Wê Tîrêjên Rojê Rojên Reþ Ronî Bikin
Kadin / 24 Ocak 2018 Çarşamba Saat 09:13
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hebûn û nebûna civaka Kurd bi pênaseya xwezayê ve girêdayî ye. Pênaseya civaka Kurd a xwezayê û dijminên wan ji hev cuda ye

Hemû þer li ser alîgirî û dijberiya xwezayê ye. civakek xwezayî ye û hemû nakokî û pevçûnên vê civakê li hemberî xwezaya duyem e. xwezaya duyem li ser esasê dijberiya xwezaya yekem pêþ ketiye. Hemû xweda û çanda xwedayên serweriya xwezayê di heman demê de dijberiya civaka Kurd e jî. Li gorî vê civakê mirov ti carî nikare bibe serwerê xwezayê. Ji ber vê jî bawerî û xwedayên pê bawer parçeyekî vê xwezayê ango ev xweza bi xwe ye. Xwedayên wan ceza nakin tofan û bahozan li serê wan ranakin. Ev kevneþopî çîroka vî gelî û serdestan vedibêje. Her dem serdestan xwestiye gelê Kurd û xwezayê binin dijberî hev û wan bikþînin ser bîr û baweriyên xwe. Di rastiya gelên kevnare Êzdiyan de jî baweriya beruvajî serdestan vê çîrokê pi xweþ pênase dike. mirov dikare bêje, hemû cîhan li milekê civaka Kurd jî li milekê ye. Di vê sedsala dawî de tirajediyên dixwazin bînin serê Kurdan ku di rojên sir û seqem û bi bahoz pêk tînin ne ji xwe ye. 15’ê sibatê rojek ji van rojan e. Paþê qetilkirina Sê Jinên Þoreþger jî domandina vê rastiyê ye. rojên reþ demsalên req û sar dixwazin bikin þirîkê xwe. Lê ev karên wan nafîlene. Wê tîrêjên rojê rojên reþ ronî bikin.  Di roja 9’ê Çileya 2013’an de dixwestin tîrêjên rojê ji rûxarên vê xakê qut bikin. Lê di nav wê sir û seqemê de zarokên vê xakê li cihê herî sar ên welatê me bi tîrêjên rojê xwe germ dikirin û berf û sermaya vî welatî tîrojên rojê hîn watedartir dikirin. Ji ber ku li vî welatî ev bawerî hebû; sar û serma û roj ne dijberî hev bûn. Dijberî karê mirovan bû. Baweriya zarokên vî welatî ev bû. Roja me dijî jî rojek wisa bû.  

Îro weke roja tofana Nûh berf dibare û çav çavan nabîne. Ev rojên wisa 15’ê sibatê tîne bîra mirovan. Dema ku mirov di derî de li derve dinêre çavê mirov ji derveyî spîbûna berf û mijê tiþtek din nabîne. Heta dûrahiya çavên mirov dibîne berf û mij e. Mirov  dibêjî qey xwedê dixwaze erd û esman bigihîne hev. Tenê kêliyek jî nasekîne ku mirov li der  û dora xwe binêre. Tenê  çûkek jî di vê tofana mîna tofana Nûh de nafire. Hemû heyberî û zîndiyên xwezayê sekinine û li barîna berfê dinêrin. Berf  wisa zû dibare, tu yê bêjî qey  hinek li banda wê ne û dixwaze  tiþtek ji mirov re bêje.  Gelek rojên zivistanê yên wisa zor û zehmet  li ser me re derbas bûne. Lê ne bi vê ecêb û sosretê.  Mirov  qet ji wan rojan aciz û bêzar nabe.  Ji ber ku þopên  wisa di mirovan de çêdikin mirov hê zêdetir bihêz dibe. Pê dihese ku li cihê herî zehmet ji bo tiþta herî pîroz têdikoþe. Ji bo wê jî kêliyek tenê jî henaseya mirov teng nabe, hê zêdetir kelecana jiyanê xwe li dor giyana mirovan dipêçe û mirovan zindî û dilxweþ dike. Min di jiyana xwe de tenê  zivistanek ango ji zivistanan  rojek wek kabûsan di hizir û bîra min de maye jiyan kiriye.  Zivstana herî bê êþ û zehmet, bêguman zivstana 1999’an  15 de yê Sibatê bû. Min tenê wê demê sir û seqemek wisa dîtîbû di jiyana xwe de. Min digot, êdî ti bager û seqemên wisa li dilê me bar nabin.  Te xêre,  ma tu dixwazî zivistanê hemûyê di nav  rojekê de zevt bikî û hemû xezeba xwe bi ser me de bibarînî?  Ma wek din rojên te nemane, ey hewar hinek navberê bidê ku em pêþiya xwe bibînin.

