Yekane Rêya Şikandina Tecrîdê Rihê Berxwedana Zîndana Amedê Ye
Makaleler / 20 Şubat 2019 Çarşamba Saat 07:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji herçar aliyan ve êrişên topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi kare bişkîne û ber bi tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya navnetewî de, berxwedana ku bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Güven û bi sedan girtiyên azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji herçar aliyan ve êrişên topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi kare bişkîne û ber bi tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya navnetewî de, berxwedana ku bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Güven û bi sedan girtiyên azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje, ’PKK’ê weke çalakî Kurd kir heyî. Kurdîtiya di sedsala 20. de, Kurdîtiyeke wisa bû, divê berê bibe heyî û paşê bê rizgarkirin. Ya PKK têde bi ser ketibû ew bû, Kurd kiribûn hey. Gelê Kurd êdî pirsgirêka xwe ya nîqaşa hebun û tinebunê derbaz kiriye, ketiye di pêvajoya tekoşîna rizgarkirinê de. Berxwedan û serîhildana gelê Kurd her demê ji bo wan buye tirsa herî mezin. Ji bo wê jî niha dagirkerên Kurdistanê gelê Kurd parçe digirin dest û wana ji hev cuda dikin. Dibêjin birayên me yên Kurd û PKK ji hev cuda ne. Gelê li kurdistanê tekoşîna nasnameya xwe dikin weke dagirker nîşan didin.

Li vî welatî jiyan hesan nîne, ji bo Kurdan tu carî asan nebuye. Dayîkên me tu carî bi dilekî rehet zarokên xwe himbêz nekirine. Zarokên vî welatî tu carî bi azadî xeyalên xwe jiyan ne kirin. Dema ku zarokên Kurdistanê di dibistan û saziyên dewletê de bi asîmlekirinê re derbaz dibun, dema bedenên zarokên vî welatî li kolanan di hatin tazîkirin û kaş kirin, di hatin bombebaran kirin, di bodrumande dihatin şewitandin her alî û her kesî tenê temaşe dikir. Dema bi komployekî navnetewî îradeya bi milyonan kesî xistin nava çar dîwaran û ji hemu mafên jiyanê bê par kirin her kes û her alî tenê temaşe kir. Ji roja ku tekoşîna Azadiyê despêkir û şunde di her kêliyê de xwestin ku tune bikin bi perçiqînin, di heman demê de jî di her kêliyê de li hember komplo û çewisandinan bi çalakiyên weke Heval Zîlan, Heval Vîyan û bi sedan fedayîyên APO’yî bersiva herî pêwist hatiye dayîn. Niha jî asta dagirkerî û zilmê gihiştiye astekî wisan ku çav kor kirine, ziman lal kirine, guh ker kirine.

Di dîroka Tekoşîna Azadiyê de li hember dagirkeriya Kurdistanê, li hember zordarî, bê mafî, çewisandin û asîmilekirina Kurd û Kurdistanê gelek caran berxwedanên mezin ku cihê xwe di dîrokê de girtine hatine kirin. Yek ji van berxwedanan ku dewleta Tirk ber bi têkçunekê ve bir û çuk lê danî, berxwedana Zîndana Amedê bu. Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji her çar aliyan ve êrişên topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi kare bişkîne û ber bi tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya navnetewî de, berxwedana ku bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Güven û bi dehan girtiyên azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

Çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Güven sê meh û nîv li pey xwe hişt. Dîsa çalakiya ku bi pêşengiya Güven despêkirî li girtîgehên Tirkiyê, Mexmur, Hewlêr, Strasbourg û li gelek welatên cîhanê belavbuye, bi biryardariyekî mezin berdewam dike. Li hemberî tecrîdê bersivekî herî mezin û bi wateye. Ev berxwedan, berxwedana hemu gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê ye. Şikandina dîwarên Îmraliyê, rakirina tecrîda girankirî ya li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan daxwaza hemu gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê ye, dengê wan dengê bi milyonan kesiye, qêrîna wan qêrîna bi milyonan kesiye, qêrîna heqîqet û lêgerina rastiyê ye.

Faşizma AKP ji bo valaderxistina vê çalakiya bi wate serî li gelek rêyan da. Derxistina Leyla Güven ji girtîgeha Amedê û tenê 15 dk hevditina bi Rêber APO re yek ji van rêyan bu, lê ew bi xwe vale derketin. Zêdebuna zextan ya li ser girtiyan, dorpêçkirina mala Leyla Güven, asteng kirina çalakiyên parlementeran, girtin û binçavkirinên gel nîşan dide ku çembera hukumeta AKP-MHP’ê pir teng buye û wan dide tirsandin. Ji ber ku bingeha avabuna dewleta Tirk li ser tunekirin îmha û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin, niha jî ketine çalekî kur ku êdî derketina wan ne gengaze.

Çalakiya birçîbunê ya bê dem û bê dorveger çalakiyekî hesan nîne, ji bo wê îrade, hêz û bawerî pêwiste. Ger ku Kurdistanî û hemu gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê, li dora vê çalakiyê bibin xelek û dengê xwe bilind bikin, ev çalakî dikare di astekî bilind qedera Tirkiyê bide guhertin. Ji ber ku qirkirin, asîmle û zordariya ku niha li Tirkiyê tê meşandin tenê bi gelê Kurd re sînordar nîne, qirmekî li ser tevahiya gelên Tirkiyê ye.

Çiçek BOTAN


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.