YNK li ser parêzgeha Kerkukê gefan li PDK’ê dike
Haberler / 24 Eylül 2019 Salı Saat 05:54
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN – Li gor agahiyan YNK’ê di derbarê erka parêzgeha Kerkûkê de nameyek ji PDK’ê re şandye û di nameyê de gefa vekişîna ji hukumetê li PDK’ê kiriye. Her wiha hat zanîn ku Serokwezirê Iraqê biryar daye ku PDK vegere bajêr û li 3 baregehên xwe bi cih bibe.

Li gorî agahiyan, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser erka parêzgeha Kerkukê, nameyek pêşkêşî Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK) kiriye û gefa sekinandina biryara  beşdarbûna hûkumeta herêma Kurdistanê li PDK’ê kiriye.

Çavkaniyan da zanîn ku YNK’ê di nameya xwe de acizî û helwesta xwe li ser binpêkirina hevpeymana taybet di navbera wan de aniye ziman. Derketibû holê ku PDK’ê li ser qebûl nekirina namzetê parêzgarê hevbeş yê Kerkukê, namzetekî nû diyar kiriye û hevpeymana di navbera wan û YNK’ê de bin pê kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê, YNK’ê di nameya xwe de diyar kiriye eger hevpeymana di navbera wan de weke xwe neyê bicihkirin ew bê helwest namînin û dikarin çend pêngavên wekeweke sekinandina biryara bejdarkirina hukumetê bavêjin.

Beriya niha jî Endama Mekteba Rêxistina YNK’ê Hîdayet Tahir ragihandibû, PDK astengiyan ji bo hinek namzetên ku YNK’ê ji bo parêzgarê Kerkukê diyar dike, derdixe. Li rexmê vê yekê YNK di danûstandinan de li beramberî PDK’ê nerm nêz dibe.

 

PDK li 3 baregehên xwe yên li Kerkukê bi cih dibe

Piştî hevdîtin û danûstandinên di navbera hûkumeta İraq û PDK’ê de, Bexda hinek biryar di derbarê hilbijartina parêzgehan de derxistin. Hat zanîn ku Serokwezirê İraqê Adil Abdûlmehdî biryar daye PDK beriya hilbijartinan bi fermî vegere bajêr û li 3 baregehên xwe yên li sînorê îdareya Kerkûkê bicih bibe.

Hat diyar kirin ku Serokwezirê İraqê, di derbarê baregehên PDK’ê li sînorê îdareya Kerkukê de biryar derxistiye û divê ev baregeh werin vale kirin. Hat zanîn ku ev biryar, ji bo PDK xwe ji bo hilbijartinên parêzgehan amade bike, hatiye dayîn.

Ew baregehên ku radestî PDK’ê hatine kirin; Baregeha liqê, baregeha encûmena rêveberiyê û baregeha navçeya yekem partiyê li Kerkukê.

Li gorî çavkaniyê ev biryara Ebdulmehdî li rastî nerazîbûna beşek ji Tirkmen û Erebên Kerkukê hatiye û gefa çalakiyan tê kirin, ji ber kû li gorî wan PDK xizmeta bajêr nake.

Tê zanîn ku di destpêka avabûna hukumetê de mercê yekem yê YNK’ê ji bo tevlîbûna hukumet û rûniştina parlemenê; diyarkirina parêzgarekî hevbeş ji bo Kerkukê û kombûna Encûmena Parêzgeha Kerkuk bu. 


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
ÇOK OKUNANLAR
SON YORUMLANANLAR

ARAMA