AKP’î Çiqas li Gorî Gotinên Xwe ne
Gençlik / 16 Nisan 2010 Cuma Saat 15:36
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ev tişt bi çekan nabe. Hûn nikarin xilas bikin” lêgerîna guherandina polîtîkayê hate nîqaşkirin. Serfermandarê Giştî Îlker Başbug bi gotina,

“Ev tişt bi çekan nabe. Hûn nikarin xilas bikin” lêgerîna guherandina polîtîkayê hate nîqaşkirin. Serfermandarê Giştî Îlker Başbug bi gotina, “Me nekarîn pêşiya çiyan bigirin. Lazim e di aliyê civakî de jî hind tişt bên kirin” hate ziman

Hikûmeta AKP’ê ku berî bê ser kar di bernameya xwe de îdia dikir ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk dixwaze piştî di sala 2002’yan de hate ser kar, yekemîn nîşaneya polîtîkaya xwe da. Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan di gera xwe ya Rusyayê de bi bersiva dayî karkerek kurd a wekî, “Hûn pirsgirêka kurd nefikirin dê pirsgirêk tune be” peyama   berdewamkirina polîtîkaya îmha û înkarê da.

Di îktîdara AKP’ê de jî operasyonên leşkerî bi berfirehî berdewam kirin û pergala OHAL’ê bi gotinê hate rakirin, cardin di bin navê ‘Herêmên Ewlehiya Bilind’ de cardin hatin îlan kirin. Di deşîfrebûna polîtîkaya AKP’ê de operasyonên leşkerî yên di sala 2005-2006’an bûn mîladek. Piştî Newroza 2006’an a bi milyonan kes beşdar bû û bi coşek mezin hate pîrozkirin, operasyonên leşkerî hatin zêdekirin. Di encama operasyona li Şenyaylaya Mûşê de 14 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da û hate daxuyandin ku li hemberî HPG’yiyan çekên kîmyewî hatine bikar anîn.

 

Serhildana li dijî polîtîkayên AKP’ê: Serhildana 28’ê Adarê

Krediya kurdan ji bo AKP’ê vekirî, di encama polîtîkayên AKP’ê yên durû de ji ber operasyonên leşkerî diqediya. Gelê Amedê ku cenazeyên 4 HPG’yiyan li Amedê pêşwazî kirin, di dema merasîma cenazeyê de bûyerên hefteyekê dom kirin berdewam kirin. Bûyer li tevahiya bajarên Bakûrê Kurdistanê belav bûn. Piştî gotina Erdogan a wekî, “Jin bin jî zarok bin jî dê leşker û polîsên me tiştek pêwist bikin” di mudahaleyên li hemberî girseyê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha piştî van bûyeran AKP’ê “Zagona Têkoşîna bi Terorê re” guherand û riya darizandina zarokên kurd vekir ku îro bi sedan zarokên kurd bi dehan sal in tên darizandin û di girtîgehan de ne, hate vekirin. Li ser vê yekê nerazîbûna gelê kurd a li hemberî AKP’ê zêde bû, AKP’ê bi manevrayên cuda hewlda cardin îmaja xwe di nav kurdan de sererast bike û li hemberî daxwaza leşkeriyê ya operasyona dersînor Erdogan berî hilbijartina 22’yê Tîrmeha 2007’an gotina, “Di hundir de 5 hezar kes hene. Me ev qedandine ku em biçin derveyî sînor” cardin serî li polîtîkaya xwe ya dû rû da.

 

Li aliyekê li dij derdiket li aliyê din amadekarî dikirin

Bes piştî hindê derket holê ku dema Erdogan ev gotine bikar aniye Abdullah Gul ku Wezîrê Karên Derve yê demê bû, ji bo operasyona dersînor bi Serfermandarê Giştî Başbûg re peyman çê kiriye. Erdogan cardin bi îfadeyên din jî li Kurdistanê di hilbijartina 2007’an de dengên dixwestin girtin. Piştî hilbijartina di 17’ê cotmehê de AKP’ê bi beşdariya MHP û CHP’ê teskereya destûra operasyon dersînor ku dide TSK’ê ji Meclisê derxist. Tenê DTP’ê li dijî teskereyê derket. Piştî hilbijartinê Erdogan, parlementerên DTP’yî wekî hedef nîşan da û diyar kir ku heta ji PKK’ê re nebêjin terorîst bi wan re hevdîtinê nake. Berî operasyona dersînor jî operasyonên li Bakûrê Kurdistanê derxistin asta herî jor. Li hemberî vê yekê HPG’ê bi serdagirtinên Oremar û Bêzelê darbeyên mezin li dewletê xistin. AKP’ê ku li aliyekê ligel bûyera Şemzînanê, kuştina Ugur Kaymaz û kuştin û girtina zarokên din ên kurd polîtîkaya îmhayê meşand li aliyekê demogojiya, “Em dixwazin ji bo çareseriyê peyda bikin lê artêş nahêle” binve meşand. Bes rastiya vê polîtîkayê bi operasyona Zapê ya li ser li hevkirina Erdogan-Başbûg a di 5’ê mijarê û hevdîtina Erdogan û Bush a di heman hefteyê de derket holê.

