Êrîşên Balafirên Şer Li ser Herêma Kurdistanê
Haberler / 01 Haziran 2019 Cumartesi Saat 10:25
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - Êrîşên artêşa Tirk a dagirker, li ser xaka Başûrê Kurdistan û xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Balafirên şer, di heftiya dawiyê de bi dehan car gund û çiyayên Başurê Kurdistanê topbaran kirin. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker lirex topbarana gundan, guleyan li xelkên sivîl ku derdikevin derve jî dibarîne.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistan û xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Balafirên şer, di heftiya dawiyê de bi dehan car gund û çiyayên Başurê Kurdistanê topbaran kirin. Hat diyar kirin, leşkerên dagirker xwestin li ser erdê jî pêşde biçin, lê rastî berxwedana gerîllayên HPG’ê hatin.

Di nava heftiyekî de êrişên li ser herêma Kurdistanê pêk hatîn wiha ne;

Di 23’ê Gulanê de balafirên şer yên dagirkeriyê çiyayê Karox ê ser bi bajaroka Wertî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Derbarê ziyanê de ti agahî bi dest neketin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Gulanê de, herêma Lêlikan, Bindêwan û Kewret a ser bi herêma Bradostê bombebaran kirine.

Balafirên şer di 26’ê Gulanê de, bombe li herêma Golka ya herêma Metînayê barandin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker, di 30 Gulanê de derdora gundê Sigrê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin. Têkildarî ziyana çêbûye ti agahî bi dest neketin.

Her wiha Balafirên şer di 28’ê Gulanê de, bombe li Girê Şehîd Sarya û heya derengiya şev jî derdora çemê Lolan û neqeba Şêxzade bombebaran kirin. Balafirên şer di heman rojê de bombe li Gundê Filleha yê herêma Zê, Girê Kartal yê herêma Avaşînê barandin.

Disan di 28’ê Gulanê de, balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker gundên Kunekotri û Bêrmeke yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Balafiran di heman rojê de, danê êvarê devera Sawên a Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebararan kirin. Ji ber bombebarana zêde têkildarî bombebaranê agahî bi dest ne ketin.

Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Gulanê de, di saetên êvarê de derdora çemê Lolanê û çiyayê Şekifê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kirin. Êrîş bi 30 helîkopter û balafirên şer hate kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Gulanê de li herêma Xakurkê êriş dan despêkirin. Artêşa dagirker bi helîkopteran leşker danîn ser çiyayê Eski û Evdilkofî. Ji ber tevgera zêde ya leşkeran di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên dagirker de dem dem pevçun derketin, lê leşkeran nekarîn pêşde biçin. Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa dagirker xwestin ji aliyê Şekîf, Evdilkofî û Lêlkanê ve, herêma Xakurkê dorpêç bike. Dema ku pevçun derdiketin herêm bi helîkopter û balafiran di hat topbaran kirin.

Disan di 28’ê Gulanê de artêşa Îranê çiyayê Asos ku dikeve nava sînorê navçeya Mawet a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê û li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, topbaran kir.

Di 29’ê Gulanê de, balafirên şer herêma gundê Filleha û Girê Cehennem yê herêma Zê bombebaran kirin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker di 29’ê Gulanê de, girê Kurojaro ya ser bajaroka Şêladizê ve nêzî wargehên sivîlan bombebaran kirin.

Leşker Êdî Raste Rast Gule Berdidin Gundiyan

Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişên xwe li ser gundan bi rêbazên cuda zêde dikin. Leşkerên Tirk li sînorê parêzgeha Hewlêrê û herêma Bradostê, gule berdan welatiyên sivîl. Di heman demê de jî balafirên şer yên dewleta Tirk herêmê bombebaran kirin. Gundî diyar dikin ku ew nikarin biçin nav baxçeyên xwe û avdanê bikin. Gundiyên ku her sal ji bo komkirina pincar diçun herêmên çiyayî îsal qet nikarin derkevin, dema derdikevin li rastî gulebarana leşkerên Tirk tên.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html 

TAGS(ETIKETLER): basure  kurrdistan  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.