Gelê Babê Bangewaziya QSD`Ê Dike
Haberler / 19 Haziran 2018 Salı Saat 10:05
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayên dewleta tirk bêzar bûne, bang li QSD’ê kirin û anîn ziman ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin lê yê zirar dibîne niþtecih bixwe ne.

BAB – Gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayên dewleta tirk bêzar bûne, bang li QSD’ê kirin û anîn ziman ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin lê yê zirar dibîne niþtecih bixwe ne. Destnîþan kir ku rayedarên dewleta tirk ligel van tiþtan dizane jî dengê xwe nakin ji bo niþtecih banga mudaxelekirinê bikin.

Gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayên dewleta tirk ên wekî revandin, dizî, talanî û îþkencekarî û her wiha ji ber bêdengiya dewleta Tirk a dagirker li hember van kiryaran, bêzar bûne. Li ser vê yekê gelê Babê ji bo wan ji van kiryaran rizgar bikin bang li hêzên QSD’ê dikin. 

Komên çete li ser xenîmeta talaniyê li hev dikevin!

Hat diyarkirin ku roj namîne komên çete yên di bin banê dewleta tirk de li Babê bicih bûne, li ser talanî, dizî û her wiha hakimiyeta qadê pêvçûn dernekeve. Hat destnîþankirin ku jibilî van talanî, dizî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ji malbatan, niþtecihên bajêr bêzar bûne û diyar kirin ku ligel rayedarên dewleta tirk vê yekê dizanin jî dengê xwe nakin. Hat ragihandin ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin û sedema wê jî li ser xenîmeta talaniyê ye. 

‘Di encama 9 pêvçûnên çeteyan de 15 sivîl bûn qurbanî’

Ji niþtecihên Babê yê bi nave Ehmed Usman, derbarê mijarê de axivî û derbarê kiryarên çeteyan de agahiyên balkêþ da. Usman, diyar kir ku di nava du mehên dawî de 9 caran pêvçûn di navbêra komên çeteyan de qewimine û wiha got: “Destpêkê kiryarên dizî, talanî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ya ji malbatan pêk tînin û piþtre jî li ser van xenîmetên talaniyê li hev dikevin. Ev li hevketin dibe pêvçûn û sivîlan dikin qurbanî. Em dikarin bêjin ku tenê di nava du mehên dawî de 9 bûyer qewimîne û di encamê de jî 15 sivîl hatine qetilkirin. Ji van kesan 3 ji wan jinin û 4 jê jî zarok in. Em dikarin wek mînak jî çend roj berê di navbêra Ehrar El-Þerqiye û malbata Al Wakî de pêvçûn derketibû û di vê pêvçûnî de jî 4 kesên sivîl ên ji malbatê hatin kûþtin. Sedema pêvçûnê jî li gorî em dizanin li ser revandin û kiryarê bêexleqî bû.”

‘Encax QSD me ji van hovan rizgar bike’

Niþteciheke din ê bi nave Mihemed Esfûr jî, ev agahiyên ku Ehmed Usman piþtrast kir û anî ziman ku gelê Babê ji kiryarên van çeteyan bêzar bûne. Esfûr, diyar kir ku rayedarên dewleta tirk ên di Babê de agahiya wan bi van kiryaran heye û heta hin caran ew teþwîq jî dikin. Esfûr, da zanîn ku ligel vê yekê dengê xwe nakin û armanc jî ew e ku gelê Babê mihtacê wan bibin û bang li wan bikin ku rêveberiya bajêr bi temamî bidest bixin. Esfûr, anî ziman ku lê gelê Babê êdî baþ dizane ku ev lîstikeke dewleta tirk bixwe ye.

Esfûr, li ser vê yekê bang li þervanên QSD’ê kir û wiha got: “Em baþ dizanin ku þervanên QSD’ê zarokên vê welatî ne, dizî, talanî, îþkence û kiryarên bêexleqî li cem wan tuneye. Ji bo vê jî hemû niþtecihên Babê heremên ku QSD’ê rizgar kiriye çewa radestê niþtecihên wê bajarî kiriye, em jî dixwazin ku bajarê qedîm Babê ji van çeteyên hovane rizgar bike û radestê gelê Babê bike.”

Fermandariya QSD’ê jî têkildarî mijarê de ji me re ragihandin ku ew vê mijarê demek dirêje ji niþtecihên Babê bi riyên cur bi cur banga rizgarkirinê li wan kiriye. Fermandarî, destnîþan kir ku di dema avakirina QSD’ê de di biryarnameya xwe de zelal danîn holê ku kîjan civak, gel ên zilm û zordarî li ser wan bê kirin, ew amadene yê pêwîst bikin.

Bajarê Babê ku nêzî 3 sal di bin dagirkeriya DAIÞ’ê de bû, dewleta tirk a dagirker bi gelek komên çete pêk dihat di bin nave “Tevgera Mertalê Firatê” de di 24’ê sibata 2017’an de kete Babê. Di encama dagirkirinê de bi sedan sivîl hatibûn kuþtin û gelek jî birîndar bibûn. Komên çete yên di Babê de noqte danîne û her tim di navbêra wan de ji ber xenîmeta talaniyê pêvçûn derdikevin. Ev çete wiha ne;

Feyleq El Þam, Ehrar El Þam, Lîwa Semerqend, Firqet El Hemzê (Piranî li gundan, derveyê bajêr in)

Ehrar El Þerqiye, Firqet El Hemzet, Firqet Sultan Murat ku tê gotin ev piranî rasterast girêdayên MÎT’ê ne li navenda bajarê Babê dimînin. 

TAGS(ETIKETLER): Bab  QSD  Cete  Dewleta  Tirk    

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.