Şengalê bexçeyê paşî nîne
Basından Seçmeler / 27 Aralık 2016 Salı Saat 07:04
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Civaka Kûrd a Êzîdî civaka herî qedîm a li ser erdnîgariya Kûrdistanê dijî. Bi dirêjahiya dîroka hebûna wan de ne tenê mafê wan, weke oleke cuda nehatiye qebûl kirin lê bi 73 fermanên qirkirinê re rû bi rû ma. Di 25 salî dawî ya rêvebiriya ‘fedralî’ ya Başurê Kûrdistanê de mafê wan li herêmê nehate qebulkirin. Ji ber ku herêm bi xwe ne xwedî destûra bingehîn e. Li cem hikûmeta Îraqê jî tû carî nebûne madeyeke bingehîn di danûstandnên navberî navend û herêmê de

Yên bin navê Êzîdiyan de li Bexda û herêmê siyaset birêvebirin ne weke Êzîdî lê weke PDK’î dihatin nasîn. Yên wê rastiyê înkar bike, xwe û derdora xwe dixepîne. Ji xwe berdana wan ji bo hoviyata DAIŞ’ê re girêdayî vê rastiyê ye.

Eger pêkînerê yekemîn a komkûjiya 3 Tebax a 2014’an DAIŞ be, berpirsiyarê yekemîn a vê komkujiyê PDK ye. Ev rastî di rapora Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye îfadekirin. Ev berpirsyarî barekî dîrokî ye ku ji bilî rexnedan, yekêtiya netewî û demokratîk, naskirina îrada Êzîdyan a ji bo xwe birêvebirinê ti rêyeke din nîne.

2 sal û çend mehan li ser vê komkujiyê derbasbûn û hêna jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne. Lê weke ku ti sûç û berpirsiyarî di holê de nîne yên nû li wan tên zedekirin. Serokê hikûmeta felçbûyî ya herêma Kûrdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêjê; “Divê PKK Şengalê terkbike, nexwe emê hêzê bikarbînin.” Vê daxûyaniyê çend pirs heq kirine ku divê bên bersivandin. Gelo hûn bi kîjan hêzan êriş bikin ser Şengalê, bi yên Êzîdî ji hovêtiya DAIŞ’ê re hiştin û revîn re? Hûn vê êrişê bi fermanê kê dikin û ji bo xizmeta kê? Berdêla vê êrişê de wê dewleta Tirk çi bide we? We hesabê encamên vê êrişê kiriye?

Bi baweriya min divê ev rêvebiriye nîvco û felçbûyî kûmê we deyne ber xwe û kûr li ser bersiva van pirsan bifikire. Rewşa Başurê Kurdistanê tehemûlî şerêkî din ê hûndûrîn nake û şereke wisa jî qebûl nake. We ji çapemeniya Tirk re diyarkiribû, di salên 90’î de 3000 pêşmerge ji bo Tirkan di şerê hemberî PKK’ê daye kûştin, ma ne bese? Hûn zarokên xelkê çima di şerêkî wekaletê de didin kuştin? Ma Şengalê baxçeya we ya paşî ye; hûn çewa bixwazin wisa biken? Gelo hew qasî jî hûn ji berpirsyarêtiya dîrokî hatine şûştin? Gelo hûn dizanin çi dibêjin an jî we giraniya gotinên xwe jî nizanin?

Herkes dizanê ku di navberê hêzên siyasî yên Kurd de cudahiya nêrînê heye, lê nêrînên cuda tişteke û bi projeya qirkirinê şa dewleteke dagîrker tiştek din e. Eger cudahî bigihijê asteke ku dagîrkereke Kûrdistanê 13 bingehên wan serbazî li Başurê Kurdistanê hebe û Nêçîrvan Barzanî  wan dagîrker nebîne û ji PKK’ê re bêjê; “Ji Şengalê derkevin nexwe emê hêz bikarbînin” ew êdî dibe doza herkesî ya li tevahî Kûrdistanê, bi taybetî jî ya Êzîdiyan. Ji ber ku yên li Şengalê di çerçeveyeke xweser de xwe rêxstinkirine Êzîdî bi xwe ne, ne gerîla ye. Îro Şengal qadeke parastinê ya destkeftiyên Rojava Kûrdistanê ye.

Li aliyeke din, ev daxûyaniya xeter a N. Barzanî li ser navê kê hatiye dayin.Eger li ser navê hikûmetê ye, wê demê partiyên din elaqedar dike bi taybet jî YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû. Her şer û talûkeyeke li ser Şengalê wê hem dibe qonaxeke nû û xeter a li ser Rojava û Başurê Kûrdistanê.

Fikarek heye ku min ji pir kesên dilsoz bihîstiye parvekirina wê bi feydeye. N. Barzanî dibêjê piştî serê salê emê danûstandin bi Tirkan re bikin li ser dewletbûna Başurê Kûrdistanê. Eger qonaxa “federalbûna Başurê” ku ticar nebû herêmeke federal bi şerê 1992’an ê li hemberê PKK’ê destpêkir, dûr nîne ku PDK arteşa Tirk bide pişta xwe û vê carê şerê Şengalê bike, bi behaneya derxistina gerîla. Berî demeke Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim got; “Hebûna PKK’ê li Şengalê naye qebûlkirin”. Ev çend bûyer û daxûyaniyên dawî ji rêzê nîne lê ne tenê pêkanîn, heta fikirandin jî li ser gaveke wisa talûkeyeke ku destpêkê de ji bo PDK wê felaketek bi xwe re bîne. Kurdan ji her dem zêdetir pêdiviya wan bi hevgirtin û yektêtiyeke demokratîk heye; ne gef û pêkanîna pilanên dagîrkeran.

Necîbe Qeredaxî / Yeni Özgür Politika

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Sengale  bexceye  pasi  nine  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.