PDK daxwaza baregehên xwe yên li Kerkukê dike
Haberler / 15 Eylül 2019 Pazar Saat 05:46
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - Hat diyarkirin ku PDK daxwaza baregehên xwe yên li Kerkûk û navçeyên bi nakok ji hûkumeta Bexda dike, lêbelê hêzên ewlekariyê yên İraq û grupên Heşdî Şeebî amade nînin ku van baregehan careke din radestî PDK’ê bikin.

Hat diyarkirin ku Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) di gelek civîn û goftugoyên xwe li gel rayedarên hûkumeta Bexda de daxwaza baregehên xwe yên li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok ji hûkumeta Bexda dike, lêbelê hêzên ewlekariyê yên İraq û grupên Heşdî Şeebî amade nînin ku van baregehan careke din radestî PDK’ê bikin.

Hat zanîn kû di civînên navbera Hukumeta Bexda û PDK’ê de yek ji mijarên herî sereke kû nîqaş li ser tê kirin, radestkirina baregehên PDK’ê yên li Kerkûk û navçeyên bi nakok in. Lê hukûmeta İraqê heya niha jî li ser vê mijarê tu bersivên erênî ne dane PDK’ê.

Endamê Encûmena Rêveberiya PDK’ê yê navçeya Germiyan Ednan Kerkukî li ser mijarê ji bo Dengê Amerîka ragihand ‘’Me nav û navnîşanên baregehên xwe yên li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok radestî hûkumeta İraqê kirye ku careke din radestî me bikin, lê heya niha jî radest ne kirine.’’

Endamê Encûmena parêzgeha Kerkûkê Kameran Kerkûkî da zanîn, ‘’Hûkumeta İraqê diyarkiriye kû hinek ji baregehên PDK’ê milkê dewletê ne. Hemû partiyek mafê wê heye ku baregehên wan hebe, ji ber wê eger PDK’e bejdarî hilbijartinên parêzgehan bibe dikare bibe xwedî baregeh.’’

Li Kerkûk û herêmên bi nakok bi giştî ji 10’an zêdetir baregehên PDK’ê hene kû di 16’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê PDK’ê ve hatin valekirin û hêzên İraqê û Heşdî Şeebî têde bi cih bûne. 


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.