PDK Ji Bo Hukumeta İrak û Tirkiyê Navbeyînkariyê Dike
Haberler / 25 Haziran 2019 Salı Saat 13:07
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR- Ji despêka 2019’an û vir de bi navbeyînkariya PDK’ê, di navbera Irak û dewleta Tirkiyê de deriyekî nû yê dîplomasiyê vebûye. Heya niha Serokkomarê Iraqê du caran û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî du caran bi awayekî fermî hevdîtin pêk anîne. Di heman demê de Serokê herêma Kurdistanê despêkê li Bexda û paşê jî li Îstanbul bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de, li ser gelek bazarên qirêj weke operasyonek hevbeş li Şengal, Qendîl û Mexmurê gihiştine encamê.

Ji despêka 2019’an û vir de bi navbeyînkariya PDK’ê, di navbera Irak û dewleta Tirkiyê de deriyekî nu yê dîplomasiyê vebuye. Heya niha Serokkomarê Iraqê du caran û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî du caran bi awayekî fermî hevdîtin pêk anîne. Di heman demê de Serokê herêma Kurdistanê despêkê li Bexda û paşê jî li İstanbul bi rayedaran re hevdîn pêk anî.

 

Di 6 mehan de 4 seredanên Fermî

Di heyama 6 mehan de di navbera hukumeta Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de 4 seredanên fermî pêk hatin. Ev vebuna rêya dîplomasiyê bi daxwaza Tirkiyê û navbeyînkariya PDK’ê di navbera aliyan de pêk hat.

Piştî hilbijartinên İraqê, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih cara yekem di 3’ê Çile de bi awayekî fermî çu Enqerê û despêkê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re runişt. Piştî wê Wezîrê karê derve Mewlut Çawuşoğlu di 28’ê Nîsanê de li Bexda bi Wezîrê Karê Derve Muhammed Ali el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Abdulmehdî û gelek rayedarên din yên hukumetê re runişt. Çawuşoglu, piştre derbazî Hewlêr bu despêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Berhem Salih cara duyem di 28’ê Gulanê de li Enqerê bi Erdogan re runişt. Di civînê de Wezîrê Karê Derve û Berpirsê MİT’ê Hakan Fîdan jî amadebun. Çawuşoğlu di 10’ê Hezîranê de cara duyem ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve bi awayekî fermî ji bo merasîma sondxwarinê hat vexandin. Çawuşoglu, li Hewlêr careke din bi Serokkomarê İraqê, Serokê Parlemena İraqê Mehammed Halbusi, Nêçirvan Barzanî, Mesur Barzanî, Mesut Barzanî û aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di 20’ê Hezîranê de derbazî Bexda bu û bi rayedarên hukumetê re civiya. Barzanî, paşê di 21’ê Hezîranê li Stenbolê bi Erdogan re runişt. Hemu hevdîtinên ku di navbera hukumeta Başur, Iraq û Tirkiyê de hatîn kirin ji çapemeniyê re girtî pêk hatin.


Li Paş Perdê Bazarên Qirêj Hatin Kirin

Di hevdîtinên navbera hersê aliyan de li ser pêşxistina têkiliyên aborî, siyasî, parastina sînoran, operasyonên li ser xaka Başur û gelek mijarên din bazarên qirêj hatin kirin. Hat diyar kirin ku Tirkiyê, li beramberî daxwazên hukumeta İraq û Başur, hinek daxwaz ji aliyan kirine. Bazara di navbera aliyan de hatî kirin bi vî awayî ye;

-Wê Tirkiye di, ji nuve avakirina Musilê û ji bo ew malbatên ku zerer dîtine de her curê alîkariyê bike.

Li hemberî vê yekê;

-Wê Tirkiye li Musil ê Konsolusxaneya xwe veke. 

-Tirkiye li aliyê Telafer deriyê sînor veke.

-Bi Iraqê re hevpar parastina sînorê İraq-Suriyê bike.

 

Li Ser Pêkanîna Operasyonekî Hevbeş Li Hev Kirine

Hat diyar kirin ku, li ser daxwaza Tirkiyê ya operasyonekî hevbeş bi alîkariya PDK’ê li Şengal, Qendîl Û Mexmur gihiştine encamên diyar. Her wiha hat diyar kirin ku PDK’ê di çarçoveya mijarê de, zextên xwe li ser kampa penaberan ya Mexmur’ê zêde kirine. Destur nayê dayîn ku şêniyên wargehê li herêmê bi awayekî serbest çuyîn û hatinê bikin. Şêniyên ku ji bo nexweşxane û pêdawistiyên jiyanê diçin bajarê Hewlêr li ser rêyan bi hinceta ‘’demê nasnameyê derbaz buye’’ tên girtin û wenda kirin. Hat zanîn ku PDK’ê di nava 15 rojên dawiyê de 6 şêniyên ji Mexmurê li Hewlêr girtine û heya niha jî çarenusa wan diyar nîne.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER): PDK  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.