Beriya ku em derbasî hikumeta AKP bibin despêkê bi kurtî çawekê ji dîroka sîstema Dewleta Tirk û siyaseta van ya li ser jin heya îro bikin.
Niha dema ku mirov li sîstema împratoriyeta
Osmaniyan mêze dike, dibîne ku di nava siyaseta dewleta Tirk de rol û misyona
jinan tuneye, lê di nava qesrê wan de bi hezaran jin (weke cariye) hene, her wiha
hevserên padiþahên wan hene. Ya balkêþ û zû zû nayê zanîn çiye, li her derê li
her netewê de jin û cariye anîne ango xwastine û bizor jî be anîne. Lê mabesta
wan ji anîna wan jinan û bi taybet jî ji netewên din çi bu? Siyaseta wan ne ji
bo pêþxistina jinan e an jî xistina nava siyasetê ye, dibe ku ji bo siyaseta
dagirkirin û fetih kirina welatan bû, bi taybet jî anîna jinan li Netewên cuda
ji bo ku bi ziravî wan asimile bike û bi rêya wan jinan hedî hêdî Netawa vê jî
ji binî ve ji holê rake, bike Tirk an jî xulamê Tirkan û gelek þêwazên bi vî
rengî…
Weke din jî baweriya wan bi vê hebû ku jin
dikare wefadar bimîne û xirabî nake, vê rastiya jin pir baþ dizanin û herî zêde
jinan dikin payeyê esasî yê dewlet û împaratoriyeta xwe. Lê wisa niþan didin ku
qaþo cî dane jinan û mafê wan naskirine, lê jin bi nezanbûna xwe her tim qomplo
kiriye û mêr daye kuþtin, qisqanc – hesud bûye, her bûye sedema qirêjiyan. Ji
bo ku civak û dîrok jî wiha behsa jinan bike, her weke sîstema bi hezaran sala
a dewletan. Lê ya rast ev buye ku êdî ev jinan bûne jinê desthilatdariyê, ji bo
vê jî erka wan pêk anîna wan mijarên ku me behsa wan kiribun.
Dema mirov dîroka dewleta Tirk li Osmaniyan heya
li hikumeta M. Kemal bigire heya AKP-Erdogan bi awayek pir xirab kole kirina
jin û bê rûmet kirina vê her çûye gihîþtiye lutkeyê. Serdeme hikumeta M. Kemal jixwe
li cîhanê tevgerên jinan deng dabûn û bi pêþengtiya jinan gelek rêxistin û
çalakî dihatin kirin, fêmînîstan serî hilda bûn û di pêþengtiya hindek jinên
navdar ev tevger li her deverê Rojhilata Navîn û li dinyayê belav bibûn. Hindek
kesên Tirk dibêjin jin heya vî çaxî pir jixwe bawer nebû bikeve nava siyasetê,
lê M. Kemal vê ya þikand; nabêjin jin jixwe bawer bû, lê dewleta Tirk di nav da
hemû dewletan û sîstemên zilamê serdest her jin weke kêm aqil niþan dan û gotin
noqsan e û nîv însan û wek zayenda dûyem
nîþan dan. Siyaset ku hûnera birêvebirina xwezayi a jin bû jê standin û xistin
xizmeta xwe û ji jin re gotin tu nikarî siyaset bikî, her çu jin jê xerîb ket û
dûr ma.
Dema ku M. Kemal dît ev tevger wê li Tirkiyê
jî serî hilde hin jin xistin nava siyaset an jî kar û barên xwe da ku bibêjin
jin jî di nava siyaseta dewleta me heye û pêþî jî hin tevgerên jinan girtin. Eviya
jî beþek ji siyaseta wan a taybet bû. Lê jin bû navê valakirin û bi þekil jin;
bi naverok jî zilam ava kirin. jixwe M. Kemal bi nêzîk buna xwe ya xirab bû
sedem da ku hevjîna wî Latîfe Uþak bikeve bunalim – goþe gîr bibe. Her wiha
feraseta wî a li hember jin kûr kirina koletiya jin bu. Wî jî dixwast ku berdewama
jinên li qesra Osmaniyan çêke û bide berdewam kirin. Vê ferasetê eciband û xist
meriyetê; lê bi rêbaz û þêwazên xwe û li gorî serdema ku di navde dijiya
dixwast ku nêzîk bûn raber bike.
Merîfeta M. Kemal jî ku him zanayê wan behs
dikin bi vî rengî bû.
Li Tirkiyê hin kesayetên weke Tansu Çîller
hene ku hatine ser hikumetê û bi tîp jin; lê bi ruh, zîhîn, feraset, hebûn
tevahî hatiye vala kirin û hêza vê bi awayek pir xirab hatibû bi kar anîn,
armanca wan ew bu ku bi destê jin civak û tevgerên azadiyê bidin tune kirin. Tansu
Çîller berdewama jinên li qesra Osmaniyan e. Jinek weke Tansu Çîller kirin
mînaka ku qaþo jin di rastiya xwe de eviyaye. Dema ku mirov di serdema hikumeta
Tansu Çîller mêyze dike pir bi awayek hovane li ser civaka gelê Kurd û xwezaya
Kurdistanê çû û qirkirinê mezin çêkirin. Hêzên hegemonîk bi zanebûn Çîller
erkdar kirin û bi destê wê li hember tevgera azadiyê bikar anîn. Li jêr navê
þerê li hember PKK dagir kirn û qirkirin li her derê hat ferz kirin.
