Herêma Biradost Bi Giranî Tê Topbaran Kirin
Haberler / 23 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 12:57
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
BİRADOST - Firokeyên şer ên dewleta dagirker a Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên Sîdekan li devera Biradost bombebaran kirin.

Firokeyên şer ên dewleta dagirker a Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên Sîdekan li devera Biradost bombebaran kirin.

Li gorî agahîyan, duh êvarê firokeyên dewleta dagirker a Tirkiyê gundên Xelîfan, Koner, Şoşne, Mezarê Şoşnê, Çiyadîl, Gerûyê Kewrit, Xakurk, geliyê Xakurkê, geliyê Mixarê û geliyê Reş li devera Biradost bi giranî bombebaran kirin.

Di heman demê de jî şer û pevçûnên giran di navbera gerîllayên HPG’ê û artêşa dagirker a Tirkan li sînorê gundê Çiyadîl derket û pevçûn berdewam dikin. Her wiha tê gotin ku ev herêm ji alîyê 7 helîkopterên leşkerî yên Tirkîyê ji esman ve hat bombebaran kirin û agir bi dar û daristanên wê navçeyê ketiye.

 Ji ber van êrişên dewleta Tirkiyê heya niha dar û daristan, bax û baxçeyên gundîyan zererekî mezin ditîye. Her wiha gelek gund hatine vala kirin û jiyan lê hatiye xilaskirin.

Şênîyê Gundê Xelîfan ku ne xwest navê xwe dîyar bike nerazîbuna xwe li dijî van êrîşan dîyarkir û got; ‘’Jiyana me li ser Çandinîyê û xwedîkirina sewalan derbaz dibe, lê ev demeki dirêje ji ber êrişên dewleta Tirk em nikarin herin gundên xwe karê xwe bikin. Ji ber topbarana dewleta Tirk gelek zeviyên me zerer dîtine, agir bi dar û daristanên me ketine. Li gundên me ji derveyî xelkê sivîl tu kesê din nînin. Em dixwazin Hukmeta Herêmê li dijî van êrişan helwesta xwe diyar bike û ev êrîş werin rawestandin’’.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Biradost  Tirk  dagirker  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.