İxaneta Malbata Berzanî Careke din li Hember Kurdiyetiyê û Gelê Başûr
Makaleler / 17 Temmuz 2018 Salı Saat 10:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi destpêkirina şerê cîhanê ya siyemîn re giştî rojhelata navîn di nava qirîzeke siyasî, leşkerî, civakî û aborî re derbas dibe.

Bi destpêkirina şerê cîhanê ya siyemîn re giştî rojhelata navîn di nava qirîzeke siyasî, leşkerî, civakî û aborî re derbas dibe. Her dewletek li gor berjewendiyên xwe ya desthilatdariyê û sermeyadariyê tevdigere û siyasetê dide meşandin. Herwiha amûrên dagirkeriyê û desthilatdariyê xwe li ser gelan bi her awayî ferz dike. Gel ji mafê jiyaneke bi ewle û li ser axeke azad mehrûm dike. Ji bo ku çek, amûrên xwe yên tendurustî û teknînkî bifroşin li ser gel û welatan şerekî çekdarî didin meşandin. Li kêleka vê yekê dibin navê muslimantiyê de çeteyên weke DAÎŞ û El-Nusra ava kirin û li hember gel ên ji her netewî û bi taybet li hember Kurdan û bi taybet kurdên êzidî dane şer kirin û fermanên nû rakirin. Bê guman yek ji dewletên ku di nava van lîstokan de roleke herî qirêj dileyize tirkiyê ye.

Armanca Erdogan ewe ku hesin bi hesin bikute û gelê Kurd ji hevdû parçe bike, daku Kurd neghêjin azadî û serfiraziyê, Erdogan baş dizane ku ger gelê Kurd bibin yek wê desthilatdariya Erdogan û Erdogan ji holê rakin. Ji ber vê yekê Erdogan bi hemî hêza xwe li ser parçekirina Kurdan û tune kirina wan kar dike.

 

GER SİYASETA KU Lİ SER KURDAN TÊ MEŞANDİN BAŞ NEYÊ DÎTİN Û ANALÎZ KİRİN WÊ TÊKÇÛN PARA KURDAN BE

Pêwîste siyaseta qirêj a ku li ser gelê Kurd tê meşandin ji her alî ve bê dîtin û analîz kirin, li hevkirina Nîçirvan bi Erdogan re tu carî nakeve xizmeta gelê Kurd û bi taybet gelê Başûr. Pêwîste Nîçirvan baş bizanibe ku tu carî Erdogan ji gelê Kurd re nabe yar. Heger pirsgirêkên navxweyî hebin weke pirsgirêkên kurd bi kurd re bi riya nîqaşkirinê di mentiqa biratiyê re wê bên çareser kirin. Pêwîste  ne Nîşirvan ne jî tu kes kiryarên dewleta tirk li hember kurdan û bi taybet li hember sivîlan ji zarok, jin, kal, pîr û ciwan ji bîr nekin. Lê mixabin Nîçirvan careke din ev kiryar hemî ji bîra kirin an hîç di ber çavan re derbas nekir û careke din destê xw xist destê dijminê kurdan û îxanet kir.

 

TEVÎ EWQAS KİRYARÊN QİRÊJ ÊN ERDOGAN Lİ SER GELÊ KURD NÊÇİRVAN DESTÊ XWE DA ERDOGAN

Bê guman ger îro tevî ew qas kiryarên Erdogan ên qirêj weke kuştin, revandin, dagirkirina axa Kurdan û tecewizkirina keçên kurd li Kobanê, Şengal û herî dawî li Efrîn û Qandîl neyê dîtin û destê xwe bixe destê Erdogan ji derveyî Îxanetê tu navekî din lê nayê kirin.

 

DAXUYANİYA NÊÇİRVAN NAKEVE XİZMETA DOZA KURD

Daxuyaniya Nîçran Berzanî ya ku tê de êrîşên Erdogan li ser xaka Başûrî Kurdistanê meşrû dibîne bi serê xwe îxaneteke ku nayê efû kirin e. Bi vê daxuyaniyê re tê eşkere kirin ku êrîşa li ser Kerkûkê tenê dibin navê Heşid El-Şebî ya Îranî û artêşa Îraqê de bû, lê ya rast ewe ku ev êrîş bi dest û perspektîfên tirkiyê pêkhatibû û Malbata Berzanî jî cihê xwe bi awayekî komfilaş kirî di nava vê êrîşê de girtibû.

 

Dİ MEŞRÛ KİRİNA ÊRÎŞKİRİNA SER BAŞÛRÎ KURDİSTANÊ DE GELÊ BAŞÛR JÎ HEDEF TÊ GİRTİN

Bi qebûl kirina êrîşkirina dewleta tirk li ser xaka başûrî Kurdistanê gelê başûr jî wê bibe qurbanî û hedef bê girtin. Îxaneta Nîçirvan ne tenê li hember PKK`ê ye, li hember gelê başûr bi xwe ye jî. Dema ku dewleta tirk û çeteyên xwe êrîş dikin na bêjin ev kurdê Berzanî ye û ev kurdê Apocî ye her kesî dide ber kuştin, qirkirin, dizî û talaniyê.

 

EM HİNDEK BÛYERÊN KU QEWİMÎNE BÎNİN BÎRA NÊÇİRVAN

Dema ku referandom hatin li darxistin Erdogan got me şaşitî kir ji ber ku me derfeta referandoman û şanseke din da Kurdan û emê vê şaşitiya xwe li Sûriyê dubare nekin û emê Kurdan ji holê rabikin. Pêwîstbû Nîçirvan ji bîr neke dema ku sala derbasbûyî Rêveberiya Başûr referandûm li darxistin, yê herî zêde li dijî vê yekê sekinî Erdogan bû û bi hemî hêza xwe hewilda ku vê referandûmê bide seknandin û ji destê Kurdan deerbixe Erdogan bû. Yê herî zêde jî piştgirî da vê referandomê PKK bû û rêvebirên PKK`ê piştgiriya xwe bi daxuyaniyan û deng dana xwe ev yek îsbat kirin. Lê mixabin Nîçirvan îro PKK`ê terorîst dibîne û şerkirin li hember wan meşrû dike.

 

PİŞTÎ VA HELWESTA NÊÇİRVAN Lİ KÊLEKA DİJMİN PÊWÎSTE NE TENÊ DAGİRKERÎ, HEVKARÊ WÎ JÎ BÊ PROTESTO KİRİN

Pêwîste gelê Başûr baş bizanibe ku niha kurd di xaleke dîrokî re derbas dibin ji ber vê yekê ev dem dema Kurda ye, pêwîste bi hemî hêza xwe şer bikin û têkçûnê qebûl nekin. Îxaneta Nîçirvan li hember wan bi tu awayî qebûl nekin û di ferqa va siyaseta qirêj a ku li ser wan û herêmên wan tê meşandin baş analîz bikin û li hember van kiryaran xwedî helwesteke radîkal bin. Herwiha bila gelê Başûr baş bizanibe ku di nava hemî rûpelên dîrokê de tu carî dagirkerî li axeke ne ya wî bi ser nakeve û xêra dagirker ji gelê wê axê re nîne. Li hember helwesta Nîçirvan ya ku tê de piştgiriya dijmin dike û hevaltiyê bi dijmin re li ser hesabê gel bipêş dixe pêwîste gelê Başûr ne tenê li hember Dijminê Xwînxar şer bike û red bike pêwîste li hember kesê hevkariya dijminê Kurdan dike jî protesto bikin û bi tu awayî qebûl nekin.

Cînda Baran

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): berzani  ixanet  erdogan  Kurd  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.