Dorpêça Li Ser Mexmurê Ket Rojeva Parlemena İraqê
Haberler / 16 Eylül 2019 Pazartesi Saat 07:00
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê xist rojeva parlemena İraqê û daxwaz kir kû ev mijar were lêkolîn kirin. Lê parlementerê Eniya Tirkmen ku gelek caran bi daxûyaniyên xwe yên metirsîdar ketiye rojevê, destûr neda komisyon kom bibe.

Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê Yusra Receb dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê xist rojeva parlemena İraqê û daxwaz kir kû ev mijar were lêkolîn kirin. Lê parlementerê Eniya Tirkmen ku di heman demê de Serokê Komisyona Mafê Mirovane îtiraz kir û heqaret li xelkê sivîl yê Mexmur kir û got, ‘’Ew ne hemwelatiyên mene, ew terorîstên ji Tirkiyê hatine, em naçin nava terorîstan.’’

Pêwist bu ku Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê li ser daxwaza Parlementera Koma Nifşê Nû Yusra Receb, ji bo dawîkirin û lêkolîn kirina ambargoya li ser Mexmurê civiyaba. Lêbelê Serokê komisyonê Erşed Salih destûr neda komîsyon kom bibe. Yusra Receb di rûniştinê de diyar kir kû ewê di vê mijarê de bêdeng ne mîne û çi pêwist be ewê bike.

 

‘Dorpêça li ser Mexmurê ji bo îmaja iraqê tiştek di cih de nîne’

Parlementera Koma Nifşê Nû Yusra Receb di rûniştina parlementoyê de mafê axaftinê girt û ji serokatiya parlementoyê daxwaz kir ku rewşa Mexmûrê bê lêkolînkirin û demildest ambargo bê rakirin.

Yusra Receb di dirêjiya axafitina xwe de wiha got, “Birêz Serokê Parlementoyê, dizanin ku zêdeyî 25 roje kampa Mexmûrê dibin ambargoyê de ye. Ev ji bo îmaja Iraqê û hiqûqa mafê mirovan tiştek di cih de nîne. Kampeke  têzanîne û çendîn sale jî heye.  Ji sala 1990’an ve heya niha hebûna vê kampê li Herêma Kurdistanê heye. Kesên ku li wê kampê dijîn mirov in. Min li gel endamên komîsyonê bi taybet jî li gel Erşed Salihî nîqaş kir, ew dibêjin 'Ev ne hemwelatiyên mene'. Lê lijneya me lijneya mafê mirove. Lijneya mafê mirov tenê ji bo welatiyên Iraqê nîne. Divê em parastina gelê wir bikin. Ma gunehê wan çiye? Ji dema bûyera kuştina cîgirê Sefîrê Tirk heya niha ambargo danîne ser wan. Di navê de jin hene, zarok hene, hemû welatiyên sivîlin û çekdar nînin. Ev rewşeke mirovî ya zehf xetere. Divê em vê mijarê lêkolîn bikin. Divê ambargo li ser welatiyên kampê were rakirin. Ezê li ser vê mijarê israr bikim, ji ber karê min ewe ku ez mafên mirovan biparêzim.’’

 

Parlementerên Iraqê jî nerazîbûna xwe li dijî Erşed Salih nîşandan

Dema ku Erşed Salih di rûniştinê de heqaret li 12 hezar penaberên Mexmurê kir hinek parlementerên İraqê jî li cihê xwe nerazîbûn nişandan. Cîgirê duyemîn ê serokê Parlementoya İraqê Beşîr Hedad bersiva heqaretên Erşed Salihî da û got, “Ewên ku tu behsa wan dikî, ji ber êşekî hatine vir. Divê komîsyona mafê mirovan a parlementoya Herêma Kurdistanê mijara Mexmûrê lêkolîn bike. Her wiha divê komîsyon biçe Mexmûrê û raporek amade bike.”

 

Erşed Salih gelek caran bi daxûyaniyên metirsîdar ketiye rojevê

Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî gelek caran bi awayek vekirî dijminahiya xwe li hemberî Kurdan nîşan daye û ji ber daxûyaniyên xwe yên metirsîdar ketiye rojevê.

Di demekî kû mijara Kerkuk û deverên Kurdistanî yên bi nakok di rojevê de Erşed salihî li ser hesaba xwe ya tora civakî daxûyaniyên tehdîtwarî dabûn û gotibû;‘’Eger li Kerkûkê hilbijartinên parêzgehan baş neyên diyar kirin, wê şerê navxweyî derkeve.’’

Çavdêrê Siyasî Burhan Hacî Silêman di derbarê vê daxûyaniya Erşed Salihî de ji bo ajansa Rojnews axivîbû û dabû zanîn ku; ‘’Erşed Salihî û partiya xwe her tim gefên şerê navxweyî dikin û aliyên Kurd hedef digirin, ev daxûyanî gelek metirsîdarin. Divê kesayet û aliyên siyasî ên Kurd li hember vê daxûyaniyê bêdeng ne mînin û dozê li Erşed Salihî vekin.’’


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.