Çima Bê Dengî ?…
Gençlik / 12 Mayıs 2010 Çarşamba Saat 09:48
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dema berjewendiyên Madî ketin pêş yên Manawî, wê bê dengî jî serdestan re be.

Şîrove- Dema berjewendiyên Madî ketin pêş yên Manawî, wê bê dengî jî serdestan re be.

Piştî êrîşên hovane yên Dewleta Îranê, li ser şervenên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û bi darvekirina 4 siyasetmedar û çalakvana medenî, bi destê rêjîma İslamî Îranê.  Kurdan bi çalekiyên pirotosto û bi daxuyaniyên şermezarkirinê, dilsozî û hestên xwe yên girêdana bi giyana wan nemiran re nîşandan. Lê mixabin heyanî niha ji Rêyedarên Hikumeta Kurdistanê tu dengekî şermazarkirinê li dijî kiryarên rêjîma Îranê yên li dijî Kurdan derneketiye.

Di  9 Gunalê de 4 endamên Paritya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku ji aliyê Îranê ve hatibû darvekirin, di dilê her Kurdekî de birînek vekir. Li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li Ewropayê Kurdan bi çalekiyên cûda. Yên weke Nerazîbûn, Şermezarkirin û Nefreta xwe li hember rêjîma Îranê anîne ziman. Lê mixabin ev 4 rojin di ser buyeran re derbas bûne, lê hîna ji rêyedarên Hikumeta Hêrma Kurdistanê tu helwest dar neketiye û tu daxuyaniyên fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê di derbarê vê meselê de nehatiye dayîn.

Li Şûna Şermezariyê Peyman Aborî

Duh li paytexta Herêma Kurdistanê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Behrem Salih pêşwazî li  Konsolê Îranê yê li Iraq’ê Kazim Qumî kir û di hevdîtinê de behsa peywendiyên Aborî  û qaşo dostaniya germ ya di navbêra Îran û Herêma Kurdistanê de hate kirin. Mixabin û sed mixabin di serî heyanî dawiya hevdîtinê. Mijara herdu birêzan mijara Aboriyê bû. Bê ku yek ji wan behsa kuştin, darvekirin, jehirdayîn û xizaniya Kurdan bike. Ji ber berjewendiyên aborî yên Îranê bi Herêma Kurdistanê re, ji kuştin, jehirdayîn û dardakirina Kurdan giring tire.

Dîse li bajarê Hewlêr a herêma Kurdistanê 5. Pêşengeha(Fuar) Pêşesazî û Bazirganiyê ya Îranê bi beşdariya 305 Şîrketên rêjîma Îranê pêşengeh hate vekirin. Amanc ji vekirina vê pêşangehê, bi hêz kirina peywendiyên Bazirganî û Aboriyê yên di navbêra Herêma Kurdistanê û Îranê de ye. Û berdwamiya bê helwest rêyedarên Başûrê Kurdistanê ye li hember kiryarên Îranê ye.

Şermezar nekirin lê Fuar Vekirin

Di vê vekirina pêşengeha Îranê de li Hewlêr destpêkiriye. Tişta herî bi ecêb beşdariya zêde ya rêyedarên Herêma Kurdistanê û pêşkêş kirina gotarên her yek ji wezîrê Pêlansaziya Herêma Kurdistanê û Waliyê Hewlêrê ye. Wezîrê  Pilansaziyê ya Herêma Kurdistanê Alî Sindî û parezgehê Hewlerê Newzad Hadî, her yek ji van birêzan axavitinek xwe pêşkêşî Pêşengehê kirin, bêyî ku behsa kiriyarên dewleta Îranê yên li ser Kurdan û darvekirinên bikin. Li hember buyerên dawî ker û lal bûn.

Darvekirina 4 siyasetmedarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li dervehî helwesta gel li başûrê Kurdistanê ku nirxdayînê ye. Hikumeta Herêma Kurdistanê li şûna darvekirina Kurdan, bazirganî erêkiriye û li şûna jehirdayîna ciwanê Kurd ku hîna bi buhara ciwaniya xwe şanebûen, peywendiyên pêşesaziyê pejrandiye bi Îranê re.

Çima bê dengî

Xala din ku pêwîste mirov li ser rawaste dervehî helwesta bê xem ya Hikumetê, bê dengiya ragihandina Başûrê Kurdistanê ye. Ev şêwaza ragihandinê çalekiyên Kurdan yên li perçeyên Kurdistanê û dervehî welat nikarin bi hesanî veguhezîn raya giştî û di bin siya desthilatê de dimînin. Tabî çima van çalekiyan nadin, sedem çiyê? Ew jî diyar e! .  Di derbarê de gotineke Kurdan ya kevnar heye, dibêjin ku “Ger Şivin Silo be, wê xarin Çilo be”. Ger helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê ev be, wê Îran ne tenê li Îranê darvekirin û komkujiyan bike, wê li başûr jî komkujiyan pêk bîne. Bê goman dîroka dewleta Îranê tejiye ji kiryarên wiha yên tarî.

 

Serbest Rêzan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

               

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.