Li Efrînê 3 Teqînên Hemwext: Gelek Kuştî û Birîndar Hene
Haberler / 27 Haziran 2018 Çarşamba Saat 11:49
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li navenda Efrînê li hemberê çeteyên OSO yên girêdayên dewleta Tirk 3 çalakiyên hemwext hat lidarxistin.

EFRÎN – Li navenda Efrînê li hemberê çeteyên OSO yên girêdayên dewleta tirk 3 çalakiyên hemwext hat lidarxistin. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene. Hat diyarkirin ku li navenda Efrînê li dijî çeteyên ku navê OSO lê hatiye kirin ên girêdayên dewleta tirk, 3 teqînên hemwext pêk hatin.

Hat diyarkirin ku teqînek di çarxerêya Kawa ya li navenda leşkerî ya Cebhet El Şamiye, duyemîn li ser riya Raco û ya sêyemîn jî li ber Nexweşxaneya Dersim pêk hat. Hat destnîşankirin ku di encama teqînan de hejmarek mezin ji endamên komên çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Têqînên ku hemwext ên ku ji aliyê kî/ê ve hatiye kirin nayê zanîn, tê gotin ku ji ber demek dirêje di navbêra komên çeteyan de nakokî û pêvçûn berdewam dikir, duh êvarê jî di navbêra komên Cebhet El Şamiye û Lîwa El Mu’tesêm de nîqaş derketibû û piştre jî zivirîbû pêvçûnê.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  teqin  calaki  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.