Jixwe weke hemû rojan wê cardin perwerde di demjimêr heft û nîvan de dest pê bike. Lê ji ber barîna berfa zêde hemû riyên me hatine girtin.  Ji bo wê jî divê em berî demjimêr heft û nîvan bikevin rê û biçin. Ger em wek hemû rojan bikevin ser rê dibe ku em hinek dereng bigihin dibistanê.  Dar û berên bilind hemû di bin berfê de winda bûne û hemû der wek hev xuya dike li ber çavên mirov.  Daran bejin û bala xwe bi spîbûna berfê pêçandiye. Ger tenê berf bibare mirov dikare pêþiya xwe bibîne, lê di ser barîna vê berfa xopan re mijê hemû der nixumandiye û mirov nikare  du gavan pêþiya xwe bibîne. Her hevalekê gotinek got. Hevalekê got; “ pêþniyariya min em îro neçin dibistanê û em li mangên xwe perwerdeya xwe  bimînin”.  Hevalek din jî got; “ pêþniyariya min em hemû bêrên xwe bigirin û riya dibistanê vekin û biçin perwerdê”. Hevalek din jî got; “ gêrîla li hemberî ti zehmetiyan gav paþde navêje û her dem li derfetek biçûk digere ku xwe tê de perwerde bike. Li gorî min ev berf nabe sedem ku em nikaribin biçin dibistanê. Yek demjimêr ji be di vê þert û mercê de perwerde ditîn bi xwe serkeftin û çalakiya herî mezine ji bo me.” Bi van þîret û pêþniyaran hevalan xwe amadekirin ji bo dayîna nav berfê.  Bi van gotin û nîqaþan em hevalên wargehê çûn me taþtêya xwe xwar û me hemûyan xwe ji bo perwerdê amade kir. Hemû hevalan goreyên xwe kiþandin  heta ser çongan. Du hevalan jî bêr xistin destê xwe û bi dorê heta ber deriyê dibistanê  berf li ser riya me avêtin û rê vekirin. Ew çendî em di nav berfê de ketin û rabûn te digot qey me cilên spî li xwe kirine.  Bi kotekî em gihiþtin dibistana xwe ya ku bilindahiya wê di bin berfê de me  ye. Dibistana me ji ti cihan ve xuya  nedikir ji ber ku heta deriyê  xwe di bin bilindahiya berfê de maye.

Waneya me ya îro “ Dîroka Jin e.” Hemû hevalan xwe baþ amadekirine ji bo nîqaþ û pirsan. Hevalên jin dibêjin; “ em ê îro mala dawiya zilamê zalim û bêrehim bînin. Em ê zilamtî  û zilambûnê di serê wan de bin ax bikin. Êdî dem hatiye ku hinek tiþt biguherin. Ma heta kengê em ê bi pirsgirêkên zilamê zordest û jina kole re mijûl bibin. Divê êdî em dawiyekê ji van taybetmendî û karekteran re bibînin.” Waneya me wisa berdewam kir heta nîvro.  Komîsyon navber da  perwerdê. Em hemû rabûn me dîsa di nav wê tofanê de me berê xwe da mangên xwe. Hê em negihiþtibûn nîva rê hevalekê got, ka ez radyo vekim ev dinya gelek bêdenge  îro, gelo di vê cîhanê de çi heye. Bi rastî jî îro dinya pir sar û bêdeng e. Hevala  Adar jî got; “ ya heval tu çend ecêb î, ma tu nabînî di vê hewayê de çûkek tenê jî nafire ma wê çawa  radyo  bikþîne. Ma tu nabînî rewþa hewayê çiqes metirsîdar û bi xof e. ” Erê, ez dibinim ma çi çêbûye ji bo ku îro kêmek berf zêde bariye radyo nakþîne.”  “Na! Na  heval te ez þaþ fêm kirim, min nexwest wisa bêjim.  Ji bo radyoya te þilnebe min xwest tu li mangê guhdar bikî”. “Temam, baþ e heval ez ê radyo li mangê vekim û em ê hemû bi hev re guhdar bikin ka di vê dinyayê de çi heye.” Ez jî dixwazim bizanim ka îro di dinyayê de çi heye. Misoger niha li Bakûr riya bi hezaran gundan hatine girtin û kesek nikare ji derê mala xwe derkeve.  Gelo li Bakûr rewþa hevalan çawa ye. Herî zêde jî ez mereqa wan dikim. Bila di zivistanan de tiþtek li wan neyê, weke din kes nikare bi tang û topên xwe  wan tine bikin. Hê em wisa bi hev re daxivîn min dît qêrîn bi hevalekê ket û kete erdê. Min nizanî çi qewimî ez hema beziyam  heval û min xwest fêm bikim ka çi qewimiye. Kêliya ku  ez gihiþtim gel heval, min dît radyo  di destê wê de ye û hema dide ber qîran. Dema ku ez gihiþtim gel heval hê dengê radyoyê dihat û digot, “ sê jinên þoreþger li paytexta Firansa Parîsê hatine qetilkirin!” Ez tam gihiþtim vê hevokê û navber ket bernama radyo. Min xwest hevala xwe ji erdê rakim û bipirsim çi çêbû heval tu ji ber çi wisa qîr dikî. Ez runiþtim gel û min radyo ji destê wê girt. Dema ku min radyo ji destê wê girt, nû fêm kir ku kesek li gel wê ye, hema ez girtim hembêz kirim û ji min re got heval, heval þehîd ketine, min hema dengê xwe bilind kir û got, ka bêje li ku heval þehîd ketine, hê min ji hevala xwe dipirsî min dit bernama radyo dubare bû û got, “ Li paytexta Firansa  Parîsê endama damezrandina PKK’ê Sakîne Cansiz,  Rojbîn endama bîroya diplomasiya komala Kurd û endama Ciwana Leyla Þaylamez hatin  qetilkirin. Her piþtî çend gotinan ev hevok dihat dubarekirin. Me tam nizanî ev behsa çi û kê dike. Dema ku hevalan em wisa dîtin û qîrên me bihîstin hemû heval bi me ve hatin û wan jî bêyî ku ji me bipirsin bi xwe ji radyoyê bihîstin. Ez tam nizanim an ez nikarim vê hesta di wê kêliyê de vebêjim, an jî hest û êþa di wan kêliyan de nayên vegotin. Lê di wê demê de ez tenê dizanim ez ker û lal bûm û dilê min parî parî bû.

