Hawara Pêşmergeyên birîndar ên ku nayên derman kirin: Êdî bes e bêdeng nemînin
Haberler / 24 Temmuz 2018 Salı Saat 10:33
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
ZAXO – Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û birîndar bûne nayên dermankirin bertek nîşanê rayedarên PDK’ê û hikumeta Herêma Kurdistan a Federal didin. Pêşmergeyê bi navê Diyar ku li ser tora civakî bi hevalê xwe re diaxive hatiye parvekirin de, diyar dike ku ew di şerê li hemberê DAIŞ’ê de birîndar bûye, lê nayê derman kirin û bang li gel dike ku ji vê bê mafiyê re bêdeng nemînin.

Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û birîndar bûne nayên dermankirin bertek nîşanê rayedarên PDK’ê û hikumeta Herêma Kurdistan a Federal didin. Pêşmergeyê bi navê Diyar ku li ser tora civakî bi hevalê xwe re diaxive hatiye parvekirin de, diyar dike ku ew di şerê li hemberê DAIŞ’ê de birîndar bûye, lê nayê derman kirin û bang li gel dike ku ji vê bê mafiyê re bêdeng nemînin.

Pêşmergeyên ku di şerên li dijî çeteyên DAİŞ’ê de birîndar bûyîn û heya niha jî bi temamî ne hatîn derman kirin, bertek nîşanê rayedarên PDK’ê û hikumeta Herêma Kurdistan a Federal didin.  Peşmergeyên birîndar ku di rewşekî zahmet de ne, li rexmê ku dixwazin bi pereyê xwe bên derman kirin jî lê di nexweşxaneyan de ji wan re hincetan derdixin û dermankirina wan ji bo demekî ne diyar re tên taloq kirin. 

 

‘AN MIN BAŞ BİKİN AN Jİ BİKÛJIN’

Pêşmergeyê bi navê Dîyar ku di şerê li dijî DAİŞ’ê de çend caran bi giranî birîndar buye û nehatîye derman kirin di videoyekî dema ku bi hevalê xwe yê bi navê Serxwebûn re daxive, pirsgirêka xwe wiha vedibêje: ‘’Min li dijî DAİŞ’ê heya dawî şer kir û ez ne reviyam. Ez çend carî bi giranî birîndar bûm, min pir xwîn rijand ji bo min ne xeme ku ez bi mirim, bila ez bibim fedayê xaka Kurdistanê. Lê belê êdî bese, hemû daire sazîyên hukumetê bila min bibin çi dikin bila bikin ez tenê daxwaza mafê xwe dikim. Ez li dijî şerê DAİŞ’ê birindar bûm, min ji xwere pere deyin (qerz) kiriye lê çima min derman nakin û min ji vê rewşê dernaxin. An min baş bikin an jî bikûjin.”

Pêşmerge Diyar, di videoyê de gotinên Serokê giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî bi bîr tîne û dibêje: ‘’Ma ew ne Musut Barzanî bu di ragihandinan de digot, dilopek xwîn a ji pêşmerge di herike li gel min bedelî hemû dewlemendî û malê dinyayê ye. Ya Barzanî, li gotinên xwe xwedî derkeve li hewara aleme were ji bo xatirê xwedê. Ez pir êşan dikişinim ez dîn û har bume.’’

Di vê girte videoyê de pêşmerge Diyar, demance girtiye destê xwe û van tiştan dibêje: ‘’Min ev demance rakiriye yan ezê dawî li jiyana xwe bînim yan eze dawî li jiyana keseki binim, êdî bese gihişte dawîyê, bila xeber bidin min yan min bibin derman bikin yan jî min bikujin.’’

Pêşmerge Diyar, bang li gelê herêmê jî dike û dibêje: ‘’Li hemberî van bê mafiyan êdî bêdeng nemînin, ne tirsin, daxwaza mafê xwe bikin.’’

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): pesmerge  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.