Dewleta tirk malên gundê Qestelê Miqdêd ji binî ve xira dikin
Haberler / 24 Temmuz 2018 Salı Saat 14:07
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dewleta tirk perspektîfên xwe ji çeteyan re derbarê pêkanîna hemî kiryarên qirêj û hovane li ser gelê Efrîn bes nedît. Ji ber vê yekê bi xwe jî kete nava pêk anîna van kiryaran.

EFRîN – Dewleta tirk perspektîfên xwe ji çeteyan re derbarê pêkanîna hemî kiryarên qirêj û hovane li ser gelê Efrîn bes nedît. Ji ber vê yekê bi xwe jî kete nava pêk anîna van kiryaran. Îro leşkerên dewleta tirk malên welatiyên gundê Qestelê Miqdêd bi dozerê ji binî ve xirakirin.

Dewleta tirk perspektîfên xwe ji çeteyan re derbarê dizî, talanî, şewitandin, tecawiz, revandin, kuştin, îşkence kirin û pêkanîn, hemî kiryarên qirêj û dij mirovahiyê têr û bes nedît. Îro leşkerên dewleta tirk bi pratîkî cihê xwe di nava van kiryaran de girtin û dest bi xirakirinê kirin.

Îro leşkerên dewleta tirk malên welatiyên gundê Qestelê Miqdêd a girêdayî navçeya Bilbilê bi dozeran ji binî ve xirakirin. Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku leşkeran bi  xwe malên gundiyan bi dozeran bi armanca ku gel careke din nezivire malên xwe û hêviyên xwe qut bikin ji binî ve xira kirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  dewleta  tirk  xirakirin  Qestele  Miqded  Bilbile  Cete  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.