Çeteyan mala Şindî şewitandin
Haberler / 26 Haziran 2018 Salı Saat 11:06
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
careke din Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser karin. Li gor agahiyan çeteyên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah agir berda mala Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî.

EFRÎN - Careke din Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser karin. Li gor agahiyan çeteyên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah agir berda mala Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî.

Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku duh di 26`ê Hizêranê de çeteyên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker,li kêleka dizî, talan, revandin, kuştin, girtin, şewitandina bax û baxçeyan, xirakirina cugrafiya herêmê û tecewizkirinê jî, vê carê dest bi şewtandina malên gel kirin.


Hat diyarkirin ku çeteyên Sultan Silêman li navçeya Şiyê ya girêdayê Efrînê duh êvarê avêtiye ser mala welatiyekî bi navê Muhemed Şindî. Lê li gor agahiyan Şindî û malbata xwe berê de ji Efrînê derketibûn kes di malê de nînbû, çeteyan piştî talaniya malê agir berdan xanî û şewitandin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Cete  Tirk  Sewtandin  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.