Çeteyên dewleta Tirk vê carê jî dest bi şewitandina zeviyên Efrîniyan kirin
Haberler / 16 Haziran 2018 Cumartesi Saat 16:50
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çeteyên dewleta tirk dîsa li ser kar in. Li gor agahiyan çeteyên ku di Efrînê de talanî û diziya gel dikirin evcar jî dest bi şewitandina zeviyên gel kirine.

EFRÎN – Çeteyên dewleta tirk dîsa li ser kar in. Li gor agahiyan çeteyên ku di Efrînê de talanî û diziya gel dikirin evcar jî dest bi şewitandina zeviyên gel kirine.

Li gor agahiyan çeteyên dewleta Tirk desteser û talankirina malên Efrîniyan didomînin. Piştî dagirkirina Efrînê çeteyên bi navê ASA yên li ser talîmata dewleta tirk dizî, talanî, îşkence, revandin û hwd li ser gelê Efrînê dimeşandin, evcar jî dest bi şewitandina zevî, bax û baxçeyên Efriniyan kirin. 

Li gor wêne û dîmenên ketine destê me, çeteyên girêdayê dewleta tirk, ji saet 3’yan heyanî kêliya amadekirina va nûçeyê zeviyên welatiyan ji gundê Basilê heyanî ber bi gundê Bênê yên girêdayê navçeya Şêrewa ya Efrînê dişewitînin. Her wiha di nava zeviya ku tê şewitandin de gelek darên hinarê, zeytûn, mêwên tiriyê û zeviyên ceh û genim jî hene.

Di dîmen û wêneyan de jî tê xuya kirin ku çete çewa bi kêfxweşî û ji bo hemû derî bişewitînin emir li derdorê belav dike. Çete kesên ku dixwezin agir vemirînin guleyan bi ser wan ve direşinin. Di encamê vê êrîşê de jî gelek kuştî û birîndar hene.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Dewleta  Tirk  Cete  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.