Bêhna îxaneta mala Barzan tê
Okuyucudan / 07 Mart 2017 Salı Saat 21:53
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Weke têye zanîn Ezîdîtî bi olê Zerdeştî re yeke û bîngêhîne. Zerdeştî weke çanda exlaqa azad hemû ol, felsefe û hizir di asta gîştî de bandor kiriye. Lewre Zerdeştî hem koka olê yek xwedayî çanda Îbrahîmî ye, hem jî ya şewazê hizirandina felsefeyê ye

Her wiha gelê Êzîdî ji ber êrîşên Îslama desthilatdarî ya Mûawiye û Zilma Haccac, ya di serdema Modernîteya Kapîtalîst de her tim rastî fermanan hatine, vê yekê bi demê re xwe weke ol û baweriyeke rêk û pêk kiriye. Di wan tevahî qonaxan de derûniya xwe parastine û li ser Ezîdiyan di her kêliyê de têye şopandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber afrênerê jiyana azade, lewma ciheke girîng dide Ezîdiyan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran di bîranînên xwe de hewldanên xwe yên qezenckirina Ezîdiyan tîne ziman. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibeje “Min ji malmezinên wan re digot: Werin hûn bi qetlîam û qirkirinê re rû bi rû ne. Lê bêle wan bi xwe jî, ji têkiliyên xwe yên kirîvatî û dostaniyê bawer dikiri û pê ewle dibûn.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal’ê pêşketin û rastiya serokatiyê careke din raxist ber çavan. Ger pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla neba wê qirkirina gel û çolkirina Ezîdxanê bi hêsanî pêk hatiba.

Bê guman êrîşên PDK yên li ser Şengal’ê aliyen xwe yên lêşkerî, siyasî û aborî heye. Li ser vê yekê stratejî û gavên teqtîk têne rûnişkandin. Lê belê ya herî girîng ewe ku piştî bi hezaran salan gelê Ezîdî di demeke kin de di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan de jiyana azad nas kir. Her wisa ji Şoreşa Rojava bandor bûye. Dest bi sazûmankirina jiyana azad kiri bû. Ev yek rastiyek civakî ye. Civaka bi rêveberiyên xwe yên xwerêveberî danî, sazûmaniya civaka demokratîke.

Saziyên weke sixurên pergala Kapîtalîzmê tevdigerin li gor hişmendî û feraseta vê jî tev digerin. Ji ber ku ev heyranê vê medeniyetê ne. Ji navikê ve pêve giredayî ne. Ger yek heyranê tiştekê be, wê bixwaze weke wî be. Di nav dualîteya Efendî-kole de efendî diyarkerê her tiştî ye. Lewre li gor vê zêhniyetê Modernîteya Kapîtalîst li ser Rojhilata Navîn dikare her cûre tesarûfan pêk bîne.

Kole ewe ku di nav tixûbên efendî diyar kiriye de jiyan dike ye. Kole perçeyê temamker yê vê pergalê ye. Bilêvkirinên antî-modernîte ev rastî naguherîne. Lewma modernîte û oryantalîzm li ser civaka Rojhilata Navîn hev du weke paradîgma hegamon temam dikin. Dijî demokrasiyê ne. Li Rojhilata Navîn dewleta despotîk a bi hezaran salan avabûyî zû bi zû rê nade pêşketinên demokratîk yên herêmî.

Lewma Tayyîb Erdogan digot “Em nahêlîn ku Şengal bibe Qendîla ya duyemîn” Lê bele hêza wî têra vê yekê nekir.

Li Şengal’ê pêşketinên civaka demokratîk weke modeleke herêmên derdora xwe jî bandor dike. Ev jî ne li gorî hesabên hêzên dagirker û serdestên Kurdanin. Bi taybet serdestên Kurd civaka azad a li Şengalê avadibe weke mirina xwe dibînîn. Ji ber vê dîn û har dibin û bi çavsorî êrîşan li dardixin. Xwe li hember rojnamegeran jî nagirin, rojnamegeran jî dikin armanca reşkujiyan!

Pêxemberî li hember zulmê jibo jiyana azad rabûn. Divê alema Îslamê vê heqîqetê bibîne û li gorî vê yekê tev bigere û dengê xwe bilind hilde.

Her wiha welatparezên Kurd li hember serdestên xwînxwar û provokatorên Pêşmergeyên Roj dengê xwe bilind bikin. Li gorî yekitiya netewî tev bigerin.

Di aliyê din rojnameya Almanî ya bi navê Die Welt ev demeke direje ku tevgerên Îslama Radîkal dişopîne. Weke têye zanîn ev demeke ji beriya niha îstixbarata Alman sixurtiya melayên AKP’ê li Almanya’yê ji raya giştî re eşkere kir. Piştî demek kin rojnamegerê Die Welt li Tirkiye’yê hate desteserkirin?

Ev rojnameger trafîka di navbeyna saziyên AKP’yî ji Almanya’yê heya Tirkiye’yê, Sûrî û Iraq’ê dişopand. Ji ber vê yekê Almanya’yê destûr neda wezîrên Tirk biçin Almanya civînan li darbixin. Li gor me ev mijar têye zanîn û gelek zelale!

Em baş dizanin ku ev saziyên navê wan derbaz dibe ji bo jenosîda Kurd pêkbê kar dikin. Ji şerê qirej, bê exlaqî li ser Kurdistanê têye meşandin re dirav (finans), endamên terorîst û amûrên şer hwd... tiştan dişînin. Gelo çima Almanya heta niha ev yek ji nedîtî ve hat?

Ji ber ku Almanya ji 1985’an heta niha li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd tev digere û şîrîkê vê yekê ye. Li Şengal û Başûr di sêrî de li Kurdistan’ê li gel Tirkiye û PDK koçberiyê û rêxistin dike. Her wiha hesabên hegemonyaya li ser Rojhilata Navîn dike.

Paradîgmaya Modenîteya Kapîtalîst DAIŞ, AKP û PDK afirand! Hişmendiya AKP, DAIŞ û PDK oryantalîste. Lewre neku antî-modernîste. Mirov bi tenê bazara petrolê ya di navbeyna AKP, DAIŞ û PDK, Almanya û welatên rojavayî binêre wê li ser vê rastiyê serwext bibe.

Ger Almanya dixwaze li dijî Îslama Radîkal têbikoşe divê vê yekê serarast bike û weke dewleteke xwedî etîk tev bigere. Gerek di sêrî de li xwe mikur were û rexneya vê yekê bide. Her wiha heman tiştbûna AKP, DAIŞ û PDK bi belgeyên destê xwe de eşkere bike.

Dînamîkên Rojhilata Navîn xwe ji nû ve sazûman dikin. Teşiya Kurd diraşîne ye. Ev qasî destê Almanya’yê di nav xwîna Kurdan û Kurdên Êzîdî de heye kîjan Êzîdiyê li Elmanya’yê dikare li hember ve rastiye bêdeng bimîne?

Kurd êdî ne Kurdên berê ne.

Seîd Dayêyamin

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Behna  ixaneta  mala  Barzan  te  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.