Di belgeyên DAIŞ’ê de serçeteyên Tirk
Haberler / 31 Ocak 2017 Salı Saat 10:13
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di kampa perwerdeyê ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Caber Rojava de şervanên odeya çalakiyan gelek belge bi dest xistin. Di van belgeyan de diyar bû ku serçeteyên ku di rêveberiya kampê de cih digirt ji Tirkiyeyê ne

Şervanên Xezeba Firatê kampa perwerdeya çeteyên DAIŞ’ê dîtin û li gorî belgeyên ketî destê şervanan de serçeteyekî tirk ew kamp birêve di bir. Di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li gundê Caber Rojava yê ku di 28’ê kanûna 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, kampeke perwerdeyê ya çeteyên DAIŞ’ê dîtin.

Cıhê Kampê

Hat zanîn ku komên çete yên DAIŞ’ê ji bo xwe ji êrîşên balafiran biparêzin û cihê wan ê perwerdeyê neyê zanîn, kampa xwe ya perwerdeyê di nava daristanan de çêkirine û ji 30 konan pêk tê. Li gorî belgeyên ku ketine destê şervanan de çeteyên perwerde dîtine temenê wan di navbera 15-30 salî de ye. Her wiha ji belegeyan de tê dîtin ku serçeteyê ku kampa perwerdeyê birêve di bir û çete perwerde dikirin jî ji Tirkiyeyê ye.

Bermahıya Çeteyan

Şervanan dan zanîn ku çeteyên ku nû tevli koma çete dibûn, li vê kampê di aliyê fikrî û leşkerî de dihatin perwerde kirin. Çeteyên DAIŞ’ê ji kampê reviyabûn û li pey xwe pirtûkên xwe yên olî û cebilxaneya xwe hiştibûn. Nûrhan Ebdî / Reqqa – ANHA

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Di  belgeyen  DAIS  e  de  serceteyen  Tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.