Asayîşa PDK’ê Di Derbarê Harwîn Silêvaneyî de tu Agahiyan Nade
Haberler / 30 Haziran 2019 Pazar Saat 06:23
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
ZAXO- Asayîşa Zaxo di 23’ê Hezîranê de bi ser navenda polîsên bajêr de girt û polîsê bi navê Harwîn Silêvaneyî li ser kar binçav kirin. Li rexmê hemu hewildanên malbatê heya niha jî tu agahî ji Harwîn nayê girtin. Harwîn Silêvaneyî, ji ber sedema li ser tora civakî rexne li hukumeta herêmê kiriye hatiye binçavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker demeke êrişên xwe li ser xaka Başurê Kurdistanê zêde kirine û sivîlan hedef digire. Her ku diçe helwesta gelê Başur li hemberî bêdengiya hukumeta herêma Kurdistanê û êrîşan, mezin dibe. Hat diyarkirin ku Asayîşa Zaxo di 23’ê Hezîranê de, bi ser navenda polîsên bajêr de girt û polîsê bi navê Harwîn Silêvaneyî li ser kar binçav kir. Harwîn, ji ber sedema di tora civakî de li ser malpera xwe bi tundî desthilatdariya PDK’ê û Hikumeta herêmê rexne kiriye, hatiye girtin.

Hat zanîn ku dema ku Harwîn binçav dikin li bingehê polisan dest danîn ser çek û telefona wî û ew ji bo cihekî ne diyar birine. Li rexmê hewildana malbatê heftiyeke tu agahî ji Harwîn nayê girtin.

Harwin Silêvaneyî, yek ji çalakvanên li herêma Behdînan ku hertim li dijî gendelî û dagirkeriyê xwedî helwest buye.

Hevalê Harwîn Silêvaneyî ku ne xwest navê xwe aşkere bike diyarkir ku, ‘’li herêma Kurdistanê derfeta jiyan û mafê azadiyê ne maye. Her kesê ku rastiyan tîne ziman û hukumetê rexne dike weke Harwîn tê girtin û wenda kirin. Hukumet ji serhildanekî nu ya weke Şêladizê di tirse. Ji bo wê jî kiryarên wisa dike’’


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.