AKP û PDK Li Hemberê hemleya nûnerên Bakurê Sûriyê ya bi Şamê re rûnişt ket nav tevgerê
Haberler / 31 Temmuz 2018 Salı Saat 07:44
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR – Li ser hemleya nûnerên Bakûrê Sûriyê ya siyasî û leşkerî bi nûnerên Şamê re rûniştin, AKP û PDK ketin nav tevgerê. Li gor agahiyan di rojên dawî de AKP şandeyek ku ji AKP û PDK’ê pêk tên li Şamê bi nûnerên Şamê re hevdîtinan pêk anîne.

Li ser hemleya nûnerên Bakûrê Sûriyê ya siyasî û leşkerî bi nûnerên Şamê re rûniştin, AKP û PDK ketin nav tevgerê. Li gor agahiyan di rojên dawî de AKP şandeyek ku ji AKP û PDK’ê pêk tên li Şamê bi nûnerên Şamê re hevdîtinan pêk anîne.  Şande ji Şamê re pêşniyar kiriye ku li Hewlêrê dikarin konsolostiyê vekin û bi awayek veşartî dîplomasiyek bi Enqereyê re pêş bixin.

Piştî di navbêra nûnerên Bakûrê Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi nûnerên rejîma Sûriyê li Şamê li dora masê rûniştin, li hemberê vê AKP bi alîkariya PDK’ê kete nava tevgeriyê. Li gor agahiyên ji çavkaniyek jê bawer, li ser talîmata Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayîp Erdogan, şandeyek ku ji nûnerên PDK’ê û dewleta tirk MÎT jî di navê de di bin berpirsiyartiya Mehmud Kelkerî ya ji Hewlerê, çûne Şamê.

 

‘Vexwendina Li Hewlerê konsolostî vekin û veşartî jî çûn û hatina Enqere bê kirin’

Çavkanî destnîşan kir ku van rojên dawî de ev şande çûne Şamê û hin hevdîtinan bi rêveberiya rejîmê ya Şamê re kirine. Di hevdîtinan de berpirsiyarê şandeyê Mehmûd Kelkerî, ji bo rejîma Sûriyê karibe li Hewlerê balyozxane veke vexwendnameyek fermî pêşkeş kiriye û ji bo baştirîn têkiliyên di navbêra her du aliyan de guftugoh hatiye kirin. Her wiha çavkanî ragihand ku di derbarê têkiliya bi Enqereyê re jî, Kelkerî diyar kiriye ku ji bo diyalogê nûnerên rejîmê ya sivîl dikarin herin Enqereyê lê ji bo demekî veşartî (bi dizî) be wê baştir be. 

Çavkanî, anî ziman ku di civînê de, hevdîtina çend roj berê ya rêveberiya MSD’ê û rejîma Sûriyê re hatî kirin jî hatiye nîqaşkirin. 

 

Ne Gihiştine Tu Encamekê

Çavkaniyek ji rejîma Sûriyê ku navê wî nehatiye aşkere kirin, ji malpera Xeber24’ê re daye diyarkirin ku ev civîn piştî hevdîtinên rejîmê ya bi rêveberên MSD’ê re pêk hat de çêbûye û tenê rojekî berdewam kiriye.  Heman çavkanî ragihandiye ku di civînê de her du alî jî negihiştine tu encamekê, lê hikumeta Sûrî soz daye ku ew dê vê mijarî di navbêra xwe de nîqaş bikin.

Di 26’ê tîrmehê de li ser daxwaza hikumeta Sûriyê bi armanca diyalogên berfireh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyê yên di hemû astan de, di navbêra şandeyek ji MSD û QSD’ê pêk dihat civîn hatibû lidarxistin û di civînê de biryara ku wê hevdîtinên li dora maseyê berdewam bikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): PDK    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.