Cebhet El-Nusra 8 Endamên Xwe Înfaz Kirin
Haberler / 17 Temmuz 2018 Salı Saat 12:40
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
IDLIB – Hat diyarkirin ku çeteyên Cebhet El-Nusra li nêzî gundê Sermîn a girêdayî Idlibê 8 çeteyên girêdayê xwe înfaz kirin. Weke hincet jî hin nakokiyên di navbêra endam û dewleta Tirk hatin nîşandan.

Hat diyarkirin ku çeteyên Cebhet El-Nusra li nêzî gundê Sermîn a girêdayî Idlibê 8 çeteyên girêdayê xwe înfaz kirin. Weke hincet jî hin nakokiyên di navbêra endam û dewleta Tirk hatin nîşandan. 

Li gor agahiyan duh di danê sibehê de çeteyên Cebhet El-Nusra li nêzî gundê Sermîn ya girêdayî Idlibê di baxçeyekî de 8 çeteyên girêdayî xwe înfaz kirin. Derbarê hinceta înfazkirinê de ku heta niha bi awayek fermî nehatibe diyarkirin jî, lê hat gotin ku di demên dawî de li heremê di navbêra endamên El Nûsra û komên din ên nêzî dewleta Tirk de nakokî hebûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di demên dawî de piştî dewleta Tirk bi endamên komên çete yên OSO re hevdîtinan pêkanîn û ji bo tevlî operasyona ser Qendîlê bibin israr dihat kirin, li ser endamên komên çete yên di Idlibê de jî heman ferzkirin hebû. Hat gotin ku dibe ji ber vê yekê jî ev 8 endaman li hemberê biryar derketibin û hatibin înfazkirin.

Di wêneyên ketine destê me de, 8 endamên El Nûsra ku destê wan li pişt wan girêdayî û ser çokan sekinandin û li ber serê wan ji bo înfazkirinê hin kes sekinîne. Di wêneya duyemîn de xuya dike ku biryara înfazkirinê bi cih hatiye û ew hatine înfazkirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): cete  El  Nusra  Tirk  Nakoki  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.