Li gor rêjeyên derketine holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan.
HEWLÊR – Li gor rêjeyên derketine
holê li Herêma Kurdistana Federal çekên ku tê gotin ji Tirkiyê tên di bazaran
de bi awayek serbest tên firotin û dibe sedema kuştina gelek kesan. Hat
diyarkirin ku di nava 10 rojan de 17 kes bi van çekan hatine kuştin. Li gel vê
yekê ji aliyê hikumeta başurê Kurdistanê ve tu tedbîr nehatiye girtin.
Di salên dawî de gelek kuştin an
jî xwekuştin di Herêma Kurdistana Federal de her çiqas diçe zêde dibe. Li gor
agahiyan ev rewş ji ber di bazarên bajar û navçeyên başurê Kurdistanê de bi
awayek serbest tên firotin û ji bo pêşî lê bê girtin ji aliyê ewlekariya heremê
ve tu tedbîr nehatiye girtin. Hat destnîşankirin ku di nava 10 rojên dawî de
kuştina 17 kesan wek mînak tê nîşandan.
BUHAYA ÇEKAN DAKETİYE 100 DOLARÎ
Di van çend salên dawî de ji ber
têkçuna rêveberîya Hukumeta herêmê, nebuna qanûnekî bi bandor, xirabuna rewşa
siyasî, aborî û civakî herêma Kurdistanê ketiye rewşekî pir aloz. Bajarên
herêma Kurdistanê bi taybet Hewlêr bûye navenda firotina çekên bê destur. Li gorî
agahiyên ku hatine bi dest xistin ev çek ji Turkiyê derbasi herêma Kurdistanê
dibin û di bazaran de bi awayekî serbest bi 100 dolarî difroşin hemwelatiyan.
Ji ber zêdebuna van çekan li her bajarên herêma Kurdistanê gelek kes li kolanan
tên kuştin, yan jî xwe dikujin. Her roja ku diçe revandina kesan, kuştin û
talankirina ji alîyê kesên ne diyar ve zêde dibe. Di rewşekî wisan de her ku
roja diçe herêma Kurdistanê ber bi rewşekî xirab ve û pêşerojekî metirsidar ava
dike.
Bİ VAN ÇEKAN Dİ NAVA 10 ROJAN DE
17 KES MİRİN
Li herêma Kurdistanê li bazarên
gel ji ber zêdebuna firotina çekên bê destur rojane dibin sedema mirina gelek
kesan. Ev 17 bûyer ên di nava 10 rojan de pêk hatî wiha ne:
* Di dîroka 27 hezîran 2018 de
demjimêr 23:30’’an de hemwelatiyek bi
navê M.H.Q, (34) ku xwecihê taxa Kêwereş
a Ranya ye, dema li nahiya Çarqurne taxa
Yekitî li mala xizmê wî yê bi navê K.M.M
bazara çek dikirin, fişek di destê wan de teqiyaye û jiyana xwe ji dest dide.
*Di 27.hezîran 2018’an de ciwanê bi navê Karwan
İbrahîm (27) li qezaya Mêrgesor’ê di demjimêr 14.00 ‘an de tê îdeakirin ku bi
guleyekê xwe kuştiye. Karwan Îbrahîm ku xwendekarê pola 12’ê de bû, di heman
demê de pêşmerge bû.
* Di 26’ê Hezîrana 2018’an de
ciwanê bi navê Mehemed Kemal Ebdullah (17)
di Mizgefta Ebubekir Sedîq a li navçeya Pênciwên daliqandî hat
dîtin. Ligel daliqandî hatî dîtin jî li
ser termê Ebdullah şopên guleyê hatî dîtin, lê sedema mirina wî nehate zanîn.
* Di 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Tasluce ya
girêdayî parêzgeha Silêmanî’yê, du hemwelatî ji ber sedemên civakî bi çekan
hatin kuştin. Her du kesên ku navên wan
nehat zanîn, tê gotin ku yek ji wan rêveberê Pêşmergeyên heremê ye. Hat
diyarkirin ku di buyerê de 3 maşîne, 3 qileş û 2 demance hatin desteser kirin û
buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.
* Hat destnîşankirin ku li bajarê
Hewlêr li ser caddeya 100 metrî, du kesên nasnameya wan nehat hînbûn bi çek
êrîşê ser kargehekî dikin û di encamê de du kes bav û kur navên wan nehat
zelalkirin hatin kuştin. Heta niha
derbarê bûyerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.
* Hat îdeakirin ku li taxa Asude
ya navçeya Çemçemal ciwanekî 18 salî bi
du guleyan dawî li jiyana xwe anî. Buyer ji alîyê polisan ve tê lêkolînkirin.
*Di 21’ê Hezîrana 2018’an de li ser rêya Keznezan
û Hewlêr ciwanek xelkê Koyê ji alîyê keseki ne diyar ve bi çekê hat kuştin.
Sedema bûyerê nehat zanîn.
* Berîya vê buyerê li Hewlêr
kesekî 27 sal ji ber sedema ku şikandina otomobilê ji alîyê xwedîyê wê ve hat
kuştin.
* Disan du roj berê li Hewlêr
taxa Koran ciwanek bi navê Nebî Eziz bi heman sedemê li mala xwe ji alîyê
keseki ve bi çar guleyan li ber derîyê mala xwe hat kuştin.
* Di 20’ê Hezîrana 2018’an de
kesekî 28 salî li bajarê Helebçe hat îdeakirin ku bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anî. Sedemê xwe kuştina wi
ji alîyê polîsan ve tê lêkolîn kirin.
3 Jİ WAN JİN İN
Hat destnîşankirin ku ji van 17
bûyerên kuştinê 2 ji wan jin in.
*Di 25’ê Hezîrana 2018’an de hat
îdeakirin ku jineke navê wê nehat zanîn di Girtîgeha Çaksazî ya Jinan a Hewlerê
di cihê serşoyê de daliqandî hatî dîtin. Hat diyarkirin ku jin du roj berê ji
ber sedemên civakî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî biribûn
girtîgehê.
*Di 24’ê Hezîrana 2018’an de,
jinekî ciwan temen 26 sal li senterê Jinan a li taxa Qirge ya bajarê Silêmanî
daliqandî hatiye dîtin û jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha di heman rojê de jinekî
din a ciwan ji ber sedemeke ne diyar agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji
dest da.
Lİ HEWLERÊ TEXSİYÊN BÊ PLAQE Û
PERÇEYÊN ÇEKÊN BÊ DESTUR HATİN GİRTİN
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di rêgiriya
kontrolkirina rêya deşta Hewlêr de çend parçeyên çekan, kêr, alavên boksê,
otomobîlên cam reş û bê plaka hatin desteser kirin. Hêjayî gotineye ku di
hefteya dawîde li herêma Kurdistanê bi dehan kes xwe bi van çekan kuştine yan
ji hatine kuştin.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html