OSO li Idlibê 17 kes ê tevlî operasyona Qendîl nebûn kuştin
Haberler / 03 Temmuz 2018 Salı Saat 09:19
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
IDLIB – Dewleta Tirk ferman daye OSO`yê ku hejmara kesên di operasyona Qandîl de cih bigrin zêde bikin. Li ser vê fermanê du çeteyên OSO li gundê Derkûş operasyona komkirina kesan dabû destpêkirin, dema rastî red û neqebûl kirina sivîlên gund hatin 17 sivîl kuştin û cenazeyên wan avêtin derveyî gund.

Dewleta Tirk ferman daye OSO`yê ku hejmara kesên di operasyona Qandîl de cih bigrin zêde bikin. Li ser vê fermanê du çeteyên OSO li gundê Derkûş operasyona komkirina kesan dabû destpêkirin, dema rastî red û neqebûl kirina sivîlên gund hatin 17 sivîl kuştin û cenazeyên wan avêtin derveyî gund.

Dewleta Tirk a dagirker ferman dabû çeteyên OSO yên ku xwe li Idlibê bi cih kirine, ferman daye ku hejmara çeteyên cihê xwe di operasyona Qandîlê de bigrin zêde bike. Li ser vê fermanê çavkaniyekî ji herêmê da diyar kirin ku du di saetên êvarî de çeteyên OSO dest bi operasyona komkirina kesan kirin e.

 

YÊ KU TEVLÎ VÊ OPERASYONÊ BİBE WÊ MEHANE HEZAR DOLAR BİGİRE

Dewleta Tirk ji bo ku hejmara kesên ku cihê xwe di operasyonê de bigirin zêde bike, soza ku wê hezar dolar (1000`$) mehane bide her yek ji wan da. Li ser esasê vê sozê çeteyên OSO jî kesan kom dikin û tevlî xwe dikin. Yê ku tevlî wan jî nebe rastî kuştin, revandin, îşkence kirin û li ber çavên bav û bira jin û keçên wan tecewiz dikin.

 

DEMA RASTÎ NEQEBÛL KİRİNA HİN GUNDİYAN HATİN 17 SİVÎL KUŞTİN

Çavkaniyekî ji herêmê da diyar kirin ku du di saetên êvarê de çeteyên OSO dest bi komkirina zilam û ciwanên gundê Derkûş a girêdayî gundewarê Idlibê kirin û xwestin hin kesan bi darê zorê tevlî bikin. Hin kesan di bin îşkencê de û ji bo jin û xweşkên xwe ji tecewizê biparêzin ev yek qebûl kirin. Lê dîsa jî kesên ku bi tu awayî qebûl nekirine û hatine kuştin jî hebûn. Çavkaniyê da diyar kirin ku 17 sivîl ji ber ku qebûl nekirine tevlî wan bibin dibin îşkencê de li ser destê OSO`yê hatin kuştin û cenazeyên wan li derveyî gund hatin dîtin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): OSO  Qendil  Operasyon  Tirk  cete  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.