 

Zapê psîkolojiya dewletê xirab kir

Piştî mehekê bi dehan car bi dehan balefir Herêma Parastina Medya hate bombebarankirin, di 21’ê sibata 2008’an li hemberî Herêma Parastina Medya operasyona dersînor hate destpêkirin bes ji Zapê derbas nebû. Ji ber ku dewlet bi neçarî di nav hefteyekê de vekişiya muhalefet, artêş û îktîdara tirk pevçûn. Encama Zapê ji devê Gul, “Berxwedanek mezin heye” û ji devê Serfermandarê Giştî Yaşar Buyukanit bi gotina, “Em wekî mû ji rûn bikişînin paşve kişiyan. Yên li dijî vekişiyanê derdikevin bila biçin 24 seatan li wir bimînin. Kîmyaya me xirab bû hatibû îtîrafkirin. Berxwedana kurdan a li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava jî bi tevahî îflasa polîtîkaya dewletê raxistibû ber çavan.

 

Başbûg: Me nekarî em pêşiya çiyan bigirin

Piştî vê rewşa Tirkiyeyê hem di rayagiştî ya navxweyî hem jî derveyî peyama, “Ev tişt bi çekan nabe. Hûn nikarin xilas bikin” lêgerîna guherandina polîtîkayê hate nîqaşkirin. Ev yek jî ji devê Serfermandarê Giştî Îlker Başbug ku hate ser kar bi gotina, “Me nekarî em pêşiya çiyan bigirin. Lazim e di aliyê civakî de jî hind tişt bên kirin” hate ziman. Di encama li hevkirina AKP û TSK’ê de polîtîkaya nû ji hêla tevgera kurd ve bi tespîta, “Bi şidetê nekarî berxwedana kurd. Niha dixwazin bi polîtîkayên nermtir tasfiyeyê di nav demê de bi cih bînin” hate deşîfrekirin. Li ser vê polîtîkayê AKP û TSK’ê ji serkeftina AKP’ê ya di hilbijartina 29’ê Adarê de hemû derfetên dewletê serferberkirin. Heta MHP, CHP û gelek partiyên din binve binve li Kurdistanê banga piştgiriya AKP’ê li alîgirên xwe kirin.

 

Polîtikaya durûtiyê cardin di dewrê de ye: TRT 6

AKP’ê ku berî hilbijartina 22’yê Tîrmeha 2007’an bi gotina, “Ma me 5 hezar kesên li hundir qedandin em biçin derveyî hundir” dengên kurdan girtin, vê carê bi TRT 6 û gotina, “Em li pişt gotinên xwe yên di 22’ê Tîrmeha 2005’an de li Amedê kirîn in” deng ji kurdan xwestin. Erdogan Amed û Dêrsim wekî kelehên bên xistin nîşan dan. Bes ligel hemû hevkarî û seferberiya dewletê jî ev hewesa Erdogan şeva hilbijartinê bi gotina, “Ez ji bo Wan û Sêrtê gelek xemgîn bûm” bi encam bû. Dewleta dît DTP’ê 56 şaredariyên xwe derxistin 99’an bi gotina Berdevkê Hikûmetê Cemîl Çîçek a wekî, “Îdir standin heta sînorê Ermenan çûn. Lazim e hemû partî vê yekê wekî mijarek neteweyî bigirin dest” tirsa dewleta kûr a li hemberî serkeftina kurdan da nîşan.

 

Kurdan mafê gotina ‘Êdî bes e’ dan

Gelê kurd jî di vê pêvajoyê de berxwedan li gel hemû zordariyan bilind kir. Di dema îktîdara AKP’ê de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayek taybet hate meşandin. Di serî de kêmkirina seatên hevdîtinê, heta cezayên dîsîplînê, jêkirina pora Ocalan hemû polîtîkayên îrade şikandinê hatin meşandin. Herî dawî li hemberî bûyera jehrî kirina Ocalan sebra kurdan bi dawî bû. Li ser vê yekê gelê kurd bi hamleya, “Êdî Bes e” bersiv a domdirêj, bêwest û bêrawest da polîtîkaya îmha û înkarê. Li aliyekê berxwedana Ocalan a li girtîgehê û li aliyê din berxwedana gel asta rêxistin bûn û sazîbûna gelê kurd derket asta herî jor. Bi milyonan kurdên li hemberî polîtîkayên îmha û înkarê derketin û gav bi dewletê paşve dan avêtin.

 

Ji bo çareseriyê ji KCK’ê biryara bêçalakbûnê

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku ji bo hilbijartinê 29’ê Adarê di atmosferek demokratîk de pêk bên biryara bêçalaktiyê dabû, ji bo şansek bide çareseriya demokratîk û aştiyane di 13’ê nîsanê de biryara bêçalaktiyê heta 1’ê Hezîrana 2009’an dirêj kir. Her wiha Serokê Desteya Rêveber Murat Karayılan bi mulakata dayî Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Hasan Cemal daxwazên gelê kurd ên rewa rêz kirin. Li ser vê yekê nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kirin, piştgiriyek mezin ji rayagiştî ya tirk, kurd û cîhanê girt.

 

Bi girtina siyasetmedarên kurd bersiva agirbestê da

Rojek piştî îlana dirêjkirina agirbestê AKP’ê di 14’ê nîsanê de êrîşa heta niha di dîroka têkoşîna legal a kurd de pêk hatî li hemberî DTP’ê pêk anî, cîgirên hevserokan, endamên PM’yê û serokên bajaran jî di nav de 52 siyasetmedar û bi dehan qadroyên DTP’ê binçavkirin û girtin. Gelê kurd li hemberî vê yekê bertekek tund nîşanda û çalakiyên xwe yên du sale bênavber dimeşînin, bilind kirin.

 

Azadiya Welat- Ertuş Bozkurt

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.