Piştî pêşmergeyên dêrîn, ciwanên Başûr wê biçin Qendîlê
Gençlik / 12 Ocak 2017 Perşembe Saat 10:58
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ciwanên devera Raperin ragihandin ku sibê wê biçin Qendilê û daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriya helwesta pêşmergeyên dêrîn bikin ku hefteya derbasbûyî çûbûn Qendîlê

Li Başûrê Kurdistanê beriya demekê pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendilê û pişgtiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşandabûn. Ciwanên devera Raperin li baxçeyê giştî yên bajarokê Ranye ser bi Rêveberiya Raperînê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku wê sibê ji bo piştgirî bidin helwesta pêşmergeyên dêrîn wê biçin Qendilê.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye; “Em daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku dijî pîlanên dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê yên navxweyî, piştgiriya pêşmerge û gêrilayan bikin. Bi vê boneyê sibê saet 9:30’an de li bajarokê Kilkey Kolên ya Raperîn kom bibin û ber bi Qendilê ve emê rêbikevin.”

Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên axivî û wiha got; “Dijminên gelê Kurd ên dagirker dixwazin bi pîlan û dagirkeriyê gelê Kurd têkbibin. Bi  taybet dewleta Tirk ya dagirker dijî gelê me dinava pîlanan deye û niha jî dixwaze bi alîkariya çend aliyên Başûrê Kurdistanê êrîş bike ser gêrîla li Şengal, Qendîl û herêma Behdînanê.”

Siyako Hisên wiha jî got; “Ji ber wê em li vir piştgiriya xwe ji bo gerîla dûbare dikin û radigihînin. Em amadene bi li beramberî hemû êrîş û pîlanên dijî gêrîla û gelê me were kirin rawestin.”

Di dawiya axaftina xwe de Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên wiha got; “Em pişgtiriya pêşmergeyên dêrîn giring dibînin û piştgiriya wan dikin. Her wiha ji bo şikestina van pîlanên dijminên dagirker daxwaz ji hemû ciwanan dikin bê deng nemînin û piştgiriya hêzên gêrîla bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku roja 6’ê Çileya 2017’an bi sedan pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendîl û piştgiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşan dabûn.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Pisti  pesmergeyen  derin  ciwanen  Basur  we  bicin  Qendile  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.