YRK: Gerîla di çarçoya xwe parastinê de bersiva êrîşên dijmin dide
Haberler / 29 Temmuz 2019 Pazartesi Saat 10:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN- Yekineyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê derbarê operasyonên İranê li hember hêzên xwe da. Navenda Ragihandina YRK diyar kir ku dewleta İran, 26’ê vê mehê li qada Kosalan a girêdayî Hewraman beramberê hêzên wan operasyon despêkiriye.

Yekineyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê derbarê operasyonên İranê li hember hêzên xwe da. Navenda Ragihandina YRK diyar kir ku dewleta İran, 26’ê vê mehê li qada Kosalan a girêdayî Hewraman beramberê hêzên wan operasyon despêkiriye

 

Daxuyaniya YRK wiha ye:

“Dewleta faşîst a Îranê, li qada Rojhilatê Kurdistanê, demekî ye li beramberê hêzên me dest bi operasyonan kiriye, di vê çarçove ye de hewl dide derbê li gerîlayên me bide, li ser vê esasê, 26ê vê mehê li qada Kosalan girêdayî Hewraman beramberê hêzên me dest bi operasyonê dike. Di vê operasyona dijmin de, li vir pevçûnek kurt çê dibe; her çi qas hevalên me hewl didin bi dijmin re nekevin temasekê jî, hêzên me di çarçoveya xwe parastinê de bersiva êrîşên dijmin didin. Li vir kuştî û brîndarên dijmin çêdibin.”

 

‘Çapemeniya İranê rastiyan vedişêre’

 

Hat diyarkirin ku çapemeniya dijmin derbarê operasyonê de agahiyên rast nadin û di encama bombebarana hawanan de zêviyên gundiyan agir digire û zirarê madî pêk hatiye.

"Her çi qas dijmin di çapemenîya xwe de yek kuştî dabe jî ev ne rast e, ji ber operasyonê, hêjmara kuştî û birîndarên dijmin nayê zelal kirin, jixwe piştî operasyonê bê encam paşve dikêşe, dijmin qada Kosalanê dide ber hawanan. Li vir araziya gundîyan agir digire û zirarê madî pêk tê. Hemû hevalên me bi sexlemî, xwe digihêjin cihê xwe."

 

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Asos digere

"Her wiha balafirên keşfê yên dewleta faşîst a turkîyê demekî dirêj e li ser qada Asosê digere, li ser van esasan herî dawî li ser qada Asosê, di dîrokê 25, 26 û 27’ê vê mehê de geriyaye."


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.