 Vî zemanî çiqasî bê rehim dikin heval!  Carinan  tu nizanî wê dil û mejiyê te rastî êþek çawa  were. Carinan mirovan kor dike û carinan jî mirovan  lal û ker dike. Ji barîna vê berfê diyare ku ev berf ne ji xêrê  dibare. Zaliman careke din dixwestin me xwezayê bîin dijberî hev du. Serpêhatiyên zivistanên me ji me re bikin dijmin.  Diviyabû ku me bi xwe zaniba ku rojên wisa ne berfê, xezeba zaliman dibarîne. Ji ber ku dema zivistanan berf dibare mirov her dixwaze  ji xwe re li reng û þemala barîna  berfê  binêre. Ji ber ku mirovan qet nacemidîne.  Heta mirov bi demjimêran di nav  berfê  de yariyan dike. Ne dest û ne jî lingê kesê nacemide.  Lê îro xêre kes naxwaze biçe  nav berfê.  Hemû heval dibêjin îro dinya pir sar e, dest û lingên me dicemidin.  Lê ez nizanim ev sermaye ji kîjan milî ve tê. Ev serma ji êþa kezeba dilê azadîxwazan dibare…  Lê ka werin kîn û nefreta di dilê min de bibînin. Em wek Tevgera Azadiyê bi ti darbeyan kêm û lewaz nebûne.  Her ku çû em hê zindî û mezinbûn li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê. Êþa her hevaleKê li êþa me zêdetir bû û hêrsa me bû hê zêdetir mezin û bê hempa bû. Pergala fasît û qirker hê hêrsa jinên Kurd nedîtiye ku çawa li himberî wan radibe û wan tine dike. Her çendî wan êrîþî me kiribe em hê mezintir û bihêztir bûne. Ti êrîþ û derbeyan em bi qasî kêliyekê jî lewaz û kêm nekirine. Em bi qasî misqalekê ji armanc û hedefên me dûrnexistine. Windahî û þehadeta her hevalekê erk û misyona me girantir kirine. Me ti caran tola hevalên xwe li erdê nehiþtiye. Ger çiqasî Sakîne û herdu hevalên li gel wê þehîd ketin li gel me bi nirxbin, zivistan, berf û bahoza me jî li gel me bi nirx e. ger dijmin dest avêtibe her duyan ev ji nirxa wan tê. Sakîne demsala vî welatiye, Rojbîn rûyê berfê û ciwantiya hevala Ronahî pêla dijwariya bahozên vî welatine. Heta ev nirxên me hebin em ê her biserkevin.

Bihar Denîz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

TAGS(ETIKETLER): We  Tirejen  Roje  Rojen  Res  Roni  Bikin  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.