PDK Planekî Nû Ji Bo Şengalê Amade Dike
Haberler / 27 Ağustos 2019 Salı Saat 14:48
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - Hat diyarkirin ku piştî gelê Şengalê destûr neda qaymaqam Mehma Xelîl vegere Şengalê, PDK ji bo bicîhkirina qaymaqamekî din planekî nû amade dike.

Piştî ku gelê Şengalê destûr neda qaymiqam Mehma Xelîl vegere Şengalê, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ji bo bicihkirina qaymiqamekî din, planekî nû amade dike. Şengaliyan beriya niha demekî bi hatina gel hev ya hemû pêkhateyan Meclis û îdareyekî demkî avakiribûn û di Meclisa kû hatî avakirin de hemû pêkhateyên Şengalê cih girtibun.

Şêwirmendê Karên Êzidiyan yê Herêma Kurdistanê Şêx Şamo ji medya PDK’ê re axivî û da zanîn ku,‘’Di çarçoveya qanuna bingehîn maddeya 140. de ku Şengalê jî digire nav xwe, planekî nû ya hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo rêvebiriya Şengalê heye. Wê qaymiqamê Şengalê were guhertin. Divê Şengal vegere rêveberiya xwe ya berê.’’

Qaymiqamê berê yê PDK’yî Mehma Xelîl bi daxuyaniyekî çapemeniyê bang li serokê giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî kiribû ku, di çarçoveya qanuna bingehîn ya madeya 140. de hewil bide demekî ji ya din zutir Şengal bi Hukumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan.

Demê ku Şengal ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatibu dagirkirin Mehma Xelîl jî Şengal terikandibu. Şengalî diyar dikin ku ew naxwazin careke din Şengal bi hukumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.