Di Depoyên Diziyê Yên OSO De Tune Tuneye: Kontenynira Çopê Jî Ji Bo Bifroşin Dizîne
Haberler / 06 Ağustos 2018 Pazartesi Saat 12:26
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Kiryarên qirêj û dijmirovahî yên çeteyên OSO dawî nabin. Komên OSO yên talanî û diziya, senaiyê, mal û milkên Efrîniyan dikin, ji bo heta bifiroşin derve li navenda Efrînê çend xaniyên kesên hatine koçber kirin weke depo bikar tînin. Hat diyarkirin ku di van depoyan de tune tuneye, heta konteynirên çopê yên ji di serî de Şaredariya Hatayê û bajarên din a li Tirkiyê anîne hatine dizîn û di van depoyan de ji bo bifiroşin derve tên veşartin hene.

Kiryarên qirêj û dijmirovahî yên çeteyên OSO dawî nabin. Komên OSO yên talanî û diziya, senaiyê, mal û milkên Efrîniyan dikin, ji bo heta bifiroşin derve li navenda Efrînê çend xaniyên kesên hatine koçber kirin weke depo bikar tînin. Hat diyarkirin ku di van depoyan de tune tuneye, heta konteynirên çopê yên ji di serî de Şaredariya Hatayê û bajarên din a li Tirkiyê anîne hatine dizîn û di van depoyan de ji bo bifiroşin derve tên veşartin hene. 

Çeteyên OSO yên girêdayên dewleta tirk a dagirker ku ji aliyê Serokê Giştî ya AKP’ê û Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve wek e “Artêşa min a Kuvayî Milliye” hatibû pênasekirin, kiryarên xwe yên qirêj û dij mirovahî ya li Efrînê berdewam dikin. Bê tirs û bê wijdan dizî, talanî, kuştin, revandin, xwestina fidyê, tecewiz, tacîz, xirakirin û şewitandinê dikin. Gelê Efrînê êdî ji dest kiryarên wan bê zar û nikarin tehemûl bikin. 

 

HEMÛ AMÛRÊN SINEAYIYÊ Û MAL Û MILKÊN HATINE DIZİN BI BUHAYEK ERZAN DIFIROŞIN

Li gor agahiyên me ji heremê girt, çeteyên OSO hemû amûrên dikanên sineayê û kargehên li Efrîn, navçe û gundewarên wê, yên berê hatine dizîn û yên hêj jî tên dizîn, ji bo veşêrin û bifiroşin derve çend xaniyên Efrînî yên hatine koçberkirin weke depo bikar tînin. Çavkanî destnîşan kir ku ev demeke çete amûrên sineatkaran ên dikan û kargehan, her wiha ji sineayê jî jenerator, kompirês, çerx û hwd hemû cure amûran yên berê û yên niha diziyê dewam dikin, di çend malên li taxa Eşrefiyê yên nêzî Fabriqeya Kevir û Şikandina keviran yê bi nave Tirmenînî, de diveşêrin.  Wan amûrên hatine dizîn bi buhayek pir kêm difşroşin derve. Hat destnîşankirin ku bi şerta ku yên van amûran dikirin pêwîste bibe derveyê Efrînê. 

 

KONTEYNIR Û QASAYÊN ÇOPÊ Jİ HATINE DIZİN

Li gor çavkanî ragihand ku di van depoyên ku malên dizî têde tên veşartin de hema bêje tune tune ye û da zanîn ku di nava van amûran de bi dehan konteynir û qasayên çopê yên nû ku li hin taxan ji Şaredariya Hatayê û bajarên din ên Tirkiyê anîbûn jî, hatine dizîn hene û bi awayek perçeyên demir difroşin derve.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  OSO  cete  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.