KNK di çarçoveya xebatên netewî de bi rewşenbîran re civiya
Haberler / 11 Eylül 2019 Çarşamba Saat 11:10
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - KNK di çarçoveya Xebatên hevbeş yên Netewa Kurd de li xwaringeha Şîkar a li Silêmaniyê bi kesayet û rewşenbîrên Silêmaniyê re li ser pêşveçûnên dawiyê ên li herçar parçeyên Kurdistanê civiya.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya Xebatên hevbeş yên netewa Kurd de li xwaringeha Şîkar a li Silêmaniyê bi kesayet û rewşenbîrên Silêmaniyê re li ser mijarên lidarxistina kongra 19’emîn a KNK’ê, çawaniya helwestek netewî ya Kurdan li beramberî guhertinên li herçar parçeyên Kurdistanê çêdibin, her wiha şikandina bêdengiyê li beramberî dagirkeriya xaka Kurdistanê civiya.

Civîna KNK’ê bi rewşenbîran re bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Bejdarvanan ji bo kongreya 19’emîn pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê nexşerêyek ji bo pêşxistina kar û xebatên hevbeş yên her çar parçên Kurdistanê li gorî tabetmendiyên wan were danîn. Her wiha hat gotin ku divê KNK hîn zêdetir hewil bide kû ji hemû parçeyên Kurdistanê endaman bigire nava xwe.

Di civîna KNK’ê de balhat kişandin li ser çand û hunera Kurdî û bejdarvan gihiştin wê encamê ku divê çand û hunera Kurdî jî wek aliyek sereke kar li ser were kirin û bibe mijarek di pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd de.

Di beşekî din yê civînê de li ser çewaniya yekxistina helwesta netewî ya Kurd li beramberî pêvajoyê, şikandina bêdengiyê li beramberî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên bi nakok hat niqaş kirin.

Di vê beşa niqaşan de bejdarvanan rexne li parçebûn û hevnegirtina aliyên Kurdî girtin û hat diyar kirin ku divê Kurd yekitiya xwe pêk bînin. Ji bo careke din şerê birakûjiyê li Kurdistanê dubare nebe di nava hêzên siyasî yên Kurd de peymanek were îmze kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.