Balafirên Artêþa Tirk Baþurê Kurdistanê Bê Navber Topbaran Dike
Haberler / 30 Haziran 2019 Pazar Saat 06:28
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN- Êrîþên balafirên Artêþa Tirk ya dagirker li ser gund û çiyayên Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Balafiran di nava deh rojan de bi dehan car gund û çiyayên baþurê Kurdistanê topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bun. Gelê herêma Kurdistanê ku dixwaze serî hilde û êriþan þemezar bike ji aliyê asayîþê ve tên asteng kirin û bi kuþtinê tên tehdît kirin.

Êrîþên balafirên Artêþa Tirk ya dagirker li ser gund û çiyayên Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Balafiran di nava deh rojan de bi dehan car gund û çiyayên baþurê Kurdistanê topbaran kirin. Di encama topbaranan de gelek welatiyan jiyan xwe ji dest dan, agir bi gund û çiyayên Kurdistanê ket. Bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin dîtin.


Êriþên Topbarana dewleta Tirk li ser gund û çiyayên Kurdistanê wiha ne;

-Balafirên þer ên dewleta Tirk ya dagirker di 15’ê Hezîranê de derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hat zanîn ku liv û tevgera balafiran li herêmê berdewam dike. Ji ber wê sedemê di derbarê ziyanan de tu agahî bi dest ne ketin.

-Balafirên þer di 17’ê Hezîranê de çiyayê Korek û Suredê bombebaran kirin. Balafir heya roja paþtir li esîmanên Bînarê Qendîl bê navber geriyan. 

-Balafirên þer di 21’ê Hezîranê de bi du balafiran Herêma Xakurkê û Þekîf bombebaran kirin.

-Balafirên þer ên Tirk di 23’ê hezîranê de girên derdora gundê Þeraniþ ya ser bi qezaya Batûfa ya girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kir.

-Balefirên þer ên artêþa Tirk di 24’ê hezîranê saetên êvarê de gundê Nawdarok yê herêma Biradost bi dijwarî bombebaran kir. Di encama êrîþê de agir bi zeviyên gundiyan ket û ziyanek mezin a madî giha gundiyan.

-Balafirên þer ên dewleta Tirk di 24’ê Hezîranê de serê saetên sibehê çiyayê Xantûr û geliyê Pisaxa yên dikevin herêma Sindiyan a ser bi navçeya Zaxo bombebaran kir.

-Balafirên þer ên dewleta Tirk di 25’ê Hezîranê de cara duwem gundê Navdarok ê devera Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agirek mezin bi eraziyê deverê ketiye. Ev herêm di du rojan de 3 caran hat topbaran kirin.

-Balafirên þer ên dewleta Tirk di 26’ê hezîranê de Devera Goþîna ya herêma Biradostê topbaran kir. Welatiyek jiyana xwe ji dest da yek ji birîndar bu. Li gorî agahiyên herêmî gundiyên devera Goþînê ji ber topbarana zêde, malên xwe berdane û berê xwe dane gundek din.

-Balafirên þer ên dewleta dagirker disan di 26’ê Hezîranê de herêma Bîrîkîm ya Biradostê bi giranî topbaran kir. Balafiran sê rojan heman herêm bê navbera topbaran kirin. Ji ber topbaranê agir bi arazi ketiye û nayê vemirandin.

-Leþkerên artêþa Tirk a dagirker di 27’ê hezîranê de gundê Kestê ya li devera Berwarî serbi herêma Metînan dan ber topan. Têkildarî ziyanên topbaranê tu zanyariyek zelal bi destneketin. 

-Balafirên þer ên artêþa Tirk di 27’ ê hezîranê de li nêzî gundê Berd Kuran li du wesayîtên sivîlan xistin, di encama êrîþê de 3 sivîl þehîd bûne, 5 sivîlên din jî birîndar bûne. Herwiha di encama êrîþê de agir bi erazî ketiye.

-Balafirên þer ên dewleta dagirker di 27’ê Hezîranê de gundê Nawdarok û herêma Xakûrkê ya ser bi Hewlêrê topbaran kirin. Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

-Balafirên þer ên artêþa Tirk di 28’ê Hezîranê de gundê Pîromer û Brayetyan yên li ser bajarokê Çoman a ser bi Hewlêrê bomberan kirin. Xetên ava vexwarinê ku tên gund ziyanek mezin dîtin.


Di êriþan de 4 kes þehîd bûn, 6 kes birîndar bûn

Balafirên þer ên artêþa Tirk di 27’ê hezîranê de li çiyayê Kortekê yê Binarê Qendîlê nêzî gundê Berd Kuran li du wesayîtên sivîlan dema ji gund vedigeriyan bajêr topbaran kirin. Di encama topbaranê de ji heman malbatê 3 sivîlên di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bun. Di nava þehîd û birîndaran de jin û zarok jî hebun.

Her wiha di 26’ê hezîranê de balafirên dewleta Tirk ya dagirker li devera Goþînê ya herêma Biradost wesayîtek ya sivîlan hedef girtin. Du birayên ku di nava wesayîtê de, yek þehîd bu yek jî bi giranî birîndar bu. Herdu sivîl xelkê Balekayetî bun û ji bo geþtê çûbûn çiyayê Helgurd.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.


Gefa kuþtinê li welatiyan tê kirin

Demeke ku artêþa Tirk li herêma Baþurê kurdistanê hemu coreyên dagirkeriyê pêk tîne. Balafirên artêþa dagirker di 27’ê hezîranê de li Çiyayê Kortekê nêzî gundê Berd Kuran komkujî pêk anîbû. Ji bo þemezar kirina komkujiyê biryar bu ku li Helebçe çalakiyek ya þemezarkirinê bi hatiba li darxistin. Lê hêzên asayîþa Helepçe çalakî bi hinceta 'Helebçe herêmek sînore û ew cûrên çalakiyan ji bo ewlehiya herêmê nebaþe' destûr neda çalakî pêk were.

Ji bo gel li hemberî dagirkeriyê dengê xwe dernexe, hêzên asayîþê gefan li gel dikin. Hat zanîn ku li Hewlêr ciwanê bi navê Rawan Ebdulla Silêman, ji ber ku di tora medya civakî de bêdengiya hukumeta herêmê li hemberî topbaranê rexne kiriye, hêzên asayîþê gefa kuþtinê lê kirine.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER): Basure  Kurdistane    

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.