Hîwa’ ya ku destek dide xwendevanên zanîngehê. Ev sazî li Iraqê û bi taybet li herêma Kurdistanê gelek xwendevanên kurd yên zanîngehê dide xwendin. Behrem Salih zewiciye û 2 zarokê xwe hene.  

Xeta siyasî ya ku xwe di kesayeta Behrem Salih de dide der Lîberalîzm e ku hebûna xwe di pergala kapîtalîzmê de dibîne. Taybetmendiya herî berbiçav ya Salih ew e ku li ser hevsengiyên rojane û hesabên demê pergala xwe avakiriye. Jixwe ji ‘dibistana Ingilîz’ mezun bûye û ‘felsefe’ ya xwe jî ji wir girtiye. Yanî mirov dikare bêje ku pozîtîvîst (diyardenasî) û pragmatîst e (fêdegerî). Di hemû erkên xwe de jî ji ‘kurdekî’ zêdetir wekî siyasetmedarekî Ingilîzî an jî Emerîkî tevgeriya ye. Di erka xwe ya li Bexdayê de ku alîkarê serokwezîr bû ev kesayeta wî hîn zêdetir diyar bû. Di vî milî de mirov dikarê bêje ku ‘şagirtekî baş’ yê Celal Talabanî ye.    

Behrem Salih di nava YNK’ê de weke kesayetekî ‘aqilmend  û mequl’ tê naskirinê. Lê di bingeh de Salih ne kesekî biryardar e. Ji ber ku xwedî taybetmendiya lîberal e di hemû biryarên xwe de, bi pîvanên berjewendîparêz nêzikatî nîşan dide. Di çareserkirina nakokiyên di nava YNK’ê de xwedî bandor e. Di vir de jî hevsengparêziya wî der tê holê. Weke mînak di vegera Kosret Resul Alî ya nav rêzên YNK’ê di havîna borî de, Salih xwedî roleke mezin bû. Ji bo wî  qada herî baş ku  bi berdewamî berjewendiyên xwe jî biparêze, nav refên YNK’ê ye.

Salih her çend e ji aliyê gel ve neyê hezkirin jî lê ji aliyê serokê YNK’ê Celal Talabanî û kesayetên ‘bijarte’ yê vê partiyê ve tê hezkirin. Dîse ji ber eqrebatiya Salih bi malbata Berzanî re, beşek ji gelê Soran jî jê hez nake (dayîka Behrem Salih û dayîka Nêçîrvan Berzanî xuşkên hev in).

Behrem Salih her weke ku di hemû helwestên xwe de bi hesab-kîtab û bi parastina pergalê tevdigerê, di helwestên xwe yên li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî heman rêbazê dişopîne. Mirov dikarê bêje ku Tevgera Azadiyê baş nasdike û baş dişopîne. Di nêzîkatiyên xwe de bi awayekî rasterast li dijî PKK’ê dernakeve. Nêzîkatiyên wî ji bo PKK’ê li gor erka ku  jê re hatiye dayîn pêk tê. Dîse di vê mijarê de Salih heya niha, ne bi erênî ne jî bi neyînî daxuyaniyeke berbiçav nedaye. Di şerê sala 2000’î de  ku di navbera YNK’ê û PKK’ê de pêk hat de, bi bêdengiya xwe beşdarî biryara şer bû û weke siya Celal Talabanî, Noşîrwan Mustafa, Mele Bextiyar û rayedarên din tevgeriya. Dîse li hember erîşên dewleta Îran û Tirkiyê yên li ser navçeyên Herêma Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya, ji daxuyaniyên çapemeniyê zêdetir tu helwesteke cûda nîşan neda.

Piştî hilbijartinên 25 Tîrmehê Behrem Salih di roja 30.09.2009 de erka Serokwezîriya Hikumeta Herêma Kurdistanê girt. Lê heta îro jî tu daxuyaniyek di derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê de ne daye. Bêdengiya Behrem Salih li hember hewldanên tesfiyekirina Tevgera Azadiyê û êrîşên rojane yên rêjîma Tirkiyê, di demeke wisa de ye ku kurd ji hemû deman zêdetir pêwistiya wan bi yekîtiyê heye. Bi kurtayî helwestên bi vê rengî yên Salih ne li Bakur ne jî li Başûrê Kurdistanê, nakeve xizmeta gelê kurd. Berovajî vê yekê, ev tê weteya pejirandina qirkirina gelê kurd. Weke ku ji berê de gotin e, “bêdengî pejirandin e.” Di encam de ev helwest û sekna Behrem Salih ji dijberiya eşkere ya li dijî Tevgera Azadiyê xetertir e. Ji ber ku veşartî û di kûr de ye. Ji ber vê yekê weke Serokwezîrê Kurdistana Başûr, terikandina vê siyasetê pêwistiyeke dîrokî û netewî ye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.