Bi riya WhatsAPP`ê îxaneta rêveberê ENKS`ê Ebdilhekîm Beşar careke din xiyaneta bi Kurdan re dubare kir.
NAVENDA
NÛÇEYAN - Bi riya WhatsAPP`ê îxaneta rêveberê ENKS`ê Ebdilhekîm Beşar careke
din xiyaneta bi Kurdan re dubare kir. Beşar, li ser malperên tora civakî ji hin
hevalên xwe dixweze ku dûa ji bo binkeftina HDP`ê û serkeftina AKP`ê bikin.
Ji
Rêveberên giştî ya ENKS’ê Ebdilhekîm Beşar, derbarê hilbijartinên serok komarî
û parlementeriya giştî de ji bo Kurd li bin bikevin û dijminê Kurdan AKP-MHP bi
ser bikeve çi ji dest tê dike. Beşar li ser hin torên civakî ji hin hevalên xwe
dixweze ku “Dûa” li ser HDP`ê û Serokê wê Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinên
24`ê Hezêranê de bin bikeve. Her wiha Beşar di nivîsên xwe de dixwaze Erdogan û
îtîfaqa AKP-MHP ku weke dijminê Kurdan tên zanîn bi ser bikeve, hat dîtin.
‘‘DUA BIKIN KU
HDP BIN BENDAVA HILBIJARTINÊ BIKEVIN“
Beşar, di tora
civakî de dinivsîne “Dua bikin ku HDP bin bendava hilbijartinê bikevin û ji
parlementoyê bên avêtin, ji ber ku ev partî partiya Partiya Karkerê Kurdistan e
û dua bikin ku AKP careke din bibe desthiladar.”
Li ser vê yekê
gelek şîroveyên “ENKS û rêveberê wê Ebdilhekîm Beşar careke din bi Kurdan re
xiyanetê kir, ma heta kengê wê di nava xiyanetê de bî?” hatin kirin.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html