Êrîşên Dagirkeriyê Ser Herêma Kurdistanê Berdewam Dikin
Haberler / 08 Haziran 2019 Cumartesi Saat 13:25
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka başurê Kurdistanê bi her awayî berdewam dikin. Hat diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car di cejna remezanê de jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin. Li aliyê din balafirên keşfê bê navber digerin. Di êrişa balafiran de 3 pêşmerge birîndar bun, ciwanek Êzidî jiyana xwe ji dest da û zererek mezin gihişt bax û sewalên gundiyan.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka başurê Kurdistanê bi her awayî berdewam dikin. Hat diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car di cejna remezanê de jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin. Li aliyê din balafirên keşfê bê navber digerin.

Di nava heftiyekî de êrişên li ser herêma Kurdistanê pêk hatîn wiha ne;

-Balafirên şer ên dewleta Tirk di 30’ê Gulanê de derdora gundê Sigrê ya ser bi navçeya Amêdî ya Dihokê bombebaran kirin.

-Di 31’ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qada Çemço ya Zapê û qada Deşta Kafya ya Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

-Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera 07.00’an de balefirên şer qada Sîda ya Zamê bombebaran kirin.

-Balafirên artêşa Tirk di 1’ê Hezîranê de, gundê Xelîfan yê dikeve ser herêma Bradostê bi helîkopteran dijwarî topbaran kir. Di encama êrîşan de bi dehan sewalên gundiyan telef bûn.

-Balafirên şer yên Tirkiyê di 5’ê Hezîranê de gundên Xelîfan, Çiya Dêl, Sîran ên herêma Biradost a ser bi Hewlêrê bombebaran kirin û gelek ziyan li bax û baxçeyên welatiyan ket.

-Balafiran di heman rojê de gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket.

-Balafirên artêşa Tirk a dagirker di 7’ê hezîranê de gundê Xelîfan û Sîran yên ser herêma Soran a ser bi Hewlêrê ve bomebaran kirin. Di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyê gundiyan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk îro danê sibehê careke din gundên Sîran û Xelîfan ên Biradostê bombebaran kirin. Balafirên şer bê navber di ser herêmê re digerin.

Di êrişan de 3 pêşmerge birîndar bûn

Balafirên artêşa Tirk a dagirker di 5’ê hezîranê de gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma Biradost bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 pêşmergeyên xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl, Ezîz Cavir birîndar bûn. Lingê pêşmergeyek jêbû. Piştî buyerê, hêza 80’em berê xwe dan cihê bûyerê, lê li rexmê çuyîna pêşmergeyan jî topbaran berdewam kir.

Li gorî agahiyên ji xelkê deverê hatine sitandin, dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemek deng, bi zimanê Kurdî bang li welatiyan kiriye daku gundên xwe vale bikin, eger vale nekin bi gulebaranê hatine tehdît kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di 4’ê Hezîranê de li Zaxo ciwanê Êzidî bi navê Emîn Salih (22) dema ku di nava baxçe de di xebitî ji aliyê leşkerên Tirk ve raste rast hat gulebaran kirin. Emîn Saleh penaberê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê bu. 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.