14 Partiyên Başurê Kurdistanê Li Dijî Êrişên Li Ser Rojava Kombûn
Haberler / 10 Ekim 2019 Perşembe Saat 11:16
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - 14 partiyên Başurê Kurdistanê li baregeha Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê ya Hewlêrê, li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê civînek berfireh li darxistin û di civînê de biryar dan ku li Hewlêr çalakiyên protestoyî li dar bixin. Her wiha hat zanîn ku Tevgera Goran bi daxûyaniyekê ji hukumeta Bexda xwestiye ku piştgiriya Rojava bikin.

14 partiyên ku tevlî civînê bûne piştî civînê kongreyekî rojnamevanî li darxistin. Li ser navê hemû partiyan Sekreterê Komîteya Parêzgeha Hewlêr ser bi Partiya Şie ya Kurdistan Ehmed Şêrwanî di kongreya rojnamevanî de ragihand; ‘’Êriş û zextên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê li pêş çavê hemû welatên cihanê û saziyên Mafê Mirovan û Neteweyên yekbûyî pêk tê, weke helwestekî neteweyî li beramberî van êrişên Tirkiyê nabe ku em bê deng bimînin.’’

Şêrwanî di derbarê biryarên di civînê de hatîn girtin de axivî û got; ‘’Di encama civîna me ya hevbeş de biryar hat dayîn ku roja şemiyê bi tevlîbûna hemû partiyên Kurdistanî li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek protestoyî were li darxistin û daxwaznameyekê pêşkêşî NY were kirin.’’

Şêrwanî da zanîn ku wan di civînê de çend nêrînên din jî nîqaş kirine û got; ‘’Partiyên Kurd wê amadekarî ji bo çalakiyek li ber deriyê konsulusxaneya Amerîka bikin û alikarî ji bo Rojava were komkirin.’’

Her wiha di daxûyaniya hevbeş ya partiyên siyasî de, bang li hemû aliyên siyasî, çîn, hemû gelên li herêmê, sazî û rêxistinên civakî hat kirin ku li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê, ji bo dengên Kurdan bigihînin hemû cîhanê û bandorî li ser raya giştî bikin, kom bibin û kar bikin.

 

Partiyên Ku Tevlî Civînê Bûne Evin;

Li baregeha Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê (Hizba Komunîsta Kurdistanê) ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştimanî, Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Bizûtneweyî Demokrat a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, Partiya Karker û Rencberên Kurdistanê, Xizba Bît Nehrîn, Bijutneweyî Demokratîk a Aşûrî, Hizba Komunîsta Kurdistanê û Rêxistina Kildanî û Aşûrî ya Hizba Şîûyî Kurdistanê ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigirin, tevlî civînê bûn.

 

‘’Em Êrişên Tirkiyê Bi Dilgiranî Pêşwazî Dikin’’

Parlemena Herêma Kurdistana a Federal di derbarê êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek belav kir û ragihand, ‘’Parlemena Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyek mezin leşkerkêşiya dewleta Tirkiyê ya çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê pêşwazî dikin û daxwaz dikin ku ev êriş demekî ji ya din zûtir werin rawestandin û bi rêya diyalog û çareseriyek aştiyane ev pirsgirêk werin çareser kirin.’’

Di daxûyaniya parlemena Kurdistanê de hat diyarkirin, ‘’Rewşa navçeyê di qonaxekî hestiyar deye, şerê terorê hêj bi dawî ne hatiye, gelên herêmê di rewşekî bi tirs de jiyan dikin. Ji ber wê ev leşkerkêşiye nabe çareseriya pirsgirêkan. Em daxwaz ji komelgeha navdewletî bi taybet Amerîka, Rusya, Fransa û Birîtanya dikin hemû hêza xwe ji bo rawestan û gûhertina vê rewşê bi kar bînin û hewildanên xwe li ser esasê danûstandinan bi kar bînin.’’

Di dawiya daxuyaniya parlemena herêmê de hat diyarkirin ku wê parlemena Kurdistanê şopdarê rewşa rojavayê Kurdistanê be û civînên giştî li dar bixe.


‘Tevgera Goran ji hukumeta İraqê xwest ku piştgiriya Rojava bike’

Piştî ku dewleta Tirk ya dagirker êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê berfireh kirin û dest bi topbarana sivîlan kirin, Tevgera Goran di seatên dereng de li dijî van êrişan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tevgera Goran di daxuyaniyê de ji Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê.

Tevgera Goran di daxûyaniya xwe de diyarkir, ‘’Em operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin bi tundî şermezar dikin û bawer dikin ku ev xizmetê ji aramiya siyasî ya herêmê re nake, dibe sedema kûrbûna pirsgirêk û karesatên mirovî. Ev her wiha derfet dike ku şaneyên raziyî yên DAİŞ’ê careke din serî hildin û bihêzkirina komên terorîst li herêmêye. Her wiha şikandina îradeya azad a neteweyeke ku bixwîna xwe parastina azadiya xwe kirine.’’

Tevgera Goran di dewamiya daxûyaniya xwe de da zanîn ku; Rojavayê Kurdistanê ku berdêlên mezin daye ji bo parastina axa xwe ji destê komên terorîst, li dewsa hemû cîhanê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Hêjaye ku ew ji aliyê Civaka Navdewletî ve werin qerebûkirin, ne ku rûberûyê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye werin. Di ber vêya de jî Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymaniya Dijî DAIŞ’ê berpirsyare û divê ev saziyane rêgirî li dagirkeriya Tirk bikin. Berpirsyarin di ber parastina gelê Kurd û pêkhateyên din de.

Tevgera Goran di dawiya daxûyaniya xwe de ragihand, ‘’Em weke Tevgera Goran, hem êrîşa dijminane bi tundî şermezar dikin, hem jî piştgiriyeke xurt didin xebat û mafê rewa yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê. Di heman demê de daxwazê ji ji hemû siyasî yên Kurdistan, Hikûmeta Herêmê û Iraqê, gel dikin ku di vê dema hestiyar de piştgirî bidin Rojava. Bi hemû şêwazên dîplomatîk, siyasî, medenî û girseyî piştgiriya Rojava bikin. Divê herêm jî hercûre alîkarî ji bo Rojava bide. Her wiha li dijî dagirkeriyê daxwaza kampanyeyeke girseyî ya berfireh dikin û divê alîkariya madî û manewî ya gelê me yê Rojava jî were kirin. Em daxwazê ji aliyên Kurdî dikin bi hemû şêwazeke medenî xwepêşandan û nerazîbûn bidin nîşandan û alîkariya lezgîn ji bo Rojava kom bikin.’’


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.