PDK Li Dijî Tevgera Azadiyê Grubek Çete Ava Dike
Haberler / 04 Temmuz 2019 Perşembe Saat 07:42
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
BİRADOST- Hat diyarkirin ku, PDK li ser daxwaza dewleta Tirk ya dagirker bi rêveberiya hinek kesayetên li herêma Behdînan û Biradostê bi armanca karê sîxuriyê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dest bi avakirina grubek nu ya çeteyan kiriye. Her wiha hat diyarkirin ku PDK li gundên girêdayî Zaxo dem ji gundiyan re diyar kiriye ku gundên xwe vale bikin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANF’ê ji herêmê wergirtine, PDK li ser daxwaza dewleta Tirk ya dagirker bi rêveberiya hinek kesayetên li herêma Behdînan û Biradostê dest bi avakirina grubek nu ya çeteyan kiriye. Hat zanîn ku ev kom bi armanca, li dijî PKK’ê karê sîxuriyê ji bo dagirkeriya Tirk li herêma Biradost hatiye avakirin. Yek ji van berpisyarên PDK’ê ku rêveberiya vê gruba çete bike Şêx Îmran Hacî Mihemed Lolanî birayê Şêx Hisên Lolanî û Mamê Erşad parlamenterê PDK’ê ye.


Armanc Li Herêmê Diyarkirina Cihên Gerîlla

PDK ev grup, li ser daxwaza dewleta Tirk ya dagirker di herêmê de bi awayekî aşkere ji bo diyarkirin û îxbarkirina cihê gerîllayan ava kiriye. Şêx İmranê PDK’yî dixwaze li herêmê di nava eşîra Bradost û Herkî de terîqeta sofî (Cîhad) zindî bike. Bi navê Îslamê li herêmê digere û pereyan ji xelkê kom dike. Ji bo şopandina tevgera PKK’ê bi rêya çend kesên sofî parastina MÎT a Tirkiyeyê dike. Ev kes û sofî ku li her cihekê gerîla bibînin an wesayîtên PKK’ê bibînin bi rêya Parastin, qereqolên Lêlikan û Çiyadêl ên MÎT’a Tirkiyeyê agahdar dikin. Piştre balafirên şer ên dewleta Tirk cihên ku diyar kirine bombebaran dikin.


Piştî Mirina Bapîrê Xwe Dest Bi Karê Sîxuriyê Kir

Şêx Îmran, piştî mirina bapîrê xwe Şêx Husên û Şêx Îmran Şêx Reşîd Lolanî dest bi karê sîxuriyê ji bo PDK’ê û MİT’a Tirk kiriye. Tê zanîn ku dema Şêx Reşîd Lolanî jiyan dikir li dijî PDK û dewleta Tirk a dagirker bû. Lê piştî koça bapîrê wan Şêx Hisên û Şêx Îmran bi navê xwe, beşek mezin ê eşîr û terîqetê teslîmî PDK’ê û Tirkiyeyê bûn. Her wiha sala derbasbûyî Erşed Şêx Hisên li gundê Bermîze li deşta Berazigir leşkerên Tirk vexwandibû xwarinê. Li aliyê din Şêx Hisên û Erşedî di hilbijartina Stenbolê ku hate nûkirin de li Stenbolê ji bo namzetê AKP’ê kar dikirin.


PDK û MÎT Bi Hevre Di Xebitin

Tê zanîn ku Şêx Îmran yek ji fermandarên payebilind ên Leşkerî yên Barzan e û di heman demê endamê MÎT’a Tirkiyê ye. PDK û Tirkiyeyê hem di aliyê madî û hem di aliyê teknîkê de derfetên mezin daye Îmran ku ji bo bikaranîna ciwanên herêma Bradostê li dijî PKK’ê.


Welatiyên Herêmê Li Dijî Karê Sîxuriyê Ne

Li gorî agahiyan, Şêx İmran ji bo komkirina gel li dora xwe li herêma Bradost û navçeyên wê gelek geriya. Lê xelkê deverê karê sixûrtiya li dijî PKK’ê red kirine û bi tundî bersiva Şêx Îmran dane.


PDK’ê Li Zaxo Dem Ji Bo Gundiyan Diyar Kiriye Ku Cihên Xwe Vale Bikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê li herêma Behdînan alîkariya xwe ji bo dewleta dagirker ya Tirkiyê bi hemu hêza xwe berdewam dike. Hat diyar kirin ku Asayîşa PDK’ê li navçeya Zaxo ji bo runiştvanên gundên Keşan, Zoma Kanî Delê, gundên Şudnî, Riwîsê, Zoma Siyara Sitewrê û koçerên li herêmê heftiyek dem daye ku cihên xwe vale bikin. Ji bo valakirinê herêmê ti sedem ji bo welatiyan nehatiye eşkere kirin. Tê gotin ku, PDK ji bo hevkariya artêşa Tirk û berfirehkirina operasyona leşkerî wê ev gund werin valakirin.  

PDK beriya niha jî li navçeya Zaxo herêma Dihokê çend girên stratejîk di destê xwe de radestî leşkerên dewleta Tirk kiribu.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER): PDK  Li  Diji  Tevgera  Azadiye  Grubek  Cete  Ava  Dike  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.