Gelê Iraqê di çalakiyan de daxwaza derxistina leşkerên Tirk kirin
Haberler / 30 Ekim 2019 Çarşamba Saat 10:35
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇYAN - Gelê Iraqê nêzî heftiyekê ye ji ber nebûna xizmetguzarî, zêdebûna hejariyê û gendeliya di nava hukumetê de daketiye kolanan û daxwaza hilweşandina hukumetê dikin. Hat diyar kirin ku çalakvanan di çalakiyan de li gelek bajaran daxwaza derxistina leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê kirine.

Gelê Iraqê nêzî heftiyekê ye ji ber nebûna xizmetguzarî, zêdebûna hejariyê û gendeliya di nava hukumetê de daketiye kolanan û daxwaza hilweşandina hukumetê dikin. Hat diyar kirin ku çalakvanan di serî de li Bexda û gelek bajaran daxwaza derxistina leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê kirine. Çalakgeran li ser bînayên bilind pankartên bi nivîsa ‘’Na ji bo leşkerên Tirkiyê, na ji bo baregehên sîxurî yên Îsraîlê, na ji bo leşkerên Emerîka û em serweriya welatê xwe di xwazin’’ daliqandin.

Komek ji hemwelatiyên Iraqê di sîteyekî li ser tora civakî de, bi silogana ‘’ji bo mafê xwe protesto dikim’’ banga çalakiyan li gel kiribu û di 1’ê Cotmehê de gel li hemû bajarên Iraqê daketibûn kolanan. Çalakiya gel hukumet neçar kiribû ku bigihijin hinek biryaran, lê hukumetê biryarên ku girtibun careke din pêk ne anîn. Gelê Iraqê cara duyem di 25’ê Cotmehê de li hemû bajarên Iraqê bi heman daxwazan daketin kolanan û heya niha jî çalakiyên wan berdewamin. Heya niha di xwepêşandanên Iraqê de nêzî 250 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

 

‘’Em serweriya welatê xwe di xwazin’’

Çalakvanên Iraqî ku hefteyeke daketine kolanan ji derveyî nebûna xizmetguzariyê gelek daxwazên din jî ji hukumetê dikin. Çalakvan daxwaza hilweşandina hikûmetê, birîna destên welatên biyanî di nava xaka Iraqê û her wiha derxistina leşkerên Tirkiyê dikin.

Her wiha çalakvanên Iraqî li Bexda û gelek bajarên din pankartên bi nivîsên ‘Em serweriya welatê xwe di xwazin’’, ‘’Na ji bo Amerîka, Na ji bo Erdoğan, Na ji bo Siudî, Na ji bo Bas, Na ji bo Barzan, ‘’Na ji bo bagehên sîxorî yên Tirkiyê, Na ji bo hebûna leşkerên Tirkiyê, Na ji bo baregehên Sîxorî yên Îsraîlê, Na ji bo leşkerên Amerîka, Birîna ezmûna Îran’’ nivîsandin. 

Hat zanîn ku çalakvanan di çalakiyê de daxwaza guhertina yasaya hilbijartinê, hilweşandina hikumeta partiyan û guhertina yasaya partiyan kirin.

 

Baregehên Tirkiyê li ser xaka Başur û Iraqê

Dewleta Tirkiyê ya dagirker ji sala 1994’an û vir de bi dehan baregehên leşkerî û avahiyên xebatên MÎT’ê li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê vekirine. Li gorî agahiyan dewleta Tirk yekem baregeha xwe li herêma Behdînan bajaroka Selahedîn ava kiriye û gelek leşkerên xwe têde bi cih kiriye.

Her wiha li gorî çavkaniyên cuda, piştî dest pê kirina operasyona Pençe ya dewleta Tirk ya dagirker hejmara leşkerên Tirkiyê li ser xaka Iraq û herêma Kurdistanê 5 hezar derbaz kiriye. Li gel leşkeran jî her corê çek û alavên leşkerî têde bi cih kiriye.

Li gorî dewleta dagirker ya Tirkiyê bi hinceta qaşo tekoşîna li dijî çeteyên DAİŞ’ê hejmarekî mezin leşkerên xwe li Başîqa (Bakurê Rojhilatê Musilê) bi cih kiriye. Li rexmê lewaz xistina çeteyan li herêmê, Tirkiyê leşkerên xwe paşde ne kişandine û hebûna xwe li herêmê berfireh dike.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
ÇOK OKUNANLAR
SON YORUMLANANLAR

ARAMA