OSO Êzîdiyên Efrînê bi zorê rêdikin mizgeftan û malên Elewiyan jî dikin mizgeft
Haberler / 08 Ağustos 2018 Çarşamba Saat 06:58
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Çeteyên Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta tirk zarokên Êzidî yên gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa bi darê zorê rê dikin mizgeftan. Her wiha çeteyên bi navê Ketîba El-Hemzet jî dibistan û hin malên sivîl ên Elewî yên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên Şerr`î (Şerîat). Hat ragihandin ku yê vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û îşkence li wan tê kirin.

Çeteyên Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk zarokên Êzidî yên gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa bi darê zorê rê dikin mizgeftan. Her wiha çeteyên bi navê Ketîba El-Hemzet jî dibistan û hin malên sivîl ên Elewî yên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên Şerr`î (Şerîat). Hat ragihandin ku yê vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û îşkence li wan tê kirin.  

Çeteyên OSO yê girêdayê dewleta Tirk kiryarên guherandina demografî û asîmilekirina gelê Efrînê berdewam dike. Çeteyan ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û vir ve hemû cih û warên dîrokî û pîroz ên Êzidî û Elewiyan tarûmar kirine, niha jî ji bo tevahî asîmilekirinê misilmantiyê li ser Êzidî û Elewiyên di herema Efrînê tê ferzkirin.  Ji aliyekî ve çeteyên Feyleq el Şam a girêdayê dewleta Tirk zarokên Êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan, li aliyê din ve jî çeteyên Ketîba El Hemzet jî dibistan û hin malên Elewî dikin mizgeft û dibistanên Şerr’î (şerîat).

 

Feylaq El-Şam zarokên Êzîdî bi zorê dibin mizgeftan

Li gor agahiyên ku çavkaniyekê heremê bi me re parve kir, diyar kirk u çeteyên koma bi nave Feyleq El Şam a girêdayê dewleta Tirk, li gundê Basûfanê ya navçeya Şêrewa zarokên Êzidî ji malan derdixin û bi zorê dibin mizgeftê, li ser misilmantiyê ders tên dayîn û Quran fêr dikin. Çavkanî destnîşan kir ku kesê bi navê X.K ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li gund rastî îşkenceya çeteyan hatiye. Hat ragihandin ku çeteyan jineke ciwan a Êzidî navê wê nehat zanîn hatiye revandin û agahî jê tuneye.

 

Malên Elewiyan dikin mizgeft û dibistana Şerr’î

Kiryarê asimilasyonê ne tenê li ser Êzidiyan, heman demî li ser Elewiyên herêma Efrînê jî tê meşandin. Çeteyên koma bi nave Ketîbeya El-Hemzet jî dibistana gundê Kaxrê ya girêdayê navçeya Mabeta zivirandine dibistaneke Şerr’î (Şerîat) û tenê dersa ola Îslamî tê dayîn. Her wiha li gor agahiyan çeteyan mala kesê Elewî yê bi nave Henan Ereba jî zivirandine weke mizgeft û tê de dersê îslamê tê dayîn. 

Hat destnîşankirin ku di heman heremî de 3 xaniyên aîdê Elewiyan ên ji heremê hatine derxistin jî ji bo bizivrînin mizgeft an jî dibistana Şerr’î, amadekarî tên kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html



Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  cete  OSO  Ezidi  Elewi  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.