Armanca wan û pilanê wan ev bû, li hember
fikir û felsefa Rêber Apo û bi taybet jî li ser azadiya jin pêþxistina tevgera
jin, ev pêngav hat avêtin. Li dema Çîller de þerê taybet ya bi çek kirina
jinan, weke qorîcî(cehþ) pêþ ket. Bi navê cîh û maf dayina jinan di nava kabîna
hikumeta xwe, jin xist xizmeta feraseta îslama siyasî û îxtidara zilam. Tu
tiþtek ji bo civaka Tirk û siyaseta wê, her wiha jinan û xwezaya Tirkiyê nehat
kirin. Tansu Çîller bi koletiya ku ji bo desthelata hakim kir bi hêrseke mezin
eriþî derdora xwe kir. Çavê xwe ji siyasetmedar, zana û kesîmên demokrasîxwaz girtin
û li bin navên cuda cuda ji holê rakirin. Failê meçhul di serdema hikumeta
Tansu Çîller de gîhîþtin lutke. Kuþtinên jinan û ferz – sepandina zewaca jinên
biçuk hw.
Ev rastiyeke ku bi hezaran sale li ser çand, jiyan, îradeû hemû nirxên
mirovahiyê bê navber êriþ hebû û heye. Heya dawiyê jin di nava koletiyê
fetisandine û difetisînin, lê niha tenê li çarçoveya xeta AKPê a ku bitaybet
þerê xwe yê taybet li ser jin kiriye armanc û bi rê ve dibe. Di roja me ya îro de
li hember felsefeya azadiya jin, ya ku Rêber Apo bi kok û dîrokê girtiye dest û
dîroka zilamê serdest û qirkirina li ser jinê eþkere kir û careke din ruhê jin
û xwedavenda azad avakir, dike.
Li hember xeta jina azad, AKP û Erdogan xeta
kûrkirina koletiyê, jin kirine amûra sîstema xwe ya þerê taybet li hember civak
û mirovahiya bi pêþengtiya jin ya li nava tevgera PKK de pêþdikeve û gihiþtiye
lutke.
Dema ku mirov li siyaset û qirkirina
hikumeta AKP’ê mêyze dike, tê dîtinn ku ev feraset di ferqa hêza jin nîne û birastî
jî jin hêza bingehîn a hemû qadên jiyanê nabîne. Lê ya rast ewe ku Erdogan him
di hikumeta xwe û him jî di siyaseta xwe de bi hebûna jin birêve diçe û xwe nû
dike. Bi vî rengî dikare civak û malbatan heya astekî li derdora xwe kom bike. Dema
ku em vê dibêjin nayê vê wateyê ku hêza jin rast kanalîze dike û di nava siyasetê
de cîh dide jinan. AKPê bi bikaranîna hêz û îradeya jin ya ku girêdayî nirxên
civakêye serdestiya mêr bihêz dike. Ji ber ku him bi rêya ol(dîn), him jî bi
rêya welatparêziyê jin dike xizmetkarek heqîqî û bi kok a deshilata xwe. Bi
navê azadiyê rumeta jin di nava siyaseta xwe de tune dike, bi navê wekheviyê
jin li meclîs û qadên ku siyasetê eleqedar dikin dike amûra berdestka mêr.
Bi hatina Erdogan li ser hikumetê jî mirov
dibîne ku rêbaz anîn û kirina serok
komar jî weke ya Tansu Çîller e; ji ber ku nav diguherin lê feraset yeke û
mebest jî berdevam kirina hikumet û devleta li serdema Osmanî heya roja îro ye.
Kole kirin û entrika kirina jinan di nava qesr û devletê jî heya hikumeta niha
li ser kar a Erdogan gihîþtiye asta herî bilind. Ji ber ku di hikumet û
feraseta xeta Erdogan a kole kirina jin di nava mal û qada siyaset û civakê,
weke model jin Emîne û herdu keçên wê hene, her wiha Fatma Þahîn û çendîn jinên
din hene. Li siyaseta Erdogan ya avakirina sîstema îslama siyasî de, rola
taybet û bingeh Emîne û keçên wê hene. Hemu kar û barên hikumeta Erdogan di
nava jinan û civakê de ew bicîh tînin. Emîne bi derxistina modêlên cil û anîna
zarok û heya qirikê jin fêrî îtaeta destura zilam kirinê de, roleke sereke dilîze.
Ev jî ne tenê li Tirkiyê ye, dixwaze li hemu Rojhilata Navîn belav bike û li
hin deveran bi rêya siyaseta devlet û hikumetên van welatan belav kiriye jî.
Niha Emîne weke Hurem û Tansu Çîller û ji
van jî xirabtir rol dilîze. Di nava qirêjiya îxtidarê fetisiye û nefesa ku dide
distîne jî bêhna dayîkbun ango jinbunê jê nayê, bitemamî buye qiralîça îxtidara
Erdogan û hikumeta wê. Ji bo wê jî em nikarin bêjin di nava dewleta Tirk de jin
heye, ya heyî jixwe me dadestnîþan kirin, û me xwast bidin zanîn ku ne jine.
Bêguman jinên ku temsîla rast û pêþengiya
civak û rumeta xwe kirine jî hebûn û hîna jî hene. Ger ku ev jin û dayik
nebûna, niha civaka Tirk bi tevahî winda dibû.
Di beþên din de emê rola jin a di xeta Erdogan
a di nava mediya bidin raber kirin.
Ruken Neqede
Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html