Topbarana Balafirên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê Zêde Dibe!
Haberler / 25 Mayıs 2019 Cumartesi Saat 08:24
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN- Balafirên şer yên artêşa Tirk ya dagirker bê navber li ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê di gerin û hema hema her roj topbaran dikin. Hat diyarkirin ku balafirên keşfê yên bê mirov li ser tevahiya gund û çiyayên herêmê re bê navber difirin. Di topbarana vê heftiyê de rêya 12 gundan asê bu û zererek mezin gihişt bax û baxçeyên gundiyan.

Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê ya dagirker bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê di gerin û hema hema her roj topbaran dikin. Balafirên keşfê yên bê mirov di ser tevahiya gund û çiyayên herêmê re bê navber difirin. Piştî seredana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawuşoğlu ji bo Bexda û Hewlêr’ê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê hema hema her roj gund û çiyayên başurê Kurdistanê topbaran dikin. Balafirên şer yên artêşa Tirk di hefiyekê de gelek caran herêma Kurdistanê topbaran kir;

-Di 16 Gulanê de, Li nêzî bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê dema ku artêşa Tirkiyê bi wesayîtên sivîl leşker vediguhest teqîn pêk hat. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbun. Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kir.

-Balafirên şer yên dewleta Tirk di 16 Gulanê de cara duyemîn derdora qezaya Şêladizê û Kurejehro bombebaran kir. Bombebaran demekî dirêj berdewam kir.

-Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê di 21’ê Gulanê de gundê Kolît a ser bi bajarokê Sîdekan girêdayî bajarê Hewlêr topbaran kir. Di encama êrîşê de ziyanek mezin gihişt gund.

-Balafirên şer di 21 Gulanê de bi helîkopteran herêma Çiyadêl, Gewoy û Xakurkê ku dikevin herêma Biradost bombebaran kirin. Bombebaran heya derengiya şevê berdewam kir.

-Balafirên şer yên dewleta Tirk careke din di 22 Gulanê de bi du helîkopteran gundên li herêma Bradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Helikopterên artêşa Tirk du rojan beriya wê bê navber di ser herêmê re di firiyan.

Rêya 12 gundan hat xirab kirin

Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker, li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roj berdewam dikin. Di topbarana li herêma Sîdekan a girêdayî bajarê Hewlêr de rêya 12 gundan hat xirap kirin. Zevî û baxçeyên gundiyan yên derdor ziyanekî mezin lê ketin. Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de, gelek xaniyên derdor jî zerer ditine, derî û pencereyên gund hemu hilweşiyane. Her wiha hat diyar kirin ku li herêmê bi giştî bê navber balafirên keşfê difirin.

Artêşa Tirk demeke li 79 gundên herêma Biradost a parêzgeha Hewlêr hatinûçûna welatiyan ji demjimêrê 22.00' ê şev heta saet 06.00'ê serê sibê qedexe kiriye.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): herema  kurdistane  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.