Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûrî Di Navbera Erê û Na de
Haberler / 06 Eylül 2017 Çarşamba Saat 19:36
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di Tîrmeha 2017’an, ango beriya du mehan li herêma Cizîrê 3.civîna meclîsa fedralî ya Bakurê Sûrî hate li darxistin û di civînê de hin rêzê biryar hatin girtin. Biryara herî girîng a vê civînê pesendkirina hevpeymana zagona Fedraliya Bakurê Sûrî û erêkirina zagona hilbijartinê bû

Helbet, di rewşeke wiha hesas û girîng de îlankirina vê pêngavê cihê destxweşiyê ye. Dîsa, mirov nikare pêvajoya siyasî û pêşketinê di warê Fedraliya Bakurê Sûrî, ji pêşketinê QSD'ê yê li bajarê Reqqayê qut bike û binirxîne. Em dikarin bêjin ku her gava leşkerî û pêşketinê li qadên Sûrî ji aliyê QSD'ê ve çêdibin, di warê siyasî de jî MSD û Rêveberiya Xweseriya Demoratîk pêngavên guncaw li gor vê yekê davêjin. Bêguman, ev yek bi keda hemû pêkhateyên ku li Bakurê Sûrî, Rojavayê Kurdistanê û bi keda şehîdên azadiyê ne.

Di derbarê vê mijarê de, tişta herî sêr û sosret ev nêzî du heyv in ev pêngav hatiye avêtin, lê hîna tu bersivek(red file), bi taybet ji aliyê Emerîka û Rusya ve, derneketiye pêş ji bo Fedraliya Bakurê Sûrî. Di serî de Emerîka, Rusya û tevahî welatên Ewrûpa, bêdengiya xwe parastine. Van hêza ne bi erênî û ne jî bi neyenî helwesta xwe li hember îlana Fedraliya Bakurê Sûrî û hilbijartina hê jî nîşan nedane, ev yek jî tê wateya ku 'Bêdengmayîn, tê wateya qebûlkirinê'.

Di vê çarçoveyê de, helwesta welatên herêmê girîng e. Di serî de Tirkiyê û Îran xwedî helwesteke çawa ne û çawa li mijara Fedraliya Bakurê Sûrî temaşe dikin? Helbet, ev yek pewîstî bi şîroveyeke kûr û dirêj nake, Fedraliyê dane aliyekî, herdu welat Tirkiyê û Îran xwedî projeyê Kurdan qebûl nakin. Pirsgirêk ne ku sîstema fedralî qebûl nakin, fikir û ramanên damezrînerê projeyê qebûl nakin. Ev tê wê wateyê ku ji bo Tirkiyê û Îran Fedralî tiştekî baş e û nayê redkirin, lê nexweşiya herdu welatan bi Kurd re ye. Zihniyeta înkar û îmha Kemalîzma Tirkiyê  û Xûmenîzma Îranê vê yekê qebûl nake! Berovajî vê yekê di salên 2003’an de dema mudexeleya Emerîka ya Îraq'ê çêbû û rêjîma Seddam hate hilweşandin, weke Fedraliya Bakurê Sûrî ne be jî, lê pergala ku Emerîka li Îraqê daye rûnişkandin Fedraliya Yekîtiyê bû. Rastiya vê dijîtiya Îran û Tirkiyê ji Kurdan re, di hatûçûndina dîplomasî ya di navbera Îran û Tirkiyê di dema dawî de hîn bi zelalî dide diyar kirin ku çendî djiminatiya desthilatdarên ser Kurdistanê xêra gelê herêmê û Kurdan naxwazin. Ji ber ev hêz baş dizanin ku pêkanîna Fedralîzma Bakurê Sûrî, tê wateya hilweşandina statuko ê sîstema netew-dewletbûnê di herêma Rojhilata Navîn de û yê serkêşî û nûnertiya vê xetê dikin îro di herêmê de Tirkiyê û Îran e. Divê baş bê zanîn ku dijberiya Fedralîzma Bakurê Sûrî, djiberiya Kurdan tenê nîn e, di heman demê de dijberiya Emerîka û Rusya bi xwe ye jî. Ji ber hevkarê resen yên vê serdemê di Sûrî de Kurd in. Astengkirina projeya Ferdralîzma Demokratîk a Bakurê Sûrî, tê wateya ku astengkirina Emerîka û Rusiya jî.    

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Federalizma  Demokratik  a  Bakure  Suri  Di  Navbera  Ere  u  Na  de  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.